Serkêşî an paşkêşî
Ev nivîsa min rexneyeke navxwe ye, gazinê li xwe dikim. Bila çi kes dilê xwe nehêle, belê ji ber ku dilê min diêşe ez van rêzikan li vê derê direşînim.
Em xelkê Culemêrg, Gever û derobera wê, pesnê xwe bi kurdîniya xwe didin. Em wisa hizir dikin ku serkêşiya kurdîniyê em dikin û pîvera me ya bo vê çendê jî, reaksiyonên polîtîk û çalakî ne.
Her wisa em wisa bawer dikin ku kurdîya me jî gelekî zelal e, ji ber ku destê hêzên serdest gelek negihîştiyê û ev herêma me, bi niştecihên xwe xwerû kurd e, em xwedan avabtajeke wisa ne ku pêl û şilqên asîmîlasyon û pişaftinê gelek kartêkerî li me nekiriye û em “xwerû kurd” mane.
Ez bi xwe bo van îdiayan gelekî xweşbîn nînim. Mixabin, em xelkê Culemêrgê tenê “di cîhana xeyalî” de serkêş in. A rast, em bi ware polîtîk zêde “xav” û “tazegiha” ne, bo warê kultûrî û edebiyata kurdî jî “li dûv xelkê hemûyê mane.”
Cihê mixabinê ye ku em ê ku li ser “gênc û xizînekê razayî ne” di xeweke giran de ne û qet hayê me ji bayê dinyayê nîne.
Culemêrga ku warê Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî, Feqiyê Teyran, Pertew Begê Hekarî, Elî Herîrî û bi dehan edîp û zanayên kurd ên navên xwe li herfên zêrîn li sere çiyayê Cêlo û Simbî, Gare û Kato kolane, îro di vê bîwarê de paşkêşiya hemû xelkê Kurdistanê dike û hêj çu deng ji xwe neanîne.
Mixabin niha hestiyên van pêşengên me “di gorê de” diêşe.
Li ser têgihîştina “cuha av lê çûyî dê her lê biçe” gava mirov berê xwe bide rastiya xelkê Culemêrg-Geverê ya îro, tezing dikevine dilê mirovî.
Ev dêz û hêlîna xweşmêran, ev welatê çiya yê lîsê egîd û fêrisemêr û pilingejinan, îro wekî tenûreke sar û sikitî ya edebîyatê, paş xelkê diçe û li vê meydana vala ya hunerê, cirîdanê nake. Çu deng ji kozika wan nayê.
Nexasim xelkê vê derê, xwendayên vî warê asê li gorî deverên dîtir ên Kurdistanê xwedan gelek avantajan in. Hê jî, li vî warî kurdiyeke zindî heye, hemû gund û derobera wê ji heft heta heftê salî xelk bi kurdî diaxive, bi kurdî dikene û digirî.
Ez vê yekê gelek meraq ikim: Ji bo çi law û keçikên vê derê li dûv vê demarê naçin û pêleke edebiyatê ji vê derê ve geş nakin?
Jixwe hûn hemû bi kurdî baş dizanin, hema dê xwe fêrî rastnivîs û gramerê bikin û paşê li ser wê kevnetora zengîn nivîseke nû ya modêrn bînin pêş. Li şûna ku bi çand û kultûra “Çok Güzel Haraketler”ê ve, ev mîrat bête talankirin, li şûna ku xelk li mêrga me biçêrin û “edebiyata xwe” pê qelew bikin, ma em wê ya Yılmaz Erdoğan û hevalên wî dikin, bikin û xwedaniyê li kultûra xwe bikin, ma çêtir nabe?!
Ez hez nakim gotinê dirêj bikim. Jixwe yê têgihîştî têgihîşt, bo yê nefama hewceyî bi gotin û serêşandinê nîne.
Xelkê Culemêrg-Geverê, di her warî de hêjayî serkêşiyê ye. Bes e, paşkêşî hêjî me/we nîne. Bo vê çendê jî, dest pê bikin, kurdî meydaneke berfireh e, wekî deşta Geverê pan û fireh e, wekî çiyayê Simbî bilind û qewî ye, hema tenê, hûn dil bikin ku lê geşt û seyrana peyvê bikin û wê madena bêhempa bînin derê û bixebitînin.
Bila êdî gava behs dibe Culemêrg û edîbên wê, em nebêjin, “neherê, navê giran lê warê wêran e”, bila em bişên çend navên romannivîs, çîroknivîs, helbestkar, şanoger, sînemagerên kurd ên pêşhatî û jîr ku hemû kurd wan dinasin û pê serbilind bin, yên ji Culemêrgê nîşan bidin.
Bila li bîra we be; Hûn neviyên Ehmedê Xanî ne,
Hûn neviyên Melayê Bateyî ne…
Ewan ala kurdî rakir û îro her kes bi wan serbilind e, niha jî dora we/me ye.