Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Gelo ma em bi hêvî bin vê carê?

Gelo ma em bi hêvî bin vê carê?

Zivistaneke dijwar hat û çileyê çavbelek serî hiland û bejna xwe nîşanî dost û neyaran da; bi carekê de Kurdistan bi sertapê girte nav perên xwe û di bin siya pûk û befir û bahozê de nixaft.

Erê rast e, zivistan sar e gacil / gilde yar e, lê a me welê nehat a me bû; zivistan sar e hêvî li dar e.

Bi carekê de weke ku destekî bisêhr gihîştibê bi hatina 2013ê re rojeva Tirkiyeyê guherî û bi ser zarê Serokwezîr Muhteşem Teyyîp hate ragihandin ku ew li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re ‘hevdîtinan didine kirin’ û vê carê pêkan e ku çekan bi PKKê bidine danîn.

Weke ku dê sibê gerîla ‘çekên xwe bike gopal û bide ber xwe’ di medyaya ana-akın a Tirkî de bagereke hate rakirin.

Va ye PKK ji çiyê dadikeve (!)

Em medyaya Tirkî êdî gelekî baş nas dikin. Em baş dizanin ka çawa mêşê dike gamêş û çawa şarezaye bo berevajî û manîpûlekirina pêşhatan.

Medyaya ku li ‘tam tecîzat’ li ber fermanên Muhteşem Teyyîp ‘tim amade (bû)ye’ di vê pêlê pêlê de jî tenê ‘rola jê re hatiye destnîşankirin’ dilîze.

Jixwe fîtika destpêkê ya vê maratona dirêj û bêhnhilmot bi GREVÊN BIRÇÎBÛNê dest pê kir. Dîzik hingê şikest û hêja ye bûyer ji hingê û pê de bête nirxandin û li ser wê binemayê nirxandin li ser bêne kirin.

Milê herî girîng ê wê jî dengvedana wê ya di raya navneteweyî de bû.

Vê yekê pişta ‘dewleta tirkî’ danî erdê û ew mecbûr hişt ku bi vî rûyê xwe yê êşdar re hevrû bibe.

Pê re rol dane Cîgirê Serokwezîr Bulend Arınç, wî jî rola xwe lîst lê ji ber ku piçekî eyara xwe zêde veda ji aliyê Muhteşem Teyyîp ve guhê wî hate kişandin û jê re hate gotin, “Li ser kuriya xwe rûne!”

Ji haletê bedenê yê siyasetmedarên AKPê xuya ye ku bo vê pêvajoyê demekê hatine AMADEkirin, kî dizane belkî di ‘odeyên îqnakirinê yên kozmîk de’ hinekan guhê wan kişandibe.

Balkêş e, di serî de opozîsyon (CHP) hemû ta û çiqên siyaseta Tirkiyeyê bi carekê de NERM bûn û heta serokê Cemaeta Gulen ‘Hazretî’ Fettulah Gulen jî piştgiriya xwe bo vê pêşketinê diyar kir.

We reng e, hinekan bi rastî jî ‘dewleta tirk’ gelekî çavtirsandî kiriye.

Heke hûn ji min bipirsin, ez wekî hinekan vê bi nêzîkbûna hilbijartinan ve girênadim, bi a min, esas mesele ew e ku DYAyê ango Amerîkayê rasterast milê xwe daye ber vî barî û xwe têkilî vê meseleyê kiriye.

Di nivîseke xwe de me behsa rapora Îstixbarata DYA ya derbarê TRENDA  KURDÎ de kiribû. Hûn dikarin bala xwe bidinê…

(https://www.yuksekovahaber.com.tr/yazi/ji-lempeya-amerikaye-kurdistan-hilte--3046.htm)

Gelo aliyê Kurd di vê pêlê de dikare çi bike?

Ez nizanim ka bi rastî jî em dikarin bibêjin zêde bi hêvî bin an na, lê we kifş e ku têkiliya van pêşketinên yekser bi pêşveçûnên li Rojava û Başûr hene. Îran di vê pirsê de aktoreke sereke ye û di vê leyîza kişikê de tişta van hevsengan hemûyan bi hev re digire jî hêza dînamîk a PKKê ye.

Jiçekkirina gerîlayan tiştekî hêsan nîne û beriya ku Kurd vê biryarê bigirin diviya HEFT caran bifikirin; gelekî kûr birêsin û hûr raçînin…

Aliyê Kurd mecbûr e pir lê pir hişyar û baldar be!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
  • fazıl xênanısî / 08 Ocak 2013 Salı 15:18

    Serokê AKP ê ;Wekî Zîvan ne du sere, wêydî jî wekî Rüwî pir zewh ü cepan di zanîtın yanku hîle hewalêt wî pir hene pır zana ye.Em neyar ê xü pır nas bıkeyîn wê gawê şoleme rastî de bête avarkirin. Erdoğan di heskıri na wî ewe biçît ser rojava bele astengî ya wî heye ew jî partî ya karkerê rojava rê na det. Ketî ye asten gê dan. Neşêt tışt kê bı kar bı ket. Wê carê edî di bejîtin ez Kurd ê naw xu dan bı xapînım belkî bü min pî çek rê webît ın .Di bêjî tın Şerê çekan dê her hebîtin, belê Herkesê em dê bın çav bi ken. Bıra eve çı hîle Hewale. Yan rastı aşkera her îş dê bête hole her do alî de bên gotın xü de bêjin de bang xelkê xo de biken rastî. Ewe ye. Em naxazîn carek dî jî bey ne xapan din.Em dilo can AŞÎTÎ ye di xazîn daxaza me ewe ye.

    Yanıtla (0) (0)
  • Erkan tas / 09 Ocak 2013 Çarşamba 07:46

    gava mırov bı neyare xuere lıhev weré;mırov bı tıvıngé lıdor mala neyare xue nageré..! lı pratika wa meyzenin.ka a rasın an gelo xapinokın we é famkırın...

    Yanıtla (0) (0)
Omer Dilsoz Arşivi