Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Çend têbinî ji neWroza Amedê

Çend têbinî ji neWroza Amedê

Newroz, ka ji bo me kurdan tê çi wateyê, pê navê ku mirov şîroveyên hilo û xemilandî yên gulî gulî bike, jixwe ev yek gelekî baş ji aliyê dost û neyaran vet ê zanîn. Wekî pêşiyên me dibêjin, “Bi çendê rokê rojê her tişt ron û aşkere ye.”

59596Spêdeya neWrozê, ez tevê Dîjo û malbata xwe, ji bo NeWrozê ketin rê. Ewrên ku li asîman rûyê xwe tirş dikir, şilî û baran anîbe bîra me jî, em bi tevdîr ji male derketin û li dora 09.30ê gihîştin meydana Newrozê. Wekî her sal, cî tunebû mirov tê re bimeşe, te derzî bavêta nediket erdê.

Ez, her dem di Newrozan de li aliyê piştê, di nav girseyên gel ên herî sade de dimînim û hewl didim di rêza govendekê de kela xwe birêjim.

Vê carê, her çend ji bo govendê cih peyda nekir jî, dîsa neWroz bi xeml û rengîniya xwe heta atomên xwe seh kir.

Performansa platformê, ji bilî Comerd hema bêje, li gorî salên borî gelekî sar û bê kelecan bû.

59597Wekî her sal îsal jî li meydana Amedê ya NeWrozê ku li dora milyonek kurd lê kom bûbûn, ji warê al, pankart û flemayan ve têrxwer bû û rengîniya vê xemleke xudatir dida NeWrozê.

Îsal, li qadê balkêş bû ku çend alayên Kurdistanê (ku ev ala niha bi awayekî resmî li Herêma Kurdistanê tê bikaranîn) bi ber çav dibûn.

Dema min ev nivîs dinivîsand, meşa piştî pîrozbahiyan a ber bi “KONÊ ÇARESERIYÊ” û hengameya li pey wê qewimî berdewam dikir.

Ji ber ku hayê me û belkî gelek kesan ji organizasyoneke weha nebû, di nîviya kelegerma pîrozbahiyê de hate gotin ku meş heye, vê yekê di nav xelkê de panik çêkir û gelek gotegot li bin guhê hev ketin.

Her çi be, ku ji neWrozê be, bi mirov “XWEŞ” û bi kelecan tê. Çi bêjim, heke we rastî bivê, ev demeke dirêj e ez ji bo çi tiştî wiha bi kelecan nebûbûm. Nizanim ji ber vê, neWroza îsal, hêvî û kelecaneke cudatir li dilê min dadikir.

59598Lê, berî ku ez bigihêjim koma Colemêrgiyan (Ji ber ku Amedî û kurdên bajarên dîtir govenda xwe bi çepkî dikin û ez bi wê govendê nizanim) pîrozbahî bi dawî hat jî. Gelek kes nû gihîştibûn meydanê, yanî organîzatoran diviya ev yek jî berçav bigirta û wisa em nexistana ofsaytê.

Erê, NeWroz, meydana raderbirîn û xwenîşandana doza kurdan e, lê diviya ji bîra neçe ku ew di heman demê de karnewaleke neteweyî û kurdî ye û plana lidarxistina pîrozbahiyên wê, di vê çarçoveyê de bin.

Welhasil, ez vê NeWrozê li Amedê bûm; bi vê kelecanê careke dîtir piştrast bû ku AMED bi rastîn jî dilê Kurdistanê ye. Nebza kurdîniyê li vir dijene. Bi her reng û xemla xwe, paytexta rastîn û tekane paytexta KURDISTANÊ AMED e.

Heke dê rojekê ala vî gelî li cîhanê were libakirin û dinya alem rêzê lê bigire, ancax ji AMEDÊ bilind bibe.

Jê pê de,

Tenê avsark (serab)ên biyaban û çolistanê ne.

Çend fotoyên min di NeWrozê de kişandin dixwazim bi we re parve bikim.

Bi dilekî xweş, NEWROZa WE Pîroz be!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum
  • mele tebecugi / 21 Mart 2011 Pazartesi 09:21

    belé hevalé dılsoz bı rastiji te gelek xweş şirove kıriye pır u pır raste çı tışté ku çendi xweştırin beji nivco mayin teama wi ne xweş u mırdar dıke ma ew mırové deng keti ne karibu bıgota hevalno BERNAMA ME DIDOME LIGELWİ MEŞA AZADİYé DEST Pé DIKE ez bawerım ne jı şahiyé wé tıştek kém bıbuna u meş ji wé xurtu qelewtır buna lé mıxabın usa kırın ku hem şahi belav kırın hemji meş zeif derbas bu tıştek nabe ecmitiya ajoker bun Lé NEWROZ SERKEFTİBUN EW BESE BIJİ AMED BIJİ NEWROZ BIJİ DILSOZ:

    Yanıtla (0) (0)
  • şkriya / 21 Mart 2011 Pazartesi 11:03

    nvisek seba hésr u ramanaye bı rasti gelek xweş bu em bavırın rojén nézda emé ala cwan ala kesk sor u zer azad hemi alyén kurdıstané veken u dé bé qebul kırın em büçekdın sebır dgen em şerıve naxazén hequ nehe çébıbu em dbéjın béjın béşer ... u bavırım, baver ke néze néze azadi

    Yanıtla (0) (0)
  • kurdo / 21 Mart 2011 Pazartesi 13:36

    NEWROz PîroZ be!

    Yanıtla (0) (0)
  • Cembelî / 22 Mart 2011 Salı 21:17

    Birayé dil+soz sipas ji bo nîvîsa te...Ez nîvîsén te yén Azadîya Welat jî dixwînim ji ber vé yeké jî dixwazim béjim ev nîvîsa te zédetir nézîkî devoka Cûlemérgé ye ji ber vé jî baştir té fahmkirin...Min ji ber ku tu ji devoka xwe dûr dikevî rexne dikirî lé ev nîvîs bi min xweş hat...Hévîdar im ku te newrozé 'Eladîno'ya Gûzereşîya jî lîstîye...
    (Ji ber navé eşîré xelet fahm neke ji ber ku Gûzereşî xweştir dileyizin:)
    Tiştek din dî dixwazim péşnîyar bikim ku cihé gotina Colemérg'é tu béjî Cûlemérg ji ber ku tu jî baş dizani em Cûlemérgî nabéjin Colemérg...Ji bo peyva karnaval'é jî wek Cegerxwîn dibéje ''mîhrîcan'' dé baştir be-her çend ku maneya wé festîval jî be-...
    Axir mala te ava

    Yanıtla (0) (0)
Omer Dilsoz Arşivi