Li welatê min ‘befra sor’ lêkir
sibe, zemherîr
gulikên krîstal bi ser bajêr de dinimin
gurmînî masûmiyeta spî sor dike
befir êdî sor diweşe ji ewran
û di ber guhê min, “befir barî” ji dengê Mihemed Arifê Cizîrî…
ji nişkê ve bi xwe ve têm: perda çavên min zora hiş û bîra min dibe; bêhnek dî xwe li Robozikê dibînim; di zikê hêstiran de bedenên hincirandî… befir barî, befir barî…befira sor bi ser me de barî.
zivistan dijwar tê welatê min; wek pîremêrekî ber dîwaran bi tena xwe mayî, diqerimin di destê sermayê de; sirê birim, sermê birim û ji serma mirim di hembêza welatê xwe de…
nîn e çu mecal bo vê çileya har: her êvar bajêr berî çavên xwe bimiçîne bi dengê top û tivengan dilerize, sibe, berî tavê gule bi ser bajêr de vedibin û berî dîkê sibê lûliya tivenga jehrî dixulxulîne.
li welatê min, pêçek di hembêza dayika xwe de tên hingaftin, term li ber tavê, di sengeran de dirizin. xewa dilê dêûbavan, zêmareke bêdûmahîk e, her dilorîne, her dilorîne; sibe û êvar di zikê hev de birîndar in.
êdî Mihemed Arif strana “befir barî” nabêje, -befrokê lêlavê, bes were mîratê! jî êdî tenê awazeke berze ye. lûle vedireşin, strana sor ji ser erd û asîmanê welatê min deng vedide: asîman bi refên çûk û teyrên mişext tarî ye.
berê mirovan li nediyariyê: malan bar kir lê lê lê, koç bi rê ket way way…
gavek dî li paytexta mîran im, mela tê pêşiya min; mîr û giregirên botan pê re, govenda mirinê; -Ez xelef im, xelef im hawar e mîro hawar e! Nisêbîn im, di keziyên xewnbanûyeke mîtanî de hilawîstî, sor û qurmiz berf bi ser min de dibare. piçekî jî farqîn im, şahsiwarekî merwaniyan li meydana belek, bi selika mîrê mîran zembilên hêviyê digerînim ber qesr û qonaxên azadiyê.
niha gever im, gevera pan, ya xopan; têjikên pilingên welatê zaxrosê di ber sînga xwe dimijim û wek cêlo palpişta rojên ronahî me.
ez ew dêz û keleha qedîm im siwarên îskenderê mezin –siwar hatin peya lê çûn- niha ez perestgehek li çiyayên asê me.
…û gulte gulte befir sor dibare bi ser welatê min de…