Îslam û Neqşebendîtiya kurdan
Me di nivîsa xwe ya “Neqşebendî û kurdînî”yê de bal kişandibû ser “rêbaza terîqa Neqşebendî” û dabû zanîn ku ev rêbaz û terzê xwerêxistinkirinê li karekterê civaka kurd tê. Ji bo palpiştiya vê angaşt û îdiaya xwe jî, me bivaza malbata Barzanî ya bi ser vê terîqê destnîşan kiribû.
Dibe ku hinek xwende xelet bi min gihîştibin û wisa fêm kiribin ku min gotiye, “Gelî kurdan, ji bo doza neteweyî ya gelê me rê û rêbaza herî baş ew e ku xwe bavêjin dergehê Neqşebendiyê” naxêr, mebesta min rêbaza vê terîqetê ya nav xelkê ye.
Wekî tê zanîn, sofîzma Neqşebendîtiyê ji Kurdistanê li bajarê Şêrezor ê Silêmanî bi ser destê Mewlana Xalid ku wek Şahê Neqşebendî tê zanîn, belav bûye. Ev terîqa ku zêdetirî 1000/hezar salî li Kurdistanê reh û rîşalên xwe berdane, ji Evdilqadirê Geylanî bigire heta Şêx Seîdê Pîran, ji Melayê Cizîrî bigire heta bi Mela Mistefayê Barzanî, welatê kurdan bi reng û dengê xwe xemilandiye.
Rêbaza sofîzma neqşebendî, rêbazeke kurdewar e û bi rengekî nerm û dilovanî li Kurdistanê gelekî bandor kiriye. Serkêşê vê rêbazê kurd e û dînê îslamê li gorî civaka kurdî şîrove kiriye û sofîzmeke kurd-îslamî jê pêk aniye.
Balkêş e, beyt û methiyeyên vê terîqê piranî bi kurdî ne, di medrese û dergehên wê de şagirt û sofiyên wê bi kurdî elimîne/elimandine; perwerde bûne.
Bingehê xwe li ser pêkvejiyan û merhametê daniye. Mirov di bingeha her tiştî de ragirtiye û bi dîn û baweriyên dîtir re jî riya diyalog û zimanxweşiyê daye ber xwe.
Kuştin, çu carê wekî rêbaz nedîtiye; Bingehê felsefeya vê sofîzmê, têgihîştina “Ne zalim be ne jî mezlûm be!”
Mebesta min ew e ku Neqşebendîtî, têkilî edetên civakê nabe, kevnetor û jiyana wê civakê ya heyî diparêze, pirtir aliyê giyanî dide pêş û xweşbîniyê wek peywira xwe ya bingehîn dizane.
Jixwe dînê îslamê, bi qasîem ji Quranêdizanin; girîngiyê beriya her tiştî dide aqilê însên û pêkvejiyan û xweşbînî Ii gorî îslamê nirxên herî bilind in.
Îslam, zanînê wekî îbadet dizane û ji ber vê taybetiya însên, “mirov wekî eşreffî mexlûq” yanî “ji nav xwedanrihan ê herî bilind û xwedî şeref” bi nav dike.
Cihê diltezînê ye ku pêla îslamî ya di dewrên cihê cihê yên dîrokê de, bi aliyê “şûr û stûbirrînê” nîşanî xelkê me hatiye dayîn.
Xasma kurd jî wekî hemû gel û xelkê cîhanê, komeleke mirovan e û ew jî xwedan heq û mafên jiyanê ne. Ji ber vê tercîha wan a dînî, diviya nebe sebebê serkutkirinê û diviya ev maf wekî ji bo hemû milletan çawa normal be, bo kurdan jî wisa be.
Yanî, Kurd misilman bin, an nebin; ev bi tevayî tercîh û daxwaza wan e.
Em dizanin ku dînê îslamê li nav kurdan bara pirtir bi Mezhebê Şafiî û li ser terîqa Neqşebendîtiyê binecî û belav bûye.
Wek civakeke ku konfederalên eşîran pêk tê, rêbaza Neqşî kariye wekî ruhiyeteke neteweyî kurdan bigihîne hev. Eşîrên dijber û neyarên hev jî, kariye bi ser tevna Neqşebendîtiyê bêne gel yek û dilsariya nava xwe berdin.
-Îro, wekî em dizanin û dibînin her roj bi ser riya dînî hêzên serdest xwe têkilî nava kar û barên navxweyî yê kurdan dikin.
Ji aliyekî ve cemaetên xwedan sermayeyeke qelew, bi palpiştiya dewletê singê xwe li her dera welatê kurdan vedidin û ji aliyê dîtir ve, ji bo serê kurdan şêlû bibe û rê li ber wan berze bibe, demara dînî weke hesasiyetekê li dijî xwelêkgirtina wan tête bikaranîn.
Hema bêje, niha di nav civaka kurd de qinyateke wisa çêkirine dibêjin, “Heke tu kurdîniyê bikî îmana te dikeve xeterê”, hema bêje, kurdînî anîne beramberî “bêdînîyê”, ji rexê dîtir ve jî, qinyateke wisa durist kirine, hema bêje dibêjin, “Heke tu dîndariyê bikî tu xaîn î”; ev herduk nêrîn hem ji binî ve xelet in û hema bêje hindî hev bi xeter in, ew ji bo jêkdûrkirin û lêksarkirina kurdan hatine vehûnandin. Her du nêrîn, dek û davik in. Pîvana îmanê û pîvana doza kurdîniyê tu tiştên xweser in. Bo kurdekî, ferz e doza heqê xwe bike, piştî heqên xwe bi dest xistin, heke neheqiyê li xelkeke dîtir bike, wê demê ew dibe zalim û divê kurd bi xwe bibêjinê raweste.
Xasma kurdînî, an jî parastina doza kurdan a heq û mafdar, wekî şîrê dayikê helal e, çi zexelîyê naxe ser îmanê û çi qusûrê nabete îtiqada çi mislimanî, çimkî, tu xelkekî bindest î; Ew heq Xwedê dane te û li ser te ferz e ku tu wan biparêzî.
Çawa Kurdînî di bin teserufa çu kesî de nîne, her wisa dîndarî û îslamgirî jî di bin tekel/teserrufa çu kes û alî de nîne. Îslam wekî dîneke xwedayî, li Şikefta Hîrayê bi fermana “bixwîne” hatiye hinartin û pêl bi pêl li nav millet û welatan belav bûye û ax û welat vegirtine.
Her millet li gorî rewşa civaka xwe îslam bi jiyana xwe ya civakî re sentez kiriye û li gorî wê, ji xwe re rêbazek daniye. Li nav kurdan, vî dînî piranî xwe li ser rêbaza Neqşî girtiye û bi rêbaza “îrşad û islehkirinê” reng vedaye. Hetta mirov dikare bêje, Neqşebendîtî, rêbazeke kevnar a kurdî ye ku ji Zerdeşt heta bi Manî Mazdek bi awayî “rêya ronahiyê” hatiye û di nav vê civakê de ev reng li xwe girtiye. Neqşebendîtî, kurdan li alema îslamê kiriye diyarî û ev rêbaz bi sedan salan bi demareke kurdewar re geriyaye û reng û teşeyê xwe daye tevnçinên vê civakê.
Sofîzma Neqşî, tu tişt ji civaka kurd xwestine; Yek, di baweriya xwe de qewî be, du di têkiliyên xwe de dilovan be. Dilovanî û girêdana xurt a bi pîvanan ve, di heman potayê de helandine.
Li gorî vê sofîzmê, serok/şêx rêber e û pîvana exlaqê dergehî bi ser her tiştî ye.
Balkêş e, mêjgehên vê terîqê bi navê “DERGEH” hatine binavkirin, wird û zikrê ku vê rêbazê daye ber xwe, bi medhiye û îlahiyên kurdî xemiliye.
Hetta çend meqamên musîqaka rojhilatî yên navdar ku xelkên cîran ên wek Tirk û Tacîk û Farisan jî sûd jê girtiye, bi navê “kurdî hicazkar” belav bûne ku ev jî ber û berhemên vê sofîzma dilsoj in.
-Welhasil, civaka me ya kurd a îro, pir zêde polîtîze bûye; demarên me tijî rik û rikberî bûne, ji bo hevgirtineke ruhî pêdiviya me bi hin şoq û velerzînên giyanwerî heye.
Em dişên, bi rê û rêbazeke sofîstîkane pêla kurdîniyê ya pêşverû, li civaka xwe biseridînin. Li vê derê, wek dermanê travmayên civakê, em dikarin bi rêbazeke neqşîyane; di nava civaka xwe de nirxên xwe yên ku civak pê dibe civak bidine niştin.
-Bi hêviyên xweş!