Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Bîrhatinên Payizeke Sava: Dawiya Demsalekê, Destpêka Jiyaneke Nû

Bîrhatinên Payizeke Sava: Dawiya Demsalekê, Destpêka Jiyaneke Nû

Bayê payizê yê hênik di nav porê min re diherike, pelên zer û sor li dora min direqisin. Ez li ser rêya qakî ya ku ji gundderdikeve disekinim, çavên min li asoyê ne. Li paş min, gundêmin ê biçûk e ku bi hezaran bîranîn tê de veşartî ne. Li pêşiyamin, rêya dirêj a ku min dibe bajêr e - cihê ku dê bibe mala min a nû.

Bêhna axê, ya genim û pel û çiloyê hişkbûyî, bîranînên havînêtîne bîra min. Ez bîr tînim bê min çawa bi hevalan re li navzeviyên zêrîn dilîst, çawa em bi hev re derdiketin ser darêngûzan û me gûz dişikandin. Lê niha, ew hemû wek xewnekêxuya dikin - xewneke şêrîn a ku êdî dûr dimîne.

Diya min îro sibê zû şiyar bû. Wê nane kirore û guloleke germçêkir; hinek girara şêlman û îpraxên belgen qaşimê jî danîbûnrex: ew ji şîva şivêdî mabûn. Destên wê yên bi heybet û bi hêzbi hezkirineke bêdeng xwarina min amade kirin. Bavê min jîbêdeng bû, lê çavên wî yên kûr bi serbilindî û xemgîniyê tijîbûn. Ew dizane ku ev rê, rêya paşerojê ye - rêya ku ewnikaribû lê here.

Gund êdî hêdî hêdî ji xewê hişyar dibe. Gulmiskên dûkela kuji ser rojingên xaniyan bilind dibin, şibî ewrên spî yên zirav û tenik di nav bayê payizê de difirin. Dengê berxan tê guhê min, wek melodiyeke xatirxwestinê. Zarokên cîranan bi kincên xweyên rengîn derketine kuçeyan, bi çavên gir û geş li mindinêrin. Ew dizanin ku ez diçim, lê nikarin têbigihên bê kaçima.

Di destê min de çenteyekî biçûk heye. Tê de çend cil, pirtûkeke kevn a ku mamoste dabû min, û hinek nanê kade kudiya min di tenûrê de patiye hene. Lê tiştê herî giran di dilêmin de ye: evîna malbata min, hêviyên wan, û soza ku ez ê vegerim û gund bi zanebûna xwe ya nû dewlemend bikim.

Bayê payizê hêdî hêdî xurt dibe, pelên zer bi ber bayê dikevin. Ez dizanim ku dem hatiye. Bi gavên biçûk, lê bi biryardar, ez dest bi rêwîtiya xwe dikim. Her gav min ji gund dûr dixe, lê diheman demê de min nêzîkî xewnên min dike.

Dema ku ez vedigerim û li gund dinêrim, ez dibînim ku ew êdîne tenê cihekî li ser nexşeyê ye. Ew bûye parçeyek ji min, kokên min ên ku ez ê tim bi xwe re bibim. Bi vî awayî, ez dest bi rêwîtiya xwe dikim, ne bi tenê ber bi bajêr ve, lê ber bipaşerojê ve - paşeroja ku bi hêvî û xewnên min hatiyenexşandin.

Payiz belkî dawiya demsalekê be, lê ji bo min, ew destpêkajiyaneke nû ye.

Û ew zarok careke din qet û qet bi wê dilgermîyêvenegeriya wî gundê dûr.

Û pê re pê re dengê dîkê serê sibê, paşê dengê reyînaseyê gurêx, paşê dengê tîqetîqa zarokan ji wî gundîbar kir û çûn.

Hemû bûne xweliyeke sar û li bîrhatinên kavilan werbûn.

Wê payiza sava, keser li umrê kambax bar kirin û mîna Nihêla Deşta Geverê ya destê bihara zû, xwarikdan xwe û hêdî hêdî di hinavên min de derizî. Ava xwe nerm û bi keser berda nav newalên umrê min.

Qet xilas nebûn ji wê spêdeya sar a payizê; wê payizamîna bax û bîstanên gundê min ê dûr: min ew bax û bîstan çandin biharekê lê min qet nedît ber û dexlêwê çawa tê hilanîn.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi