Û kurd û futbol û Amedspor
Amedsporê li mala xwe 4 gol xwaribûn ji destê Galatasarayê û bi qewlê kurdên me “bo maça deplasmanê xwe baş rexne kiribû, berpirsyarên têkçûnê ji kar girtibûn û sond xwaribû ku ew ê tola xwe li erdê nehêle”, heçî GS bû digot, “Me li mala wan, bi tîma xwe ya B 4 gol avêtinê, nexwe em ê vê derê gêreya wan bikin; herî kêm 5 golan bavêjinê” lê weke gelek caran bazara sûk û malê li hev negirt û kî sistî kir şikest, kî micidî çû meseleyê bi ser ket.
Di encamê de li Stenbolê stada Arenayê ya GSê, Amedsporê 2-0 zora Galatasarayê bir. (Jidil pîroz dikim)
Futbol, li hemû cîhanê leyîzeke gelekî li pêş e û beşeke zêde ya medyayê bi ser vê mijûl e û civak gelekî angajeyî wê ye. Heta gelek caran gava peyva “spor” tê gotin, di serî de, “futbol” tê fêmkirin û bala ciwanan yekser diçe ser.
Hemû cîhan ji vê nîmet û hêza “futbolê” sûdê werdigire û li gorî berjewendiya welatê xwe bi kar tîne. Heta li welatekî wek Brezîlyayê “futbol” sektoreke cidî ye darayî ye û kartêkeriyê li aboriya welat jî dike. Welatê futbola wan herî li pêş jî, Spanya, Almanya û Brîtanya ne. Maçên lîgên van welatan, li gelek kanalên cîhanê yekser têne temaşekirin û dibistanên futbolê yên van welatan, li gelek deverên cîhanê hene.
Bi taybetî tîma Katalonan Barcelona li seranserê cîhanê marka ye û alîgirên wê di nav hemû welatên cîhanê ne hene. Heta mirov dikare bêje ku welatê Katalonya bi xêra Barcelonayê li tevahiya cîhanê tê naskirin û ew dikarin bi riya wê, dengê xwe bigihînin her derê.
Bi salan e, di hin goşeyên kurdî de jî pirsa, “Gelo em ê bikaribin Barcelonayeke kurdan jî çêkin?” tê kirin.
Serpêhatiya Diyarbakirspora ku Dewleta Tirk ji bo ji ciwanên kurdan ji doza kurd û Kurdistanê dûr bihêlin û ji ber vê jî hatibû bilindkirin û di Lîga Super a Tirkiyeyê de dilîst, em hemû dizanin. Çawa ku Diyarbakirspor hinekî kirasê kurdîniyê li xwe kir, yekser hat xistin û ji hev belav bû.
Amedspor cuda ye. Ew tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye. Serkêş û binekarê wê, kurdînî ye û bi perspektîfa “sporeke çê, civakeke çê, leyîzeke çê, exlaqeke çê; aştî û dostane” li sporê dinêre, ji ber wê jî, bi ya min, divê li ser bê sekinîn û ji Amedsporê Barcelonayeke kurdî bête afirandin.
Ji bo vê, pêdivî bi çend tiştan heye:
Di serî de, divê binesazîyeke xurt, tesîsên bikêr, stadyûmeke ne kêmî TT Arenayê bête çêkirin. Divê di warê fînansmanê de hemû delîve bêne bikaranîn û ger hewce bike, bi Klûbên Mezin ên Cîhanî re, Barcelona, Real Madrît, Chelsea, Manchester United û hwd danûstandin bêne kirin û di warê rahênanan de piştgirî û hevkarî bê xwestin/kirin.
Hêjayî gotinê ye ku civakên pêşketî bi nirxên moralê angaje dibin û divê “futbol” wek çekeke xapandin û gêjkirinê ji destê hêzên serdest bê hilanîn. Ev dibêjim qey futbol ew e, şûna ku mirov rika xwe bi çek û sîlehê bi ser hev de birijin, bila bi gogê bilîzin û mirov hevdu nekujin.
Bila serkeftin û binkeftin bi golan ne bi guleyan!...
Ez dîsa Amedsporê pîroz dikim.