Piştî ‘qiyametê’ dê Kurdistan ava bibe
Ev çîroka ‘rabûna qiyametê’ demek e di rojeva cîhanê de. A rastîn beşek kêm ji mirovên bawersist û nizanin dê çi bikin, we kirin ku ji xwe re magazînekê çêkin û gelekî baş jî gihîstin miraza xwe.
Piştî ku çîroka ‘qiyametê’ jê negirt û hema mûyekî di ber dinyayê re çû, kehaneta Mayayîyan çem û çem çû, Ufo jî nehatin cîhanê û ji bilî berf û pûka reş çu tişt nebû nesîbê ‘Bapîrê Noêl’ vêca tîra çavên ‘raya giştî ya cîhanê’ dageriya ser Kurdistanê û weha hate şîrovekirin ku mebesta Mayayîyan ji qiyametê ‘rabûna piyan a gelê Kurd e” û ev şîrove ji hemûyan beraqiltir hat.
Niha jî ‘dagirkerên vî welatî’ ketine etrê, ta û girkê avêtiye –bêmane- qûna wan û nizanin dê çi xweliyê bi serê xwe werkin û rê li ‘rabûn û rapeşkîna Kurdan’ bigirin.
-Heft tenûrên nanê cehî bixwin jî neşên bavo; çû, êdî çavkuliya piştî mirinê bêfêde ye-
A rastîn, çu kes nikare dema rabûna qiyametê bizanibe, hema a rast ew e heçî kesê mir qiyameta wî rabû jixwe.
Bo Kurdan kehaneta herî rast ew e ku li dijî bindestî û serşoriyê bi vêkra rabin ser piyan û qiyameke mezin bikin û zaliman ji welatê xwe derxin.
Dirêj nakim,
Kehaneta Mayayiyan negirt, vêca ‘ecdeb û UFOvanên’ me dê niha çi bikin, ez nizanim!
Ez qet tênegihîştime ka çima ‘mirov’ ew qas meraqdarê ‘dawîlêhatina dinyayê’ ne, jixwe me ev dinyaya xweşik bi şer û qira xwe kiriye pawanê xirabiyê, heke rojekê roj çirayê xwe vemirîne û dinya xwe ji qehra bipeqîne, ser û sebebê wê -ma ne- em mirov in!..
Dibêjin, sê tabletên Mayayin hene; Du jê winda ne. Xwedê dizane camêran di wan de çi kehanet lêk anîne; belkî piştî qiyameta ku du war jê xilas dibûn, dinya ji nû ve şên bibe û vê carê Kurd bi miraza xwe şa bibin.
-De bi xatrê we: Berî qiyametê û piştî qiyametê jî zimanê min her Kurdî ye-
reya rast xerab nabe av bi her di gihişte dema xwe gotinen berheva na be çareseriya xewnen be eqila...
Yanıtla (0) (0)Xude heye eji bijem kengî kurdistan avabît hengî de kiyamet rabit.
Yanıtla (0) (0)