Zivistan li wî warê “dûr”
Zivistan, di ferhenga zaroktîya min de, berî her tiştî “malbat” bû.
Dayik û bab, dapîr û bapîr û ligel xwişk û bira her kes ancax di zivistanê de li hev kom dibûn.
Wî zemanê di xewnên xweş de, ku “tirs” bo me tenê “pîrebokên derê gelî”, “cin û efrîdên li devê coyan”, gurg û hirç û dabeyên dirinde bûn, li wî warê şîn û avîn, gava zivistanê li derî dida, li dora soba daran, li ber ronahîya lempeya neftê, dil di dil de, çav di çav de germ dibû.
Li wê jîyanê, bi axlêveya biharê re kesanên malê dibûn du birr; birrek zozanî ya dîtir gundî bûn. Malbatê xwe duker dikir, kerek ji bo karûbarên zevî û avdanîya gundî li gundî dima, kera dî jî pert û pûrtên xwe didan ser milên xwe, pez û garanên xwe didan ber xwe û berê xwe dida kêrî milên jorî û heta berfê serê çiyayan bigirta ew zozan bi zozan digerîyan.
Her tişt ji bo wê zivistana reş û tarî, wê kanûna şevreş û bi pûk û bager, hemû ji bo hindê bû ku di sira çile û pûka beçe de kewar tijî ard û rûn be. Malxwê bê minet be, zarok zikê wan têr, cihê wan germ be.
Vêca gelek xweş tête bîra min, di wê jîyana gelek gelek dûr de, dayik diçû zomê, bab dima gundî. Belkî bab ji bo koçan dihat, carina ji bo seredanê, carina ji bo şevîn û goyîyê, helbet di berxbir û cejnan de mal û malbat bi temamî lêk kom dibûn.
Ev jîyan heta bêjî bi keft û left, heta bêjî têr bizav bû. Li wî warê me, gêra gerengokan yek ji zehmetîyên jiyanê bû.
Bab, an qaçaxçî bû celeb ji binxet bo serxetê diguhast, an jî karwanî bû kel û pel ji bajêr bo bajarên dî diguhast.
Heçî em bûn, em selekên malê, berxên ber kozê, li dora makê wer dihatin. Dayik li zomê hem serbêrî bû, hem jina malê, hem dayika sebîyan, hem xizmetkara jîyanê.
Kar nedima ku nedikir; roj dihat bi barê pincar û karîyê ji seqlanên bilind dihat, car dibû hekîma nav zomê birînên zarok û bêrîvanan nedikewandin, mêvan radigirtin, rêwî diezimandin, pez û çêl didotin, meşk dikîya, keşk çêdikirin.
Nexasim heke bisporek nebe li ber destî, li wê zomê; di navbera zom û zomê de ji kewgîra spêdê heta gewrika êvarê av radiwestî jê re sekan tunebû. Zozanîyê hey zozanîyê!
Îja wê jiyana ser avên kevîyan, ber lêva çem û robarên sar, tenê gava berf dibarî bêhna xwe vedida û hemû kum û kuflet, di bin banê wî xaniyê karîtekirî de, li ber tîhna agirê gur ê darên dîdarî vêk diketin û kom dibûn ser hev.
Hingê, wan şevên reş û dirêj ên kanûnkuj, gava gorên rîsî dilop dilop li ristika ber sobê hilma xwe tijî odeyê dikir, gava li ser sobê gumgumê avê gupo gup dikelî, ji kewarê gûz û hingiv ligel çayê li nava malê amade dibû; bapîrê rehmetî dest bi çîroka şevê dikir.
Hebû nebû. Kes ji Xwedê mezintir nebû…
Şev giran giran diwestîya, agir hêdî hêdî ditewîya, bizotan kartolên zikê xwe dikewixandin, aha hingê gava li ber kulekê guvîna ba û bagerê, berf û pûkê şev bi henêyeke spî spîtale dixemiland û gazre ser gazreyê befir dikitirî, til û tûmên berfê heta bin guhên sîvanên xanîyan bilind dibû û wê kanûnkuja ku simore ji nav çîrokan derdiçûn û xwe di qul û qewarên kevnedarên mazî û gûzan de stare dikir, rovî ji kulba zikê xwe bi pêlavên pişt derîyan diket, gur li dora goman mexel dihatin heta hin caran pezkovî ji hisaran dadiketin pişta gundan û bi lodên giya diketin.. aha hingê xeweke şîrîn di bin hilma dilê germ ê dadê û babo xwe pêl bi pêl xwe berdida wesleyên bedena min û wê hingê, belkî di tevahiya salê de, yekem car min bi hemû heyî û neyîya xwe hest bi hebûna xwe dikir. Û dilê min ê zîz xwe radestî baskên germ û spî, ku bi xemla wan çîrokên bapîrê min xemilî û befirê neqş birînê dike fûrefûr.
Ez ji erdê heta ber perên xewnên spî şa û dilgeş dibûm.
Roja paştir, gava te çavên xwe bi bejneke befra li erdê vedikirin te nedizanî ka ew perperûşkên befrê siviktir in an dilê te.
Paşê berfîk dihatin sehkirin, kêmasiyên wan hebana dihatin hel kirin û ban dihate malîn. Dûn dihate vedan, ji bo pez û dewaran alif dihatin danîn. Paşê meydan ji zarok û kûçikan re dima.
Te bivêt gulomişkanê bikî, te bivêt mirofkê befrê çêkî, te bivêt hilûşkanê bikî, kole li ser kaşên befrê, hilavêşk li ber vedidan.
Bêhnek dî te divêt di bin tilê berfa ber malê de tûnelê çêkî, te bivêt qeleqoçan dadî ser banan. Hin caran befrê di ser bejna te re diavêt.
Erê erê, bêhna berfê jî hebû; her çendî ew bi xwe pir sar be, bêhna wê zarokekî hêc, xwedan dilekî şûm, çavên wî stêrk bi stêrk û qasî bejna befrê jî tijî hêvîyên ger mdi tahma wan çîrokên têr bi efsûn de.
Gava tu û befir pêkve diwestîyan û te xwe diavête pişt sobê, çavên te li dadê û babo, dapîr û bapîr, xwişk û bira diket; zivistan xweş bû. Rê asê bûn. Ne eskeran dikarî bêne doranên gundî ne jî rêyên qaçaxçitiyê hebûn ku şevekê tu radizayî bavo nivistî, sibê radibû ku pêlavên wî di nav pêlavan de neyî; dilê te diguvêşî ser hev: Çavê te li rê û bihorkan, guhê te li xeberên bixêr û heta Xwedê dizane piştî çend şev û rojan ji nişka ve dihate malê û dîsa li dilê te dibû cejn û şahî.
Xasma zivistan çend xweş bûn. Em tenê xwe bi xwe bûn. Şev bi şevbihêrkan germ dibûn, roj dibû dîwana fîl û ferezanê. Jiyan di navbera kadîn, dûn, mizgeft û malên cîranan de dibû bablekanê.
Li wî warê dûr, tenê û tenê zivistanê “tirs” biçûk dibû û tirsê carina xwe dixist dilqê renîyekê û şeveke sar bi ser malên derdolan de diqulipte xwarê.
Jixwe gava befir gelek barîba malên nêzî dolan berdidan û bi ser malên gundî de belav dibûn. Heke miştêya kewl û kewalan têr be, heke kadîn û kewar tijî bin zivistan; ligel çile û beçe, zîpik û xêpikên xwe bi heft bavên xwe bêminet bû.
Ax! Xwezî bi wan rojan!