Înisiyatîf di destê Ocalan de ye
Pihêtên agirî hildida bin damenan, aqil berze bûbû, kesî hefta xwe bi ser heşta kesê dî nedixist. Kaos li ber derî bû. Civak ber bi pêvajoyeke tarî û xwînî ve seropê gêr dibû.
Dest bi ser qezbên şûrî, rim rast kiribûn û kevan hatibû vejandin ku tîr biavêje… Her tişt li ser pilê bû.
Agir ji damenê ve pê diket.
Hevdîtinên di navbera hikûmet û BDPê, hikûmet û zindaniyan û hikûmet û navbênkaran de bêencam mabûn.
Tenê riyek mabû, Ocalan.
Helbet di vê navberê de hevdîtin û hatinûçûyînên li Îmraliyê jî binve binve berdewam bûn. Bazar şidiyabû û aliyan şertên xwe davêtin ber hev.
Li girtîgehan jî heman wext bêhna mirinê nêzî dibû û rojiya birçîbûnê gihîştibû roja 67ê.
Êdî sebra çu kesî nemabû.
Her kes ji stresê bûbû gogek ji agirî.
Gelek rewşenbîr, hunermend û kesên navber xistibûn navbera xwe û PKKê jî ji ber vê xemsariya serdestan û cidiyeta berxwedanê berê xwe dabû aliyê PKKê.
Yek ji wan Şivan Perwer bû û gelek kurdên xwe ji agirê têkoşînê didan alî jî bi vê pêvajoyê re kel bûbûn û di çalakiyên protesto û piştgiriya bi zindaniyan re xwe dabûn pêş.
Û ji bilî Ocalan çu rê û çare nemabûn.
Piştre daxuyanî ji Îmraliyê hat: Demildest dawî li grevê bînin. Grev gihîştiye armancê…
Bi vê re her kesî bêhneke fireh veda.
Agirê stresê tefiya û hêviyên nû geş bûn. Li bal dilê her kesê niha ev hêvî heye, “Gelo vê carê qey dê bi rastîn jî hin tiştên xweş çêbin?”
Pêdiviya her kesî bi bersiva “xwezî” bo vê pirsê heye.
Û niha çav vegeriyane ser Serokê AKPê û Serokwezîr Erdogan ê ku niha bi vemirandina şerê Hamas û Îsraîlê mijûl e.
Gelo dê helwesta Erdogan çi be?
We reng e, Erdogan û Ocalan li ser sîstema Serokatiyê li hev kirine. AKPê bi şertê ku BDP di pêvajoya pêş de astengiyan jê re dernexe û bihêle sîstema Serokatiyê ava bibe, beramberî otonomîyeke biçûk a di çarçoveya Şaredariyan de bi Ocalan re li hev hatine. Şertên perwerdeya bi zimanê Kurdî jî dê di vê çarçoveyê de bêne dabînkirin.
Ev pêvajo pir pir hesas e.
Vê gavê înisiyatîf bê şik û cihê nîqaşê kete destê Ocalan. Muxatab yekser ew e. Dewlet niha pê re pirsê guftûgo dike.
Pêvajo bo çend deman dê bête terxankirin: Tiştên divê vê gavê bêne kirin, yên divê heyameke nêz bêne kirin û yên divê heyameke dirêj bêne kirin…
Modela çareseriyê ya Tirkiyeyê bo pirsa Kurdî bi vê pêvajoyê re dest pê kiriye.
Niha beriya her tiştî dê li ser wê xebat bête kirin ku zimanekî nerm ê maqûl ê çêkirin û diyalogê bête bikaranîn.
Dibe ku pê re ji bo çek bêne bêdengkirin alî bigihîjin biryareke hevgirtî.
Belkî jî yek ji vana pêk neyê û hê serê wê pêvajo bête jiberavêtin.
Senaryo pir in.
Lê a rastîn ew e ku hê jî di pirsa kurdî de xuya ye bêyî Abdullah Ocalan bihostek gav pêşve nayê avêtin.
Ew heke bixwaze dikare her tiştî bi carê de bide sekinandin û heke bixwaze jî dê her tiştî bi gotinekê bide hejandin.
Ocalan, realîteyekî gelekî zal e û rêberekî xwedan qudret e.
Şopdarên wî sûndxwerên doz û bîreweriyên wî ne; Çi ko Ocalan gazî xweziyên wan dike û bo wan riyeke ronî datîne.
Ew xwe di rêbaza Ocalanî de dibînin.
We diyar e, dewlet jî êdî li vê rastiyê mukir tê û dixwaze her tişt di bin kontrola wî de bi destê Ocalan bête pêkanîn.
Bi kurt û kurmancî, ez wisa bawer dikim, xwezî ev agir vemire û dawî li vê qetl û kuştinê bêt. Dayikên ku çavê wan li riya çiyan ji xewnereşkên xeberên reş hişyar bibin û bigihêjin zarokên xwe. Yar û xwîşk û bira, dayik û bavên ku roj û salên wan li ber deriyên hesinî, li pişt têlên sar ên rêsayî diborînin, bi sax û silametî zarokên xwe hembêz bikin û zarokên feqîrên Anatolyayê di kort û kendalên Kurdistanê de neyên kuştin û bes darbest bi ser malên bavan vegerin…
Heke Ocalan vê xewnê pêk bîne, va ye em hemû pêkve dibêjin: Bijî Serok APO!
Heke Erdogan dê bo pêkanîna vê xewnê destê Ocalanî bigire û riyeke nû ya ronahî li ber xelkên ser vê cografyayê veke, va ye em hemû pêkve dibêjin: Bijî Başkan Erdogan!
Hema kî di vê doza mirovahiyê de, bo rawestandina xwînê, pêkanîna xewna azadiyê ku mafên Kurdan ên bingehîn bêne mîsogerkirin, Kurd jî weke her miletî bikaribin bi reng û dengê xwe bijîn û biryarê di rêvebirina xwe de bidin, berekî deyne ser dîwarî em hemû dê pişta xwe bikin li ber bikin derazing û bibêjinê; Kerem ke ezbenî!
Çi xewneke xweş e ne wisa;
Grev bi dawî hatin
her kesî hilmeke fireh girt,
çav lê ne ku pêvajoyeke nû dest pê bike
êdî bi dilekî rehet em dikarin biçin Fuaran jî ha :))
xwezîya min ku êdî ji bilî "şer û tiştine wê" em bi tiştine ji dinyaya dîtir jî biaxivin...
Çi xewneke xweş e ne wisa;
Vê sibê gava hatim rawestgeha rex Zindana Diyarbekirê
Têl di çavên min re neçûn
Dîwar birsî birsî bi tîqetîq bi me nekeniyan
Li çirûska çavên westiyayî yên asîmanê Kurdistanê
Biçûk bit jî “hêviyek bo jiyanê” diçirûsî…
Bijî Ocalan bo vê biryara te!