Te got hirç :)
Salek dî çû; -Hez ke hûn vê weha bixwînin, salek dî jî hat û li nav umrê me hêwirî.
Em çi ji sala nû daxwaz bikin; Tu yê bêjî qey sala nû “dara mirazan e” ku xweziyên me bigihîne keziyan. An jî hûn dikarin vê hevokê bi awayê, “xwedan xweziyan bigihînin xwedan keziyan” jî bixwînin.
Sala borî, bi “bihara ereban” hinekî heyecan hinekî jî aksiyon li ekranên tv û rûpelên rojnameyên me zêdetir kiribû. Êdî li şûna “Ezel” û Kurt Vadîsî” gelekan ji me înfaza Qedafî, sernixwînbûna Husnî Mibarek û teq û reqa li çoleşarên Erebistana gewr temaşe kirin û analîzên ber ekranê û li ser malperên medyaya civakî div ê tewerê de bûn.
Çawa be, “bihara erebî” cîran bi cîran digeriya û gav bi gav nêzî welatê me dibû. Heta hat û li çiravka Sûriyeyê likumî. Çavê kurdên me ên Rojava li “bihara şoreşê” qerimîn.
Hetta rêbaza “Kolana Tehrîrê” êdî bi dengekî bilind ji bo “Deriyê Çiyê” a Amedê jî dihate bilindkirin, heta çend prova û ceribandin jî di bin navê “Bêîteatiya Sivîl” li Xutbeyên Îna Kolanê hatin pêkanîn jî.
Pê re Serokwezîrê Tirkiyeyê Muhteşem Teyyîp, ji qutîya Pandorayê “Zerdûştî” derxist û niha jî berdevkê wî Wezîrê Navxweyî ye çi ye, hûn dikarin navxweyî wekî navxwelî an jî nanxwelî jî bixwînin, İdrîs Naîm Şahîn, li ser sehneyê ye û bi zarê xwe yê şekir û hingvîn “vî peynî” belav dike.
Doza çareseriya kêşeya Kurdî jî, ango bi gotina mode, “pirsa kurd” jî, di erênaya “çareserkirin û tepeserkirinê” de, gavek ber pêş sê gav ber paş ve, ber bi kendalekî hilû ve gêr dibe.
Çi pakêta tê vekirin: Zindanek û Goristanek li yên heyî zêdetir dibe û “hêvî” jî her ku pêde diçe, diçilmise û sistir dibe. Welê bûye ku gava ev pirs tê ser ziman, hema xweberê mirov dibêje, “Te got hirç!” û êdî hêvî hin birîndar bûne, heke îro “Muhteşem Teyîp rabe bêje ez ê Kurdistaneke Serbixwe bidime we jî” êdî xelk dê zimanê xwe lê xwar bikin û dê bibêjinê, “de herree lo!”
Yanî “şoreşa Yasemînî” va ye salekê li pey xwe dihêle. Rûpelên dîrokê ber bi 2012ya miladî ve qulopilo dibin. Salnameya Maya jî tenê 11 meh man.
Piştî vekişîna DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) ya ji Iraqê agirê vemirî yê vê tenûrê dîsa gur bû û sêl şariya.
Iraq sala nû bi aloziya “Şia û Suniyan” pêşwazî dike.
Noel dîsa ji kuleka qudretê “xewnên azadiyê” ji zarokên me re nayne, hê jî, Kurdên Tirkiyeyê –Ez qet ji vê gotinê hez nakim, bi zimanê xwe perwerde nabin.
Salek dî jî kevn bû, niha em/z ê bo sala nû çi daxwazê bikin/m?, qet û qet nizanin/m.
A herî baş, em hemû bi hev re rabin ser xwe, kirasê dîn û teredînan bikine ber xwe, berê xwe bidine kuçe û kolanan û bi yek dengî bikine qîrîn û hewar: “Te goooooo hirççççç!”
Te dî, biraderên me yên Çînî yên çavşûjink û Japonên çavhilûsk, her sala nû navê ajal/heywanekê lê datînin, em jî navê 2012ê bikine “sala hirçê!”
-Ha! Hirç heywaneke gawir e ha!