Serhatî an aqildar?
Salekê zivistan gelek giran dibe. Berf bejnekê dibare. rê û rêbiwar tev tên girtin. Aşît û renî newalên kûr heta devî tijî dikin. Rûvî jî nikarin ji kunên xwe derkevin. Sîvanok xwe di bin tevşên sîvanan de asê dikin û kelaşk ji serma terka spîndaran dikin. Wê salê, çilê zivistanwelê ye ku "pîrê keça xwe difiroşe dike êzing û disoje û malxwê malê kurê xwe difiroşe bi du barên darên dîdarê...
hingê pezkovî ji baleyan dadikevin xwarê û qesta gova camerêkî dikin. Gava dibe sibe, camêr dinêre ku pezên kovî ji çiyê daketine û hatine di goma wî ve. ev camêr gelekî kêfxweş dibe, ji xwe re dibêje, "Çawa be êdî ez xwedanê pezkoviyan im, ma ez ê çi bi van lexer û lawazên du bizin û du mihan bikim" û radibe pezê xwe hemiyê difiroşe.
Lê dibe bihar. Kanî û kanîbiharî dizên, mêrg û terazin têrxwer dibin, binevşok lêva beyaran dixemilînin û hêdî hêdî av di dar û beran digere. befir damenên xwe hildide û heta navtenga çiyê diçe û belekiyên befrê dibin dîmenek ji dîmena rojê. Êdî ji bilî nizar û şûnreniyan qontarên çiya, panav û zêniya çiyan, şîn diketeve.
Hingê pezkoviyên me hêc bûne, camêr her roj du zerikên şîrî jê hiltîne û çend karikên wan jî bi dû ketine, hema bêje çavê gundiyan hemiyan lê ye. Lê belê heçî pezkovî ne çawa dibînin ku çiya şîn bûne û biharê rengê xwe daye, dane dû hev û bêhna xwe li şikêr û milên jorî vedan.
camêrê me bi serê xwe hate tepolan, lê êdî çi bikira jî bêfêde bû. Çimko pezkovî vegeriyabûn warê xwe û ew jî mabû ser jovanî û pêşemaniya xwe ku çima pezê xwe firotiye û baweriya xwe kokî û qelewiya pezê kovî aniye...
...
Ev çîrok her dem gelek bandor û kartêkeriyê li min dike. Nizanim çima lê halê wî gundî û hezkirina me kurdan ya bo biyaniyan eynî tiştî tîne bîra min...
yazılarınızı okuyorum ama fazla hakim olamıyorum kütrce mi nasıl geliştirebilirim konuşmada proplem olmuyor yazılarınızı hem kürtçe hemde türkce yayınlayabilirmisiniz sagolun
Yanıtla (0) (0)Law ronas deniz, ma te wijdan jî tûneye ji bo xatira Xwedê? Ew daxwazeke çawa ye lawo? Pêle bila Nivîskarek jî hema Kurdî binivise, ma dê qiyamet rabe? İcar dibêje "yazilarinizi okuyorum ama fazla hakim olamıyorum"... dê wê de here hûû!
Yanıtla (0) (0)