Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Vegera Kemal Burkay

Vegera Kemal Burkay

Duhî li Amedê rûniştina Doza KCKê hebû, rûniştin bo îro hate paşxistin. Li Enqereyê, Şêwra Bilind a Leşkerî (YAŞ) li dar bû û di dîzayna nû ya dewleta KESK de, Serkaniya Dewleta Tirk tê dariştin. Li Sûriyeyê, kolanên Hama û Dêrezorê îro jî bi dengê hingaftina top û tangan dihejiya, xwîn serîyan dibe…

Ev hemû li çep û rastê me, di vê kelegerma ku îro “barûmetre”yê (pîvera sar û germê) li Amedê 47 nîşan dide de pêk dihatin. Ji mehan meha REMEZANê ye.

Ev heyv di literature îslamî de wek “Mîrê diwanzde mehan” tê binavkirin. Li gorî îslamê, “ev mehên heram in” û nabe di van sê mehên pîroz; Receb, Şaban û Remezanê de şer bêne kirin, xwîn bête rijandin û misilman qesta xwîna “birayê xwe yê misilman” bike.

Em ji nûçeyên ajans û tvyan bi serdêrên flaş û lezgîn, her roj xebera “kuştin û malwêraniyên nû ya ciwanên gerdenaza yên canemerg” dibihîzin û wekî “rûtîniyeke” jiyanê, bi kuştin û xwînê radibin û rûdinin.

Di vê atmosfera ku Îran, wekî “Dehaqekî çavsor” qîlên xwe tûj kirine û bi ser serê gerîlayên PJAKê de “agirî dibarîne.

Li Tirkiyeyê, hikûmeta di bin serkêşiya xwedanê ji sedî 50ê dengên Tirkiyeyê Receb Tayyip Erdogan de, ku “Bi gurgî re goştî, bi mihê re giya dixwe” û li ser têgiha “bila rondikên dayikan bes birêjin” diçêre û bi vê re jî her roj dayikine dîtir çav bi rondik û dil bi agir dike, bi tevayî ji aqilî hatiye girtin û niha di sergêjiya “aqilgirtinê” de digevize.

Erê, tam di vê atmosferê de, li ser tvyan belav dibe ku KevneSerokê PSKê Kemal Burkay ê ku medyaya Tirkî di nûçeyên ku servîs dike de wî wek, “şair, siyasetzan û rewşenbîrê kurd ê 30 sal e li diaspora Ewropayê” dide nasîn, vegeriyaye welêt û bi ser wî –wekî kewa di rekê de- nêçîra antî-propagandaya PKKê xweş dike û rimê “îzolekirina BDPê” û reşkirina siyaseta kurd a legal tûj dike.

Xuya ye, vê carê “fîguran” cuda ne, lê leyîz her leyîza van 30 salan e û bawer nakim ku çu kurd hin “korefam û bêaqil” mabin ku pê bixapin!... Welew, niyet qenc be jî –ez bawer nakim- dîsa jî wekî mînaka “yê derewîn ku mala wî şewitî kesê jê bawer nekir”- ez bawer nakim çu kurdê xwedan aqil û têgihîştî bi vê dek û dolabê bixape.

Ez bi xwe digel hindê me, bila statûyek bo me kurdan bê dayîn ku pê mafên me yên kolektîf ên însanî di bin garantoriyê de bin, çi be, navê wê çi be, ferq nake, lê wekî şev û rojê aşkera ye, heta kurd yek bin, dê neyarên wan jî wisa dir û dirinde, har û çavsoriyê bikin.

Ji hêrsa wan fêm bikin ku riya niha kurd û siyaseta wan dike, riyeke rast e. Çimkî çu carê kêfa “dijminan” bi kurdê hişyar û xwedan bîr û boçûn û bi rêxistin nayê, ew tim dixwazin, em peregende, berminet, stûxwar, xulamên ber destê wan, çav li “aferîm û serxurandineke” wan bin…

Di felsefeya avakirina vê dewletê de mixabin û sed caran mixabin hêj jî têgihîştina “kurdê herî baş kurdê miriye” li dar e û ya dîtir, tenê teferuat in.      

Welhasil, Kekê Kemal Burkay, di vê hengameyê de vegeriya Tirkiyeyê, medyaya Tirk “wekî ku demokrasiyeke bilind a bêmînak bi cî hatibe” ev veger servîs kir; lê li welatê ku “siyasetmedarê kurdê spî” lê vegeriyayî, hê jî bi hezaran gênc û lawên kurd di zindanan de ne, bi dehan hilbijartiyên kurd girtî ne, bi dehan siyasetmedarên kurd hefs kirine, gelo Birêz Burkay dê behsa vana jî bike?

Ez bi xwe di vî warî de gelekî “xweşbîn” nînim.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
6 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi