Rûbozik (Roboskî) kelemê çavên neyaran
Ev salek e ku gelî û pesarên Rûbozikê rondikan dibarînin. Dar û ber dinalin û heke ax û ava wê bi ziman bên dê tijî dinyayekê kul û kovanan bibêjin, bi her du çavan xwîn bigrîn bo vê ‘dada’ bêdadan.
Ev salek e, befira ber dol û koxên Bêcuhê xwîn diherike û riyên sînoran bi dengê balefirên jehrrêj têne hingaftin.
Ev salek e, li Rûbozikê wijdana ‘dewletê’ kurmî dibe û bêhn bi ‘dad û mêzîna dada wan’ dikeve.
Ev salek e, rûyê bozik ê bi xwîna sîûçar şitilên biharê şêlûbûyî, bi nalenal xwe di gelî û newalên kerr dide û ji rika dilê xwe re sînga lat û zinaran dialîse.
Ev salek e, befir spî nabare Kurdistanê. Ev salek e, baran bi rengê pêlavên li ser pişta hêstiran xwînî dibare ser vê axê. Ev salek e, axa vî warî qet xwe hiş nekiriye û qet deng ji xwe nebilandiye. Ev salek e, dayikên vî welatî dergûşên xwe bi lorikên ‘bextê roma reş a xayîn bêlome be!’ dinivînin û li şûna çîrokên hezar û şevekê; Çîroka şeveke kanûnê ya reş û dirêj e, ji bo sava û berşîrên xwe vedigêrin.
Ev salek e, law û keçên vî welatî destnivêja xwe bi rondikên Rûbozikê digirin û li bergelî û nizarên wê sejdê dibin bo Xwedayê xwedanê mirazan da ku dengê girîna van dayikan bibe xwe û baranê edaletê bi ser vê axa hişk û zuwahiştî de bişîne.
Ev temenê salekê ye Rûbozik kelemê çavên neyaran, tîlîlîliya ser zarê bûk û berbûyên destbihene, rext û rapêça bejna keleşelaw û ciwanekeçên xwe di ber doza vî welatî de gorî dikin.
Rûbozik;
Ey sûmaya çavên welatê min,
Elindeya kerr
Spêdeya befir sor lê barî…
Ey tarîgewka stêrka gelavêj rondik li ser barandî
Niha
Bo min lorikekê vehûne
Ku şevên kanûnê yên reş û dirêj bes befra sor bibarînin ji asîmanê jorî
Û balindeyên hesinî bes kerba xwe vereşin ser devê van geliyan
Tu
Weke gulnixwînê serê xwe nexe ber xwe
Bihêle bila ew ‘terezbab’ ji xwe şerm bikin;
Ew ên bi rondikên tîmsahî
Bi destên xwe yên tijî xwîn
Ên kirêt
Rahiştin ayet û hedîsên pîroz
Û hatin mala me
Gotin, “Em bira ne”
Û em
Di gerkê govendê hafa dîlanê ya mirinê de reqisandin
Ey rûbozik,
Kelemê ber çavêt dijmin û neyaran
Heke me tu ji bîr kirî
Bila hemû ‘tokên lanetê’ li stûyê me nîrbende bin
Bila
Hemû ‘şeytanên gerdûnê’ bi xwîna me destnivêja xwe bişûn
Û hemû mirovxwer û wanpîr bibin mêvanê kelexên me
Bila hezar lanet li dilê me be û ew hişk bibe…
Erê Rûbozik,
Tu çirûskvedanek ji Geliyê Tiyarê; berpalên Gûzereşê
Dû Pira Dojehê
Sî û şeş caran parçe parçe bûyî di bedena keleşelaw û ciwanekeçikên vî welatî de
Tu newala qesaban
Sîûsê gule
Tu Dersîm, Helepçe
Tu Kurdistan sertaser
Ax bo te,
Ez ê niha çawa xeberê bidim wan ‘qaçaxên’ te yên ji gundê jorî çûne yê jêrî
Ku sersaleke nû tê dîsa
Û hê jî befira sor ranewestiyaye
Û kizekiza wê ye peşkên xwînê,
Gustîlên dezgirên bêmiraz
Ciwanelawên di bihara umrê xwe de
Bigerînim û vê kovanê li ser kula bi ser hemû kulan bigêrînim
Ax bo te Rûbozik!
Kelemê çavên neyaran
Kuştiya bi destê teyaran…