Kî dixwaze çi bike
Ev pirs pir zelal e ku van rojên ku hemû kêşe bûne girêk û serê wê li ber çavan berze bûye, ji bal her ve cihê meraqê ye.
Ev pêl dikare wek pêvajoya ‘navbera kaosê’ bête binavkirin.
Hevseng ji nû ve têne dariştin:
Li rojavayê Kurdistanê hin “hêzên tarî yên ku teriya wan di destê Tirkiyeyê de ye” dixwazin Kurdan bidin qirkirin û ji ber vê jî “operasyonek bi ser devera Kurdan” tê raçandin.
Malikiyê şûnmayê Sedam kêra xwe bo stûyê Kurdan dihûsî û her roj sûnda firkirina xwîna Kurdan dixwin. Li benda keysê ne.
Li bakurê Kurdistanê ev zêdetirî 2 mehan e, vê kêlîka ez dinivîsim roja 66ê ya greva birçîbûnê ye. Ji bilî çend fotografên ji zindanê bi dest ketine û li ser medyaya civakî belav bûne, em nizanin ka rewşa hundir çawaye.
Li Amedê û gelek deveran grevên birçîbûnê hene. Çend parlamenterên BDPê, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî ev 6 roj in di grevê de ne. Leyla Zanayê pêr li parlamentoyê dest pê kir û Şivan Perwer ragihand ku ew ê jî dest bi rojiya piştgiriya bi zindaniyên Bakurê Kurdistanê re bike.
Û çend cure çalakiyên sivîl ên qutana qoşxaneyan, vemirandina çira û ronahiyan û hin meş û xwepêşandanên bi find û meşale xelek bi xelek ev pêlvedan geştir dibe.
Gelo divê em van kawdanan çawa bixwînin?
Van rojan pê li demara civakê tê kirin û weke ku çu rê û rêbar nemabin û gihîştibe devê kendalekê zimanê siyasetê li Tirkiyeyê bi girê hatiye. Çareserî nayên afirandin û çu hêzên sêyem jî, xwe nadin ber barî û nabêjin de bes e dawî li vê serxweriyê bînin.
Çavê gelek kesan weke leşxuran lê ye ku cenaze ji pişt deriyên hesin bên da ku dadinê. Gelo em ev civat kengî weha lê hatin ku bi “xwînê” ancax aşikê serê me digere û li xwe vardiqilîn?
Ma wisa hêsan e xwîna mirovan…
Niha hikûmetek li ser kar e û berî çendekê plan û vîzyona xwe ya bo sala 2023yê ragihand. Min bi taybetî bernameya wan venihêrt; Ji bo avedankirina Kurdistana dikeve ber sînorên Tirkiyeya îro, ji bilî avakirina zindan, lêkirina bendav û çêkirina çend nexweşxane û qereqolan çu plan û proje tune ne.
Hemû febrîqe, rê û rayên bo trêna lezgîn ji Sêwazê bi wêdetir in.
Vîzyona AKPê ya 2023yê bo Kurdistanê zindan û qereqol in.
Vêca ka çi biratî di nav vê projeyê de xuya dike…
Ji ber hindê diviya Kurd bes xwe bixapînin.
Bi xwe ve bên û hişê xwe bidine serê xwe û rûnê xwe li gulola xwe dakin.
…
Divê Kurd çi bikin?
Pirseke zêde bi îdia xuya dike, jixwe mebesta min nîne ku aqilî bidime kesekî, heqê min jî nîne û baş dizanim ku çu kes qelûna xwe bi pela min vênaxe jî. Dîsa dil dixwaze ez jî hema gotina xwe bêjim.
Berî her tiştî bo xatrê ew kesên ku xwe bo vî zimanî didin kuştin, divê çu kurd ji niha û pê ve zimanê biyanî yê serdestan nedeynin şûna zimanê xwe. Demildest dest bi axaftin, nivîsandin, xwendin û kartêkirina zimanê Kurdî bikin. Jiyanê tevayî bi Kurdî bixemilînin.
Ziman, bila ne tenê navgîna we ya mebestgotinê, lê armanca we ya jiyanê be.
66 roj in, heval û biraderên we ji bo Kurdî birsî û rojî ne, ma hûn hê jî guh nadine vê hawarê!
A dîtir divê materyal û argûmanên siyaseta Kurd xurtir, realtir û beraqlanetir bin. Nemaze divê xwe ji “hemaseta biratiyê” pak û dûr bikin.
Derewa sedsalê ya herî mezin “biratî ye”, çu carê tiştekî weha çênebûye, çu carê ‘em’ û ‘ew’ nebûne bira. Bi a min, li şûna biratiyê, têgihên nû, weke; “pêkvejiyan”, “cîranî”, “wekhevî”, “dad û edalet” bêne bikaranîn dê çêtir be.
Çi ko hindî ku dibêjine me “em bira ne”, hin topizan li nav ser û guhên me dixin.
Pêvajo ber bi rijde û kendeke bêbinî ve gêr dibe.
Şerekî mezin, travmayên nedîtî û bûyerên diltezîn ha ha ye ku rûbidin. Civak li ser devê lûliya tivengê ye. Em hemû bi agirî dileyîzin.
Aqil hatiye girtin û her kes li rik û kerba xwe siwar e; kes hefta xwe bi heşta kesê nade. Pêvajo serreq bûye û çu kes bi sernermî bi ser pirsê ve xwe xwar nake. Her tişt têk re asê bûye. Xitimî ye û kaoseke mezin li ber derî ye.
Bo çareseriyê tenê hêzeke sêyemîn dikare dest bihilîne, di Tirkiyeya îro de jî ev yek gelekî zehmet xuya dike.
Xwedê dawiya me bi xêr bigerîne!