Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Leyla Zana çi dibêje?

Leyla Zana çi dibêje?

Satranca siyasetê li Tirkiye û Kurdistanê bi çep û rastkî di qoşxaneya Pirsa Kurd de li ser agirê “xwîna mirovan” bi hemû dijwariya xwe didome.

Rojên germ bi hemû sotiniya xwe xwe nîşanî me didin; Xizîran hat û xizîrî, Kurdistan –bi taybetî deverên deştî- kizirî/n.

Hê jî pêla girtin û derdestkirina siyasî û bijartiyên kurd berdewam e. Her roj bi pêl û şilqeke nû ya girtinan çavên me li roja nû vedibin.

Hikûmetê bi ser devê Serokwezîr Erdogan, “Kurdî weke derseke –heke dil bixwaze-“ qebûl kir û çav lê ye salan bê ji sinifa 5ê û pê de di nav dersên -heke dilê we bixwaze- de Kurdî jî hebe.

Hûn ê niha bibêjin, lê heke dilê me nexwest?

Ew ê bibêjine we, -Ma çi kesê benik nexistine g…ên we!

Vêca di hengameyeke weha de, Leyla Zana weke birûskê ji nişkê ve kir şingg û bi hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Hurriyetê re di nav behs û xeberan de pala xwe veda.      

Leylayê, vê carê ne ji Meclisê Enqereyê lê ji rojnameya Enqereyê deng kir û xwest “cuheke nû” ji benda zeviyê re bîne.

Ez welê têgihîştim ku Zanayê xwest bêje, heke mebesta me biratî be û pêkvejiyan be, diviya em “dilê hev xweş bikin” û li ser vê binemayê pesindayîna Muhteşem Teyyîp jî tê de, xwest çaviyekê li vê deravê bike…

Û dibêjin ku Leyla weke berdevka hin derdorên “xeta netewegir a Kurd” ji binve binve hatiye PÎJkirin.

Îdia weha ye;

Dewleta Tirk, di ber bayê konjonkturel ê cîhanî û kawdan û pêşveçûnên li deroberê û bi taybetî helkeftinên li der û cîranan, û dibetiya ku Herêma Kurdistanê serxwebûan xwe ragihîne, di çarçoveya perspektîfên Washingtonê de dixwaze û dil heye vê Pirsê bi awayekî “HEL” bike.

Malûm e, denge û hevsenga herêmê barê pişta Tirkiyeyê jî girantir dike û pêşveçûnên muhtemel dihêle ku herdu piyên wê cot bikevin pêlavekê, ji bo bikaribe ji vê girêkê bifilite, dest bi danîneke projeyeke berfireh kirin.

Li gorî vê, KURD dê hebin lê diviya dorhêla wan berteng û marjînal bin, di helkeftinan de zêde aktîf nebin da ku BAZARê neşidînin.

Ji ber hindê, Plana yekê: dê Baskê Çep ê PKKê yê legal dê bête îlegalîzekirin û di bin navê KCKê de dê Baskê nêzî Çepê Tirkan ê Sekuler dê bête bêbizavkirin. Ji bo vê bi lez û bez dest bi operasyonên binçavkirin û girtinê kirin.

Meydana xalî, divê bi yên "KEDÎTIR" bête dagirtin; bo vê berê xwe dane bazaar Ewropayê û li dora PSK û bermahiyên wê geriyan, Burkay anîn pêş, ew negirt, vê carê xwestin hinekî dîtir biçine ber derazingê û pirtir nêzî navmalê bibin.

Diviya yeke ji nava malê bihata dîtin: LEYLA ZANA.

Çima Zana?

Çi ko Zana di “xeta netewegir” de dikare heta deverekê pê re bi rê ve biçin.

Ji bo vê berê ceza danê, çavên wê tirsandin, piştre li Ewropayê hin civîn çêkirin û TEKSTEKE AXAFTINÊ dane destê wê.

ZANAYÊ jî tenê rola jê re hatiye destnîşankirin, leyst.    

Selehatin Demirtaş demildest bersiva wê da; Amaje bi “samimiyetê” kir, Birêz Demirtaş, jixwe di tebîetê siyasetê de “samimiyet” tune ye; Ma xune ev dergehê derwêşan nîne. Siyaset tiştekî weha ye ku divê çu carê HEMÛ DERÎ neyêne dadan.  

Çi ko dawiya dawî, Tu bi kê re şer dikî dê bi wî re aştiyê jî bikî. Tu bi kê re devjeniya siyasetê bikî dê bi wî re muzekereyan jî bikî. Ev surişta vî karî ye.

Ji ber hindê, di siyasetê de nabe ku mirov weke DERWÊŞan bi pirsa SAMÎMÎYET û tiştên weha bikeve. A girîng mesilhet e û lihevhatin û lihevanîn e.

A mihûm ew e, ev XWÎN bes birije.

Û dewletek jî tê de hemû mafên kurdan lê bêne vegerandin û Dewletên Dagirker demildest lêborînê ji xelkê Kurd bixwazin û ji ser axa wan biçin.

A girîng KURDISTAN E!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
7 Yorum
  • amedli xalo / 19 Haziran 2012 Salı 12:09

    yaşar kaya kemal burkay şivan perwer den sonra yazmak istemiyorum dilimde varmaz inşallah duşunduğum gibi değil xuşka leyla

    Yanıtla (0) (0)
  • metin / 19 Haziran 2012 Salı 15:23

    Keko te hem li nal xıstiye hem ji li mixe. ku tu dı mebesta xwede zelaltir be we geleki baştır be. weke din ji ev gel çawa bi Burkay nexapabe bı heman wayi bi Zana ji naye xapandın.

    Yanıtla (0) (0)
  • şahbender yıldız / 19 Haziran 2012 Salı 18:12

    leyla dıbeje arınç erdoğan dılizın rasti emji duxazın serok wezir we doze dawike ija asa nabe şaredere wane kırın zindane iroji idris nayim şahin şaredertiyawi betalkır erdoğan vi qeydi we doze dawike leylaji inanake care gotiye nukare tofke

    Yanıtla (0) (0)
  • ishak bakur / 19 Haziran 2012 Salı 19:14

    heval bırasti tı jıbomın asteki heri jori niviskarti taybeti jibo kurda pır gıringe ez dıkarım bêjım hemû xalan de beşdaritebım lê mın nedıxwesku tu ewqas dıjwar heriser zana

    Yanıtla (0) (0)
  • Bawer / 20 Haziran 2012 Çarşamba 10:07

    Naveroka nivîsê de Leyla ZANA wek pêleyîstokek hatiye pejirandin.Text dane destê wê,ZANAYÊ jî tenê rola jê re hatiye destnîşankirin, leyst.Çi qas hevokên tîj û dijwarin.Leylaya ku li ser surud hatîne nivîsin hema bi carekê dane rexekî.Ma terikandina mirovên fehma ew qas sanahîye? heyf û sed mixwabin...

    Yanıtla (0) (0)
  • xerıb / 20 Haziran 2012 Çarşamba 18:05

    Heyf heyf leyla nezan xwe xıste vı halı.leyla nezan dıbeje qey ew nejevegere xwe dıxapıne kurden bı rumet dema tu basbı qedre te dızanı bes dema tu xırab bıbı dızane. Te baveje sergo jı.

    Yanıtla (0) (0)
  • Ronahî / 22 Haziran 2012 Cuma 03:35

    Serokwezîr dixwaze her kesek wî wek vînekê bibîne her tişt bi gotina wî çê be niha ya Tirkiyê tê diyar kirin jî ew e Leyla ZANA yê jî ew anîye li ser ziman.

    Ji bo we nagire hûn wiha bê insaf biçin ser gotinên ZANA yê Zana Kurde û Kurdistane, ez bawer nakim ZANA tişteke xirab liser Kurdan bibêjê divê hûn jî pîçek rêzê da nîqaşbikin van gotinan...
    Rêz berî her tiştî tê Leyla ne miroveke biçûk û zarokeke divê hûn jî sînorê xwe bizanin.

    Wekî gelek hewalan ez jî pir ecizim kêyfa min ya heyî jî çû!
    Ew xeletiyene par derbarê Şivani da jî hatin kirin belê derkete holê Şivan tişteke xelet negotibû...
    Gelî hewalan zehf gotinên bab bapîrên me hene mezinên me yên Kurdan dibêjin

    XEBERÊ XWE BAŞ PÊJE PAŞÊ BÊJE
    înşaAllah mebesta min hate dîti

    Yanıtla (0) (0)
Omer Dilsoz Arşivi