Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Pêjna kurdî, salonên ‘ving û vala’

Pêjna kurdî, salonên ‘ving û vala’

Ev gazin ku heta radeyekê rastiya me ya rût û rewal, vê pêlê ser devê me gelek kesan bûye benîşt: salonên xwendinên kurdî çima ving û vala ne?

Çima nivîskarên kurd li hev kom nabin û çima nayên bernameyên hev, berhemên hevdu naxwînin û ji hev re çav û pîvazê ne?

Ev pirs, vê pêlê, gelek têt kirin û rehme li dayik û bavê wî ye ku bersivek bo vê pirsê hebe. Tune mixabin!

Lewra ez dixwazim teşenê pirsa xwe biguhorînim: Aya çi tişt mirovî tîne cem hev?

Berîya çend salan, belkî “pêjna kurdî” bes bû ku em xwe li hev bigirin û çawan wek “sîr gazinan ji pîvazê bike” –Çu kes ew qasî bê guneh nebû ku rahêje wî kuçî û tê werke- em jî welê çav di çav de me simaq difirote hevdu jî, dîsan jî carina kew li berî diket û bi hin minasebetan em dihatin dîwana hevdu û me guh dida kelam û galgala hev.

Niha pir aşkere em ji hev bir bir bûne.

Berê kurdî têra hindê dikir ku em bêne gel hevdu paşê ji bo kombûna cem hev, me çavê xwe kuta banekî. Ew ban, an saziyek bû pişta xwe dida “hêzeke mezin a siyasî” an jî “weşanxaneyek” bû, mîna kolikekê me xwe tê de stare dikir û em tim, di dîwan û civatên xwe de “xwe bi xwe” man. Me ji xwe re stra û ji xwe re vegêra.

Xuya ye, ev jan û sancûyên “guhorînê” ne, herçendî ez ji “guhorînê” bêhtir “pêşveçûnê” tercih bikim û binecîtir bibînim jî, pir ron û aşkira ye ku wekî zanayekî gotî, “Tişta neguher tenê guhorîn bi xwe ye.” Ango em qonaxeke nû digihêjinê.

Serencama me, berê ku tenê “hesta kurdîbûnê” em digihandin hevdu êdî ber bi hesta “li bin banekî xwe stare kirinê” cî guhart û niha jî çavê me li asoyeke nû ye, ku ev dilînî me bixe nav bizavê: Em ê êdî li dora ramanan kom bibin û ancax ku “gotûbêjek her çendî bi kurdî be jî” heke gazî hest û ramanên min neke û me bi hiş û hişmendî “cezb” neke, ez ê zû bi zû neçimê.

Lewra êdî “zeman” nîrekî stûbir e li ser jiyanê û tu mecbûr î dema xwe “bi qelîte” derbas bikî ku ew ji te re, ji pêrabûn û xeyalên te re wecgir be. Heke weca wê bo te nebe, tu xwe nadî berê.

Xuya ye, qada edebiyata kurdî ji binemayê “demogojîk” û “hîsterik” xwe dadiweşîne û çav dikute “asoyên ramangerî û hizirkirinê”

Êdî serdema “edebiyata mexdûriyetê” bi dûmahîk têt. Êdî tenê kurdînivîsîn têra me û xeyalên me nake, ji me re rûbarên nû, asoyên berfireh, pirrengînî, helsengranjdinên analîtîk dest pê dikin.

Êdî ew roja ku “xwendevan bêt û ji nivîskar bipirse, “te çima ev peyv na lê ev peyv bi kar aniye” û nivîskar jî “ji bilî berhema xwe” behsa her tiştî jê re bike” qediya û niha dema karûbarên pisporane dest pê dike. Êdî ne nivîskar lê “berhema wê/wî” dê biaxive.

Êdî weşanger bi çavê “ka ez ê çiqas ji goşt û dohnê wî sûdê werbigirim”, “ka ez destekî piştgiriyê bidime vî rebeno” dê nikaribe nêzîktêdayînê bi nivîskarên xwe re bike; êdî her tişt dê vegere ser bingeheke rastîn nexwe dê ev salonên deh-panzdeh kes lê kom dibin dê bi tevayî ving û vala bibin û derî bên girtin.

Edebiyatekê bifikirin, şûna berhemanînê, şûna afirandin û pêşvebirinê “werger” wek “şahkar” û karekî di ser her tiştî re têt dîtin. Di panelan de ji nivîskar bêhtir weşanger diaxivin û xwendevan, nivîskaran wek melayê mizgeftê dibînin çi nemaye jê re bibêjin “ka ji kerema xwe devê gur bibene da bizina me ya maye çiyê nexwe

Ji serî heta binî li vê texma me her tişt berevajî diçe.

Diyar e, ev sancû û janên guhorîna qonaxrawirtinê dê me hê gelekî biêşîne. Dîsa jî, ligel her tiştî, hê jî şêla me û vî zimanî ligel hevdu maye.

Yegane çare ev e, -helbet bi raya min- her kes karê xwe, bi awayê herî baş bike û banga min, bo navmala me kurdînivîsan; heyra çu kes nanê çu kesî naxwe, netirsin, ev şêl têra me hemûyan dike. Ji kerema xwe dilê xwe li hev vekin û guh bidin dengê hevdu.

-Ez bi xwe heta ji min têt, xwe di bernameyên hemû nivîskarên kurdînivîs re digihînin bêyî ku binêrim kitêb ji kîjan weşanxaneyê derketiye û fikr û zikra wî/wê çi ye.

Bawer bikin, li her derê, îlem tiştek heye ku mirov jê sûdmend bibe û tiştek heye ku mirov hê piçekî bêhtir ji vî zimanî, ji dilê van mirovan hez bike.

Ji bîr nekin, hezkirin şîfa ye û ew yegane ye tişt e ku hindî tu jê dixwî her zêdetir dibe.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi