Pirsa al û sembolên neteweyî
Ez dizanim, gelek ji we, gava vê sernavê dibînin, ‘xwê bi birîna wan wer dibe’ û di dilê xwe de dibêjin, “Hema têkve nede!”
Lê ez ê têkve dim, ligel ku ez dizanim ku dê li ‘hinekan kesan/aliyan’ tal bê jî, ez ê dîsa di gotina xwe de texsîr nekim.
Heçî pirsa al û sembolên neteweyî ye, pirseke gelekî girîng e ku gelek caran li ber pêl û pêvajoyan dikeve û dibe arîşeyeke pêvajozêde J
Ez dixwazim, ji binî ve li pirsê binêrim û vê pirsê bikim:
-Gelo ma em bûne netewe ku bikaribin behsa al û sembolên xwe bikin?
An jî pirsê hinekî dî hiçlinim:
-Gelo ma em dixwazin bibin netewe ku pirseke me ya al û sembolan hebe?
Cihê dax û heyfê ye ku van rojan, em li gelek daxuyanî û axaftinên hin kurdên me de dibînin ku ‘aşqeke kor’ a bo sembol û ala Tirkan peyda bûye.
Gelo ev sendroma ‘xwelîseriyê’ bi çi û kîjan rêbazê li nav me serî dihilîne?
Çi dibe sebeb ku hinek kurdên me wisa bi hêsanî ji Kurdan dixwazin ku bibin alperest û ji bo dilê Tirkan nemîne (!) sembolên neteweya Tirk wek ên xwe qebûl bikin û bi ser de jî bibêjin, “Ev al bi qasî ya wan e ya me ye jî”, ev çi xwelîserî ye?
Ez hinek tiştan fêm dikim; Ji bo siyasî mirov dikare bibêje, “Ez ji bo hemû al û sembolan rêzdar im, ala Tirkan jî weke ya Îngilîzan li ber dilê min sembola neteweyekê ye û rêza min bo heye.”
Ev tête famkirin.
Ez vê jî têdigihêjim; “Wele bavo, me Kurdan nekarî ala xwe hildin, welatê xwe rizgar bikin û serxwebûna xwe ragihînin. Di nav sînorên heyî de, li bin siya ala heyî bi awayekî demokratîk em dikarin pêkve bijîn. Erê lê, ma hewce ye tu her roj, di her fersendê de rabî bêjî, ‘ez nobedarê vê alê me’, ez vê yekê hîç û hîç fêm nakim.”
Ka çi pêdivî bi gotineke weha heye ku onêra/rûmeta Kurdan pê bişkê?
Ma paradîgmaya nû ev e?
Kurd û tevgera wan a siyasî, li şûna ber dilê kurdan al û sembolên vê sîstema genîbûyî şirîn bikin, divê cîhaneke ji van sembolan hatiye paqijkirin bixwazin.
Dibe ku tu nikarî li rex alaya Tirkan a Kurdistanê biçikînî, lê tu dikarî wê alê tenê bihêlî ser banên dezgehên hukmî.
Pirsa al û sembolên neteweyî pir girîng e.
Kurdan ji dema împaratoriya Medan ve ye reng û sembolên xwe yên neteweyî hene û ala ku niha li Herêma Kurdistanê tê hildan jî ji aliyê Rêxistina Xoybûnê ve weke ‘Ala Kurdistanê’ hatiye qebûlkirin.
Helbet Kurd dikarin pê biaxivin. Heke hemûyan ray û bîra xwe kire yek, dikarin ala û sembolên xwe biguherin jî, lê vê ancax Kurd di nava xwe de dikarin bikin.
Ji ber vê jî,
Bo me Kurdan ji her tiştî pirtir, pêdivî bi avabûna hizra neteweyî heye.
Divê em vê yekê bizanibin ku gava em xwe wek nasnameyeke neteweyî dinasin, di heman demê de em bi reng û sembolên xwe, deng û zimanê xwe, xwe didin nasîn.
Ev mafê me ye û weke şîrê dayikê li me helal e.
Ev nijadperestî nîn e.
Helbet Kurd dikarin bi paratîgmayeke nû serkêşiya hemû deverê bikin, jixwe trenda Kurdîniyê her ku diçe bilindtir dibe. We reng e, di dîroka mirovahiyê de hêj pêdivî bi me maye.
Ez we dihizirim û pêşbîniyê li ser dikim ku ev sedsala pêş sedsala Kurdan e. Rabûneke kurdî avis e û dê bi vê rabûna sîstema desthilatiya Rojhilata Navîn qonaxekê biçe yeke dî.
Ev giş rast in.
Lê a xelet ew e ku em civata kurd û serkêşê wê, vê pêlvedanê têra xwe binecî nexwînin.
Kurdino, dibe ku em neşên niha alaya xwe hildin ser bircên Amedê, lê ev nayê wê wateyê ku alaya me tune ye.
Ev nayê wê maneyê ku ala me û tirkan yek e.
Hêvî dikim; vê serşorîyê ji Kurdan nexwazin. (Dibe ku niha hinek bibêjin, Heval wisa nebêje tu yê pêvajoyê sabote bikî) Na na, netirsin!
Demogojiya bi ser ‘hesasiyeta aliyekî’ tê kirin, ne wisa xwedî niyeteke masûmane ye.
A tê xwestin; radestî û serşorî ye.
Kurdino, bizanibin ku çu kes qendiyê li we nake, çu heq û mafên wan hene, yên we jî ji xwedêdana we ve hene.
Rojek dê bêt, dewran dê bigere û çerx dê bi aliyê me ve bizivire.
Weke Nemir Tehsîn Taha gotî:
Nêzik e ew bihar bêtin
Ew bihara pez dê zêtin
Bi hêviyên xweş..