Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Jiyana l’ber kendalan di gulik û şirikên xurcezîna dadê de

Jiyana l’ber kendalan di gulik û şirikên xurcezîna dadê de

Melodîya bayê sermedaran xwe vedidizî û ta ji Kanîkilê xwe berdida dol û newalên kûr, dihat û li “çûme warên serhedan Colemêrg di geliyê kûr da” xwe asê dikir. Na na, lê vedizelî û xwe hê û ho dikire binê pişika min a bi bayê keserê gewimî bûye meşka ber tavê werimî..

Rê, xwe di kendal û nişîviyên bêmefer de asê dikir, wekî wî rêwiyê ji wexereke dûr hatî gotî, “Ev bajêr mirovî gelek diwestîne” erê, Colemêrg, mîna di straneke qedîm de hatî, “kaniyêt kendalan leylo, rişîyên evdalan zeyno” bû ji nav hemû stranên berze.. û vî bajarî mirov pir diwestand. Her çi bi delaliya xwe, her çi bi kul û keserên xwe, her çi bi asêtîya xwe, her çi bi hizna xwe..

Berî Colemêrgê, ez li Wanê bûm û vê carê bext û min û vî bajarî bêhtir li hev hat û min di paxila behra wê de kovanên xwe dan ber sîpelên avê û wê birin nik Xec û Sîyabendan kirin guharek di ber biskên şivirekî ji şivirên li Sîpanê ji keriyê xwe vemayî.

Keriyên şivir û pezkovîyan, kel û kelenêrên gakovîyan ji zû de dora strana qedîm ji hunerdestê nazik û tenik ên zerî esmerên Urartuyê hildabûn û kiribûn diyariyek ji bo dilê Elîyê Qolegazî û Meyrema File û biribûn ser bext û torê Metran Îsa li Oxtamarê zîçikandibûn.

Wanê berbejna Şemîranê, “dado pê da malwêranê” raberî keserên dilê min ê kav dikir û strana herî zîz di ber bayê keleqijî yê behrê re dikir.

Vê carê bextê min û Wanê li hev hat.

Wanê, di guliyên xurcezîna dadê de bû şirikek rengoreng û xemla xwe da der.

Û Colemêrg û payiza wê ya zenûn, bi dilekî sar pêşwazî li min kir. Stûyê çel û çiyayên wê xwar bû, gelî û ber gelî mişt hizn û keser bûn. Dilê wê kezixî û xweziyên wê mîna wî baxçeyên li pesarê Kanîkewkan ber deriyê mala babo, çilmisîbûn. Heçku tu li serokaniyê tî û bêav bêyî hêlan, kesereke wisa xemsarî xwe di bîbikên çavên wê yên mîna çavên kewê ribad de xwîs dikir û dibû rondikeke zuha di çavên taveheyva kewçerîn a ku xwe di ser zêniyên çiyan de ho dikir û bi xemgînî li rûyê min dibişirî.

Dadê, tevneke qewî delal, dav bi dav, ta bi ta li xurcezîna xwe diraçand û ji bilî dadê, hemû dengên vî warî, vî warê zaroktiya min hê jî tê de diperpite, li ber guhê min dibûn deng û kurtepistên biyanî.. Xwedêwo! Mirov û warek çawa dikare hem ev qasî “yê hev” be û ewqasî jî “dûr û xeydanê hev” be! Min tu bersiv nebûn bo vê pirsê.

Belkî dilê min ê havî ne di kendalan de diwestîya, lê ser û sebeba vê westîyana bêhnçikîn belkî jî her ew keserên keviştî bûn ku her û her mîna janserekê dida der û zong û zong di mejî de defa xwe lêdida. Ka gelo bavo dê bo vê janeserê jî ta û ben hebûna da ji xêra miriyên xwe re bibênaya û ev kula jengarî piçekî kew bigirta..

-Hedê rebenê, şerekî li me qewimî- mîna tu li vî û wî tixûbê newêlê xwe dadî nav cengeke giran û gazîya xwe bibî dev gazîkeran..

Kengî diçin Colemêrgê, şerek li min û li wê diqewime. Ev şerê kizgirokî piçekî mîna yariyên kudîkên hirçan e piçekî jî mîna şerî bazbelek û kurte teyran e. Serkêşê wan her başîk e û di vê meydana cengê de çu carê yek zora yê dîtir nabe.

Û Colemêrg her wekî caran dîsa bi qîrîna stranbêjan ker û lal dibû. Hê jî berêkdana sazbend û stranên şeşbendî û di navbera vê berêkdanê de her roj “bendek ji hivz û bîra me ya qedîm” di bin solên xemsariyê de dibe jajî û winda dibe.

Wekî min di romana xwe “siwar û peyar” de jî gotî; Wa Colemêrg, ez çi xweliya heft gundan bi ser û te dakim, ez ji te sil im, sil!   

Gulik û şirikên di xurcezîna dadê de şorbûyî jî mîna dilê min ê havî, ji ferhenga xwe “sil” bûn, sil!  

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi