Li ser ‘fîrarê’ û spasiyek bo Zahîde Besî
Min xwest bi spasiyekê dest bi vê nivîsa xwe bikim.
Weke tê zanîn, min van rojên borî nameya Zahîde Besî ya li ser pirtûk û berhemên xwe di malpera me de xwend. Ez gelekî pê dilzîz û hestyar bûm. Hevala Zahîdeyê ez ji HADEPa Culemêrgê dinasim, bi rastî jî kurdeka dilsoz û pir hêja ye. Daxwaza pirtûkên min ê dî kiriye, ji bilî Berbiska Zer çapên pirtûkên min ên dîtir tev qediyane. Lê ez dixwazim bêjim ku piştgirî û tewecuha wan, hêz û şiyanê dide min ku ez pirtir xwe li nivîsandinê bişidînim.
Ez ê hewl bidim bibin layiqê tewecuha hevalên xwe.
Hindî sax bin, ez û kurdî jêkve nabin. Çi kes nexwîne jî, ez ê her di nivîsa xwe de berdewam bim, çimkî ez zanim ku ez tiştekî baş bo xelkê xwe dikim.
…
Ax bêbextiyê ax! Agir bi mala xayin û xwefiroşan bike!
Nezanî û cehalet, bi sed salan e ku wek kurmê darê hinavên vî xelkî dikerûje. Çi tê serê min, ji vê nezaniya me ye tê.
Ev nezanî, dibe kurm û dikeve giyanê me.
Vê saeta ku ez van rêzikan dinivîsim, îdia tê kirin ku ji 18 fîrariyên Kurd 17 ji wan li gundekî Çewlikê hatine girtin.
De were û xwe nepeqîne; salekê erdê bikole, heta vê derê were û ev çalakiya weha mezin li vir di nîvî re bimîne.
Lê ber dilê min, encam çi be jî, ew bi ser ketin.
Ew, fîrariyên serkeftî ne û wan çalakiyeke gelekî mezin pêk anî. Kî çi bêje bila bêje, çu tişt nikare vê serkeftina wan bixe ber sîya xwe.
Ew gihîştin armanca xwe û mesaja xwe gihandin binecihê; gotin –Îradeyek azad bi çu awayî li nav çar dîwaran heps nabe. Nayê derdestkirinê û çu hêz neşên rê lê bigirin.
Ev hevalên ‘me’ karekî pîroz pêk anîn û nîşanî dost û neyaran da ku îradeya wan a azad, nikare li çu bend û zindanan bê piştquflekirin.
Ew, şahînên çiyayên bilind in û li bilindahiyên mirovahiyê wan bi bîr û îdeolojiya xwe lûsê xwe vedaye.
Ew, nayêne şikandin, ti hêz nikare bi wan.
Ji ber hindê,
Tişta herî kêfa min anî ew bû ku 18 kurd, ligel hev, bi maweyê salekê di bin zindanê de kundizekê dikolin û di nav wan de çu 'kurmên darê' peyda nabin. Ev îrade û bawerî, nîşana wê ye ku Kurd êdî ne Kurdên berê yên 'paleyên xelkê' ne. Heke 18 kurd bikaribin bibin tifaq, we xuya ye ku em li ser riyeke rast in û tevgera kurd dê hemû mafên xwe bi dest bixe.
Ji ber hindê jî ew 'fîrar' ne tenê fîrarek e, di heman demê de ezmûneke serkeftî ye û dengê zenga tifaqê ye.