KNK û Kurdistana Barzanî-Ocalan
Min ji medyayê şopand 13emîn Kongreya Kongra Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), hema bêje nûnerên hemû partî û rêxistinên her çar parçeyên Kurdistanê tê de amade bûn.
Nûnerê PDKê peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî xwend. Peyama Serokê Desteya Rêveber a KCKê Murad Karayilan û peyamên dî yên rêber û serkêşên hizb û partên Kurdistanî ligel hêviyên avabûna çatrekî neteweyî yê Kurdistanê hatin xwendin.
KNK ji zû de ye ava ye lê ev demeke dirêj bû çu pêjn jê nedihatin. Weke ku hinekî ‘pasîv’ hatibû hiştin.
Vê pêla borî, hema bêje hemû rêxistinên Kurdistanî giranî dabû ser kêşeyên parçeyê xwe û pirsgirêka Kurdistanê weke ‘xeyaleke dûr’ weke ku hinekî ‘bi paş guhan ve hatibû hêlan’.
Jixwe gava mirov li bizav û rêkxistina part û hizbên Kurdistanê dinêre, piranî ‘parçeyî’ ne û progman û projeyên wan jî di vê çarçoveyê de ne.
Ji nav hemû rêxistinan em tenê du partiyan dibînin ku singên xwe li ser her çar parçeyên Kurdistanê kutane û ji bo hemû parçeyan xwedan plan û proje ne.
Ev partî jî PKK û PDK ne.
Mirov dikare bibêje ku koalîsyon û hevpeymaniya Kurdistana mezin di navbera van herdu rêxistinan de heye û her du ji bo serweriya Kurdistanê din av hevrikiyeke ‘şirîn’ de û ‘demokratiyane’ de ne.
Şaxên van herdu partiyan li her çar parçeyên Kurdistanê ava ne û xîmên xwe vedane.
Ji ber hindê jî çi gava pirsgirêka Kurdistanê di baneyên neteweyî de bibe mijara behs û pêxaftinê, tavilê liv û bizavên van herdu rêxistinên –pir bi awayekî normal- têne pêş.
Li kîjan parçeyê Kurdistanê gava nexşeyek bête danîn û planeke siyasî bête gerandin, ev herdu partî çi bi awayekî yekser çi jî nerastexwe hewl didin dengê wan li vir gurtir be û giraniya xwe bixine ser.
Her du ji bo Kurdistanê xwedî perspektîf in.
Lewma di kongreya behsê gotinê de, pir zal û zelal hate kifşê ku PKK û PDK bo Kurdistaneke yekgirtî û serbixwe diviya koalisyoneke neteweyî saz bikin û xwedan bîr û hizreke neteweyî ya ku li ser berjewendiyên kurd û Kurdistanê ye, xwe bigihînin milên yekûdu.
Aşkere ye, dîroka têkoşîna neteweyî ya di bin serkêşiya Barzaniyan de digihêje sedsalekê û xîm û şaxên ji vê têkoşînê li parçeyan bişkuvîne jî ew çend kûr û binecî ne û xwedan kevnedîrokekê ne.
Heçî PKK ye, pêleke nû û geştir e û xwedan dînamîzmeke geş e. Wê jî di têkoşîna xwe ya çaryekê sedsalekê de bi awayekî li her çar parçeyên Kurdistanê şaxên xwe berdan û rêxistina xwe ava kir.
Hêza PDKê, pirtir sermaye û kevnetora kurdewarî ye, lê heçî PKK ye pirtir hêzeke îdeolojî, felsefî û dînamîk a ciwan e û pirtir şoreşgerî ye.
Her du bi hev re çîn û qatên Kurdistanê yên neteweyî pêk tînin; Bi ya min, bi vê hevgirtina Barzanî û Ocalan her çar parçeyên Kurdistanê dikarin di demeke pir nêzik de ji bin nîrê bindestiyê rizgar bibin.
Heçî rêxistinên dîtir dikarin marjînel û herêmkî bimînin û li parçeyên xwe ji bo hebûna xwe xwe têkilî dengê bilind ê neteweya Kurdistanê bikin.
Belkî jî, ta di wexteke weha de geşkirina KNKê û xistina wê ya binbarî gelekî girîng e.
KNK dikare rola duristbûna ‘refleksa neteweyî ya Kurdistanî’ pêk bîne.
Herçend gelekî mimkûn nebe ku Kurd li her çar parçeyan di demeke nêz de dewleteke xwe ya serbixwe ava bikin jî, dikarin her kes li parçeyê xwe destleftiyên baş bi dest bixe û KNK jî bibe pireyeke neteweyî û van destleftiyan di bin banekî de bîne gel hev.
Ez bi xwe wek Kurdistaniyek dûr nabînim ku ev xewn bibe rastî. Ez ji niha ve koalisyon û hevpeymaniya Barzanî û Ocalan pîroz dikim.