Nêzik e, roja me Kurdan hiltê
Bi Newrozê pêvajoyeke nû dest pê kir. Aliyan berikên xwe danîn: Beramberî projeya siyaseta Kurd, Erdoganê Serokwezîrê Dewletê jî ‘projeya xwe’ ragihand.
Ka em binêrin çi qewimî?
Bi destpêka biharê re, dewletê xwest pîrozbahiyên Newrozê berteng bike, aliyê kurd beramberî vê bertengkirinê bi berxwedanê ‘bend’ şikandin.
Ev tişta li ber çav e û rûyê tê xuyakirinê ye.
Rastî, her gav û kiriyara li meydana siyasetê xwe digihîne projeyeke çend-qonaxî û çawa ku nîşanên mirinê ta, yên barînê ba bin, ev jî nîşanên wê plangeriya nû ne.
Ji lew re hema çend rojan piştre ji aliyê hikûmetê ve projeke 10 xalî hate aşkerekirin.
Heke li bîra me be, berî wê jî, di erefeya Newrozê de pêkhateya kurdên Bakur jî, “bi ser 4 madeyan” daxwazên aliyê Kurd formûle kiribûn û dabû zanîn ku ev Newroz “referanduma” pratîzekirina van daxwazan e.
Di plana aliyê Kurd de, vebûna qewareya siyasetê li ber hemû aliyên Kurd, azadkirina girtiyan, otonomî (bi gotina siyaseta kurd Xweseriya Demokratîk) û perwerdeya bi zimanê Kurdî…
Dewletê ev daxwaz çawa fêm kirin?
Xweserî, weke berfirehkirina rayeya şarevanî û belediyeyan fêm kir.
Bo perwerdeya bi Kurdî jî got, “Niha bi dersa bijartî razî bin, paşerojê Xwedê mezin e!”
Wer reng e, ev kişik û satranceke dijwar e.
Her alî berika xwe tîne ber ya hemberê xwe.
Piştî van berikberkirinê, dewletê bi aşkere ji aliyê Kurd xwest ku vê heyamê PKK û meydana îllegal gelekî neyên pêş, pirsê pirtir li zemîna legal ango di bin banê parlamento û di bereyê civaka sivîl de bînin ber pirsyariyê û li vê meydanê li riyên çareseriyê bigerin.
Helbet, ev gotin giş ‘kod û şîfre’ ne.
Alî, ji ziman û şîfreyên hev fam dikin.
Ev tenê bazarek e, her kes dê plan û projeya xwe deyne pêş; Di dawîn de dê li ser hin tiştan li deverekê bigihêjin hev. An jî dawiya dawîn dê bibêjin, “Her kes bi serê xwe.”
Hemû alternatîf mimkûn e pê bêne axaftin û li ser her tiştî bazar mimkûn e bêne kirin; Ev tişt di surişta siyasetê de heye.
Çi tişt bi serê xwe çênabe. Konjonktûra navneteweyî; Pêşketinên li Sûriye û rojavayê Kurdistanê dê rengê bazara PKK û hikûmeta muhteşem Teyyîp jî zelaltir bike.
Helwesta rojava û Amerîka û hêzên xwedî şiyan ên li deverê jî û berjewendî û bazariyên wan, dê bi awayekî rengê vê pêla li pêşiya me ron û zelaltir bike.
Ji ber wê,
Aliyê Kurd, biryar e meha hezîranê bi Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê pêk bîne, mecbûr e heta hingê çita û pileya daxwazên xwe yên nasnameyî û mirovîn li lûtkeya herî jor bigire û hevgirtina xwe tekûz bike da ku di vê bazarê de li derveyî maseyê neyê hiştin.
Vê gavê Rojhilata Navîn kirasê xwe diguhere, belkî ax û zeviya welatan neyê parvekirin lê rêveberî û desthilatiya welatên heyî, ji nû ve tê dariştin û ‘serdestî tête lêkvekirin’, Kurd mecbûr in, hesabê vê lêkvekirinê bikin û cihê xwe tê de bigirin.
Ji ber hindê ye ku plan ew e; Ji bo her parçeyê Kurdistanê, li gorî xweseriya wî parçeyî, di rêveberiya dewlet û rejîmê de pariyekî kurdan hebe.
Piranî modêla “otonomî” weke Başûrê Kurdistanê berfireh nebe jî, Kurd tê de xwedî biryar û xwedî gotin bin.
Yanî bi zimanekî hêj fesîhtir; Kurd xwe bi xwe xwe bi rê ve bibin…
Dibe ku ji we re weke xeyalê bê, lê vê heyamê Kurd û Kurdistanê gelekî nêzî vê yekê ye, tenê heke rêber û serkêşên me bikaribin vê pêvajoyê baş bi rê ve bibin û yekgirtina xwe faşil nekin…
Roj hêdî hêdî li me Kurdan jî hiltê!...