Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Gelo ev “bêqewlê” li kî derê ye?

Gelo ev “bêqewlê” li kî derê ye?

Berê ‘gotin’ hebû, paşê deng jê peyda bû. Gotin, bû kana derbirînê. Bi rêya derbiranê me derd û mereqa xwe da der. Li gorî derkirina derd û meremê jî me cîhanek ji xwe re ava kir. Hizirên me bû xet û pejanên sînorên vê cîhanê û hestên me jî dengvedan, rengvedan, bêhnvedanên vê cîhanê kifş kirin.

Heke hesta “mereqê” me nas nekiriba, belkî roja hevroj em qet û qet ji wê şikefta ewil a jiyana xwe qet û qet çar bihost û sê tilî jî biwêdetir neçûbana. Mereqê em hişyar kirin û xistin dû “nasînê” hindî me nas kir em bêhtir bi tîhniya wê hesiyan û bêhtir li dû asoyên nû ketin.

Çu carê vê dinyayê; jiyan û jiyara wê, hizir û xeyalên wê têra me nekirin û her çavên me li “stêrkên” dûr ketin; aya li wirê çi heye? Paşê pirsan pirs xudan kirin û me qonaxa navbera xwe û stêrkan kire çar tilî û sê bihost.

Niha ez li “bêqewlê” me. Bi “rêka evrazî” hatimê û bi “rêka nişîvî” daketimê. Wa ye “bilbil” ji kezeba xwe re distrên keser û kovana min: “Ez watenan” dixwazim. Bêhnek dî li wir asê dibim û vê carê ji “watenî” bêhîvî dibim.

Paşê jî ez di vî welatê bi navê “Pêrok” ku di çu nexşeyan jî nîn e, hur dibim rêka “berwarî”, va ye ez wesfên “wî berwariyî didim; “berwarî bi dar in” di nav rêl û daristanekê dimeşim. Paşê rûperiyek derdikeve ber rêya min: “Rûkên te sor in, xal wê jê dibarin” ez teswîra wê dikim û wê nas dikim. Lê paşê jê re dibêjim here bela xwe ji min veke: “Tirsim bigezim..”      

Ev ravekirina çend bendên strana “Pêrokê” ne.

Bêguman, heqê we heye ku hûn welê bifikirin û bibêjin, ‘ev tenê şîrova te ye” ez dengê we heçku dibihîzim ku hûn şerhekê datînin ber vê ravekirinê û dibêjin, “hêdî bajo!”

Helbet, ez neşêm çu delîlan bibînim û bibêjim “îla ev îdiaya min rast e” lê ez dikarim vê bibêjim, wekî me gotî çu hestiyê zimanî nîn e û hukmê hizirtêkirin û xeyaldanînê jî heta sînorên gerdûna xeyalmendiya mirovî dikişe. Mirov neşêt ispat bike lê dişêt heta ji mejî bêt xeyal bike. Wekî  zanayê naskirî Albert Einstein jî amaje pê kirî, “her tiştê têt ser tevnê xeyalê rastiyeke xwe heye. Her xeyal li ser rastiyekê ava dibe.”

Îjar em jî berê xwe bidine vê rastiya xwe.

Rêbaz, bo destnîşankirina hin tiştan rênimayeke giring e û heta mirovî rêbazeke xwe nebe, mirov gelek caran dê nikaribe “zîro û danî”, “dasî û arvanî” ji hev bitefsilîne/ bivavêre û bibijêre. Bijartin, bazeberên rêbazî datîne ber mirovî ku mirov bi bisteh tê re bimeşe. Meş û berdewamîdan, pêşveçûnê bi xwe re tîne. Ku liv hebe, biv jî lê heye. Livîn bizavê li dû xwe tîne.  

Hêjayî gotinê ye, exlebe di stranên kurdî de, “bend” dubare dibin û gava dubare dibin cara yekê, navê cihî yê resen têt gotin; cara tê dugîsnekirin jî “raveya wê” têt gotin.

Îja heke vegêr/bêjer behsa rûdaneke diltezîn bike û ji wî warî –ku mebest li ser e- êşiyabe, kerb û rika xwe di “ravkirinê” de dide der, mîna:

Ez çûme Mûsilê çi xweş war e/ Ez çûme xopanê (Mûsil wek xopane têt pênasekirin di cara duyê de) (..)

Heke dengbêj bi vî warî dilxweş be, te dî got: Ez çûme Wanê berda deşt e/Ez çûme avayê (dixwaze Wan tim ava be) (..)

Êdî piranî ji bo neyînî û bûyerên dilşewat, raveyên mîna “wêranê, xopanê, bişewite, malîwêranê, xirabê, nemayê” tên gotin.

Ji bo dilxweşî jî piranî “rengîn, mîna Ameda rengîn; delal, -Zaxoka delal, ava, avayê” tên gotin.

Vê carê em bala xwe bidine ser strana Pêrokê.
Em çûme “Pêrokê” rêka evrazî/ Ez gihîştime “bêqewlê” rêka evrazî

Min dûvçûnek ser navê Pêrokê kir. Tu warekî bi vî navî tune ye, ger hebûya qet çi şik tê de nîn in ku di benda ducare de dê dengbêjî bigota “Ez gihîştime avayê/xopanê/wêranê/ û her wesfek dî ku ji bo warekî bêt bikaranîn dê bi kar aniya. Lê na! Ebed.. Li virê navê “Pêro” –ku heman wext navê komestêrkekê ye- bi “ravekirina” –bêqewlê” têt teswîrkirin.

Ka kî dikare bibêje, welê nefikire ku ev bêqewlî” amaje bi “ger û geşteke di asta astral” de nake! Çimkî gelek ron û aşkere ye ku di vir de, “qewil” nemaye, zeman tune ye. An jî zemanê wir û zemanê vê dinyaya me ku dengbêj wek “waten” binav dike, hev nagire. Zemanê li Pêroka bêqewl û zemanê li “watena bêjerê” me, du wextên ji hev cihê ne û bi ser hev ve nayên.

Xuya ye, şairê me dema çûye stêrka “Alberanê/Pêro” heman wext, aliyekî wî, li vî “watenî” jî asê maye û bîra vê derê dike.

Gava bîra vê derê dike heman wext li pêla wê derê jî hişê xwe bi ser hemdê xwe de ho dike û xwe sê bihost û çar tilî ji kinarê dilî dûr dike û dibêje, “bilbil dixwînit hewar û gazî” û bi vê pênaseyê spehîbûna wî warê bi dar û ber, bi bilbil û şalûl, belkî bi kanî û robar jî tîne ziman.

Ne tenê li wirê, ev hene; mirov jî hene. Heta wesfên wan jî, “rû sor in, xal diperinê” xuya ye, gwînê van candaran piçekî ji me mirovên vê dinyayê cudatir e û “xal û nîşanên ser dêm û laşê wan” li bedewiya wan zêdetir dike. (helbet bi çavên şair û dengbêjê me yê Pêrokdîtî)

Bêqewl, hevnekirina zemanî ligel têrnekirina demê jî têt û gava qewlê te û qewlê wir neçûn ser hev, ambiyansek pêk nehat, tu derkinar dibî.

De ka kerem kin, em şêlekê pêkve biçin Pêroka bêqewl û ji vê dinyaya ku ji me “kurdan û bextê me re” timî tim “bêqewl e” xilas bibin.

Ez d’çime Pêrokê, rêka evrazî/Ez d’çime bêqewlê, rêka evrazî
Bilbil wê dixwînit, hewar û gazî/ ey jaro dilo, watenan dixwazî

Kî dizane, belkî “waten” jî mîna “pêrokê” her navê warekî ji wan warên sê bihost û çar tilî doranên dilî; çar bihost û sê tijî li çerxûfeleka ruh û giyanî bit!

Ev dinya sindoqek derî qufilkirî, hezar hezar raz û nepenî tê de kitirî
Kî dizane di navbera ‘Pêrok û Watenê’ min û te çend umir, donedon kirî
Çend qewl û qiyas, çend mirin û jiyan pêkve pîr kirî û pêkve jibîrve kirî    

Wa ez diçim Watenê Pêrok di ber de
Wa ez diçim Pêrokê Waten bi ser de
Were dest bide dest, dil bide ji dil de   

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi