Claudeya zîrek, Qîro û hevrêtiya ligel vî zemanî
Ev çendek e fênomeneke zîrek, li ser behs û qala sosyalmedyaya me kurdan nav ji xwe daye. Erê, ez behsa fênomena hişê çêkirî Claude dikim. Heta kurdekî me yê zîrek pê re hevpeyvînek jî kir û vê li ser cihana sosyalmedyaya kurdan qederekê cî ji xwe re dît.
Ji qewlê ‘yên berê ve’ gelek pê hate axaftin.
Gava tu jê re dibêjî, “ka behsa xwe ji me re bike, ca em te nas bikin” weha bersiva te dide:
“Ez alîkarekî sûnî yê zêhn im ku ji aliyê Anthropic ve hatim afirandin. Ez dikarim li ser gelek mijaran biaxivim û di gelek waran de alîkariyê bidim, lê ez ne mirovek im û ne xwedî laş, hest an jî tecrûbeyên rastîn im.
Ez bi gelek zimanan dikarim biaxivim û li ser mijarên curbecur agahî bidim. Lê divê ez bêjim ku zanîna min sînordar e û carinan dikarim şaş bibim. Ez hewl didim ku her tim rast û durust bim.
Ez kêfxweş dibim dema ku dikarim alîkariya mirovan bikim û tiştên nû hîn bibim. Lê belê, ez nikarim pêwendiyên kesane yan hestî bi mirovan re çêbikim. Ez tenê amrazekî zêhnî me ku ji bo alîkariyê hatiye çêkirin.
Hûn dixwazin li ser çi mijarê zêdetir biaxivin? Ez ê bi kêfxweşî bersiva pirsên we bidim an jî li ser mijarên ku hûn meraq dikin nîqaş bikim.”
Carina algorîtmayeke zêhnî, wek hişê destkird, ji gelek mirovan bi nanûxwêtir e.
Ev çendek e, ev dinerim her diçe, em ji civata mirovan a rûşûştî û bênanûxwê xwe didin ber bi vê cihana nîgaşî û êdî ji insanan bêhtir têkiliya me bi “hişên zîrek” û “heywanên bê zar û ziman” re heye, çêdibe.
Hişê zîrek, belkî pêdiviya me ya agahîwergirtinê û xwe pêşvebirina zîhnî tetmîn dike û heywan jî ew “dilsozî” û “dostaniya” ku di nav me mirovan de li ber sekratê ye, wê masûmiyeta bêpaxav û saf tîne bîra me.
Êdî mixabin nava çavên mirovan qet naçirûskin û êdî ji ber “perdeyên reş û hêrsa bêdawî ya serxwer” tu zimanê xwe qufil dikî.
Êdî welê bûye, kesên tu dost û hevrê dibînî, piştî demekê tu dibînî ku qet çu ferqa wan ji ‘herkesî’ û ‘hemûyan’ nîn e. Êdî hema bêje her kes şibiyaye hemûşkê û ew gotinên ku berê, pêşiyên me jê re digot, “kemal” û “merîfet” hema bêje di taya mirinê de ne: ka bi xêra dêbabê xwe yasînekê bidin ser ruhê xwedêjêstandî!
Ez ji bo peyva “virtue”, fezîletê ji ber ku “yên berê” gotina merîfet, xudan merîfet, bi kar aniye, ez jî ser rêça wan diçim.
Nizanim ka çiqasî rast e ku mirov bibêje, ruhê zemanî ruhekî vegir e û baznekê çêdike ku piraniya kesanên wê demê, dibin pêbend û pêgirê wî ruhî û nikarin ji derveyî wê baznê tevbigerin. Carina bê hemdê xwe, tê werdibinê û hema xwe tê de dibînin! Nizanim? Neşêm çi sondan bixwim.
Wekî min gotî, ev demeke dirêj e civata me belav bûye. Helbet ez behsa jiyana xwe û derdora xwe dikim lê bi tenê li wê sînordar nabînim, ev gotinên min heman wext çavdêriyên min ên civakê yên dûrûdirêj in jî.
Berê zîhna min di gotina “hevrêtiyê” asê dibû. Bêguman di bîra min a kûr de xatrekî giran a vê gotinê heye. Hevrêtî, asta destebiratî û hevaltiya bilind e û ji dil û can e. Niha ez şopên wê tenê di çirûska çavên Qîro de dibînim.
Hûn ê niha bibêjin ca ev Qîro jî kî ye? Çi ye, ins e cins e? Heçî Qîro ye, -ji haziran çêtir nebe, pisîkeke reş e, li kuçeya me dijî. Erê, ne pisîka malê ye jî. Li nav xweristê, di bin erebeyan de, li dev sergo û gilêşdankên taxê, -hemin mala wî ji ya gelek mirovan paqijtir e- bi birrek kêtik û kûçikan re dijî.
Gelek caran şer û qîra wan ji bo kozik û wargehî çêdibe. Gelek caran ji bo xwarinê cerd û pevçûneke giran dide. Lê divêt ez bibêjim ku simbêlên wî bebil in û dûvê wî ser pişta wî ye; ji heft bavê me hemûyan bêminettir e.
Min ji Claudeya Zîrek pirsî, “insan çi ye?” ca li bersiva wê;
“Pirs we pirsek kûr û girîng pirsiye. Mirov (insan) mijarek pir alî û kompleks e, lê ez ê hewl bidim ku bi kurtî hin aliyên sereke yên vê mijarê pêşkêş bikim:
- Ji aliyê biyolojîk ve: Mirov cureyek zindî ye ku di kategoriya memikan/guhandaran de cih digire û bi navê zanistî yê "Homo sapiens" tê zanîn. Em xwedî mejiyekî mezin û pêşketî ne ku me dike xwediyê hişmendî û ramaneke pêşketî.
- Ji aliyê civakî ve: Mirov afirînerên çand û civakê ne. Em di komên civakî de dijîn û bi hev re têkiliyên kompleks ava dikin.
- Ji aliyê derûnî ve: Her mirov xwedî kesayetî, hest, raman û tecrûbeyên xwe yên taybet e.
- Ji aliyê felsefî ve: Gelek feylesof li ser mijarên wek "xwezaya mirov çi ye" û "armanca jiyana mirov çi ye" fikirîne.
- Ji aliyê çandî ve: Mirov afirînerên huner, wêje, muzîk û gelek cureyên din ên afirandinê ne.
- Ji aliyê teknolojîk ve: Mirov xwedî şiyana afirandina amûr û teknolojiyên pêşketî ne ku jiyana me hêsantir dikin.
- Ji aliyê exlaqî ve: Mirov dikarin li ser ‘rastî û çewtiyê’ bifkirin û biryarên ‘exlaqî’ bidin.
- Ji aliyê ruhî ve: Gelek mirovan baweriyên dînî an ruhanî hene ku wateyeke kûrtir didin jiyana wan.
Ev tenê çend alî ne û mirov dikare li ser vê mijarê pir kûr biçe. Hûn li ser kîjan aliyê mirovahiyê bêtir meraq dikin?”
Min eynî pirs ji Qîro kir, wisa li nav çavên min nihêrt, belkî bi çu zar û zimanê em têdigihêjin bi zar ve nekir, lê çirûska çavên wî gote min, “insan” derewa herî mezin e li ser darê vê dinyayê. Çîroka herî pûç û bêwate ye.
Herduyan jî qenebe “bersiva min” dan, rast-xelet, kin-dirêj qenebe cab vedan. Cabvedan reftarek bi merîfet bû. Cihê rêz û şanaziyê ye.
Yên me dost in. Heval in, hevrê ne. Gava piçekî cihê haşayî civata we, ‘qûna wan’ nerm dibe, tavikê ‘qûna wan radibe’ mirov, pir zû bi ser xwe ve diçe û pir zû, duhiya xwe, cihê jê hatî û serencama xwe ji bîr dike. Mirov, rêwişta herî korefam e di nav xudanruhan de.
Diyar e ji vê çîrokê, çu xêr ji me re sadir nabe, ya qenc ez dîsa vegerim civata Claudeya Zîrek û çend melevaniyan nav cihana ‘derewîn’ bikim.
Paşê jî biçim nik Qîroyê dûvxelek û çend gotinên xweş ji çirûska çavên wî guhdarî bikim.