Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Vê çîrokê hûn temam bikin; gelo çi dibe?

Vê çîrokê hûn temam bikin; gelo çi dibe?

Ag! Og! Hiiiii! Vin vinnn! Dengedengeke kûr her ku diçû nêzîtir dibû. Xwîdana weke kanîbihariyan di nav wesleyên laşî de hiltavêt li ser eniyê vedigeriyan xilorikan şor î ron û dilop bi dilop xwe di eniya kever de gêr dikir û di nav birû û mijlanka de winda dibûn, hinan jî riya nav du çavan, newala kûr dida ber xwe û di ser hespikê kepî re baz dida û hinan heta devê şikefta devî xwe berdida xwarê. Ji ber wê, zimanê ku bi tûka xwe şil dikir, di ser lêva xwe re digerand û bi tahmeke şor a weke sûravka ber germûkan mayî, di panîka devî de digeriya…seh dikir.

Çi dibe gelo? Bi pişta destê xwe xwîya li eniya xwe vemalî, çavê xwe mûr kirin û weke beqekê xwe bi erdê xwe pan kir. Ringeringa ji sînga wî dihat û kela wî radikir, weke ku serî ji hemû dengan standibe, ji nava xilolehiya mejiyê wî de weke dengê daholekê deng vedida.

Çi dibe gelo? Evê pirsê bêyî ku lêvên wî ji ser hev bilivin, deng lêk birêsin û ji şikefta devê wî robibin, ji nava çirûska çavên wî peqiyan û di malvînka mejiyê wî de weke hawareke bilind deng veda.

Nedixwest guh bi liv û tevgerên laşê xwe bidêre, lê pê hesiya ku destava wî ya zirav zorê didê û hindik maye ji xwe biçe û devê mesînê xwe veke û ava germ a di mîzdanka wî de pengiyayî berde û rehetiyek bikeve canê wî.

Vê carê ji bo xwe kir ev pirs, “Çi dibe gelo?”, qey ez ê binê xwe şil bikim, piştî vî emir vêca! Hingê pê hesiya ku bêhemdê xwe kenekî muzir ê bêedeb, xwe li ser kurîşkên eniya wî dadaye û bêhneke fireh daye wî.

Ev çendek bû dengedeng birriyabû, ji bilî huşehuşeke ku weke dengê bayê ku ji dûr ve li pêlên avê bixe û bîne li şikefta guhê wî, li têla kerika guhî bixe û zingîniyê jê bîne, qet çu deng, çi tingeting jî nedihatinê; erd kerr, asîman lal bû wê kêlîkê…     

(…)

Hûn dewama wê mereq dikin?

Nexwe hûn bi xwe vê senaryoyê birêsin û li gorî dilê xwe teşe û rengekî bidinê. Ez ê li vê derê vebirim.

Ez ê li vê derê bêjim, “Çîroka min li diyaran, rehme lid ê û bavên xwîneran”, ez zanim, niha gelek ji we di dilê xwe de dibêjin, “ca ev xwîner ji ku derket, ma ew guhdar nebû?”lê heke hûn ê guh bidine min, li tevna çîrokê vegerin, gelo çi dibe?           

(…)

Niha em vegerin çîroka Bihara Kurdî.

Lijneya BDPê li deriyê Qesra Spî çok veda, hin hevdîtin û çavpêketinên têra xwe qelew û girîng ên diplomatîk pêk anîn.

Li başûr bayê serxwebûnê weke hûnebayê devê sergeliyê Deşta Xanê gurmîniyê dixe dol û newalên siyaseta Rojhilata Navîn.

Gelo çi dibe; PKK dê çekan deyne?

Ma deyne dê bikaribe bi qewl û qirarên dewletên weke bi kultur û exlaqê siyaseta “nanê sêlê” tevdigerin, piştrast û hêmin bibe?

Pa rojavayê Kurdistanê?

Gelo çi dibe; Tirkiye dê li Sûriyê bide?

Rojên têr bi adrenalin; rajena rojevê bi lez û bilind e van rojan.

Kelecan di lûtkeyê de, adrenalîn û pêngavên ber bi Bihara Kurdî ve… bi lez, bi dillerz, weke rêveçûyîna li ser sêla agirî…

Gelo çi dibe?

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi