Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Kurdî bo me tenê (bi) “pere” nake

Kurdî bo me tenê (bi) “pere” nake

Li ser maseyê, li ber wî, li rex xwelîdanka cigareyan a vala, fincanê qehweya nîvî çend lekeyên ji dilopên qehweya rijiyayî ser rûyê maseyê yê camekan ê biriqok pêk hatine, pênûseke stûwar jî cihek ji xwe re çêkiribû. Hilma xwîdana tiliyên wî li ser pênûsê radibû, te digot qey cengawerekî arenaya şergeleyan e û piştî lêkdaneke têr û bêmefer bi birîndarî filitiye û li ser mêrgekî piştî ku birînên xwe kewandine bêhna xwe vedide.

Ji nişkê ve destekî berçavkên dewsa tiliyan leke biriyê û toz û dûkêla rêbaran xwe lê ragirtî û weke dilopên lekeyê pê ve mane hilawîstî, hat û li rex pênûsê, li nik wê birtûka bergê wê sor rawestiya. Şopa xwîdana tiliyên tenik û zirav li ser dûxê berçavkan xuya dikir. Sê tiliyan; ya şadê û mezin bi alîkariya tiliya beranî rahişte çengilê fîncanê û ji ser maseyê bilind kir. Dengê “fffffvvv”ê ji nav lêvan verestî û xwe di bêdengiyê de dadayî, da kifşê ku gulpek dîtir ji qehweya nav fîncanê koçî welatê hinavê wî kir û di rûvîkên wî re xwe berda ber bi dol û newala pizdankê ango mîzdanka ku tiştê ron ê ji rûvikan tê xwe lê digire heta ku ber bi riya derve ya tîrkî ve biçe derê…         

Piştî ku fîncanê xwe li ser bindanka xwe qelda destê wî li ser maseyê ber bi pênûsê ve çûn, hingê bi enîşka xwe ve kitêba bergsor hingaft û wê kir gurm û di lêva maseyê de gêr bû. Weke dayika xwe bêhemdê xwe zarokê xwe biêşîne, kurîşkan li eniyê kire hilda û çîzîniyeke zirav a tûj di cergê wî herbilî. Serê xwe bo aliyê kitêb ketiyê ve xwar kir, xwe daqul kirê û ew ji ber piyan, ji bin maseyê, rakir.

Bi lez û bez toz û gilêşên pê de dadabûn, bi destê xwe vemaliştin û paşê pirtûk rakire ber difna xwe… “ooooooooooo! bêhna wê çi xweş e!”

Weke ku parçeyek ji bedena wî ketibe û êşiyabe, wisa bi awireke zîz li pirtûkê nihêrt. Çend rûpel vedan, bi ber û paş di nav destê xwe de gerand, anî bir… Wekî ku bagerê zora ewran bûbe û tîrêjên taveke tînde bi ser hişê wî bibiriqe û bizeriqe, wisa kenekî nerm î şirîn ku çirûsk veda nava spîka çavên wî, li ser rûyê wî vegeşiya. Bi carekê de geş bû.

Paşê kitêba bergê wê sor hêdîka wekî ku dayikek zarokê yê berşîr ê sava, gava ku xewîn be û binivîne, wisa hêdîka û bi hişyarî ew danî ser maseyê. Paşê ji nişkê ve dîsa rahiştê, ji destmaldanka ser maseyê ku li lêva ya milê çepê bû, destmalek hilkişand û pê ew devera ku dê kitêb danîbayê paqij kir. Leke û toza ku rûyê camekan ê maseyê weke mijekê vegirtibû, malişt û bi dilekî xweş pirtûka bergê wê sor danî wê derê.

Hingê xwe çeng kire çenteyê xwe yê li ser paldanka kêlekê ya vala, fermuara wê bi yek derbê vekir û laptopa xwe jê anî derê. Pê re ji berîka wê deftereke biçûk derxist û pênûsa li kêleka fîncanê rakir û danî ser wê. Paşî laptopa xwe vekir û lênûska xwe hilgirt, ew per per veda, li berperekê sekinî, pênûs danî navê û vegeriya ser laptopê. Ew vekir. Bi rexê çavên xwe li tiştên li defterê nivîsîne venihêrt û tiliyên wî li ser bişkojên laptopê weke mirîşka dikeve ser danî û tik tik diavêje devê xwe, geriyan.

…Ji nav nîşeyên min ên îro… Sal 2012. Kelegerma havînê. Dil xweziya xwe bi zozanên welatê jorî tîne. Ger û geşta xweziyan li ser terazinên welatê bilind ê çiya hezar hezar bawerzên hûnik li nava min diçînin. Lê nikarim biçim. Karê min pir e, derfet dest nadin. Zirûfên jiyanê û şerê li çiyayên Kurdistanê vê xweziyê li ser kovanan dinijine û dihêle bo demeke nediyar…

Rojnivîska min… Ev bû zêdetirê bîst salan e ez bi te re bi vî zimanî dinivîsim. Hingê gava min dest bi nivîsa bi vî zimanî kir, birayên me yên spî, cîranên me yên spî, hemû di hewl û bizava biserxistina zimanê serdestan de bûn. Wan, ji bo di wî zimanî de bibin melevan û pelevan, bi şev û roj xwe ji zimanê min û te dûr dixist, bi çavê bilind li me dinêrtin û bi a wan, “em yên pûç bûn” û her çi be, ava cuha jiyanê jî tim diçû ser dolaba aşê wan û aşê wan digerî…

Salnivîska min… Ew spî bûn, dengê wan bor, pişta wan stûr bû. Ew bi çi dixurîn bi wî digihîştin. Keçik li wan û zimanê wan kom dibûn, kar û pariyê qelew bi taxa wan diket û ew ser ez û tu jî tim û tim yê berbela û belakir bûn. Çi kezîzeran li ber risteyên min û te dil neborandin, çi mêrxas û hevaldostan ji ber peyvên min û te silava xwe li taxa me nexist. Em weke zimanê xwe sêwî bûn. Paşê zimanê min û te ji nav çalên mirinê vejiya, pere kir êdî keçikên çavbelek û porxelek jî lê vedihewiyan –bi zanibe ku devera keçik berê xwe didinê bizane ku bêhneke xweş li wir heye- lê vê carê jî dîsa birayên me yên spî, cîranên me yên ku ji vî zimanî şerm dikirin û tim bi çavê hûrik dinêrte me, bi carê de bûne bilbilên zimanê min û te. Niha hemû dergeh û destgehên vî zimanî, hemû keleh û bircên wî, ketine destê van birayên me yên spî… Ez û dîsa mane ser kulîfekên sar; Heyran ka ev çi dinya ye –Kurdî tenê ji bo me pere nake!?

Bêyî ku ji dosyayê derkeve, bişkoja girtinê ya laptopa xwe bide û wê vemirîne, hema bi zivir devkê wê dada û ew avête nav çenteya xwe. Paşî bi yek qurt ew qehweya sarbûyî û tal berda ser devê xwe û lîreyeke zîv danî ser maseyê. Pirtûka xwe hilgirt û dîsa bêhn kirê… Rondikek zîz bi ser bergê wê tehisî… 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi