Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Laneta vê axê û AŞTÎ

Laneta vê axê û AŞTÎ

Her kesê ji vê axê bar kir û çû, medeniyetek/şaristaniyek ava kir. Her kes hate vê axê jî her wisa bû împarator û dewlet bi ser dewletê ava kir.

Lê heçî xwecihên vir in; Ji laneta nîrê bindestiyê rizgar nebûn û çûn.

Bînin bîra xwe, Brahîmê Hitosî /Qureyşî ku wek bavê pêxemberan tê nasîn, piştî axa hişk a Ruhayê bi cî hişt û berê xwe da welatê nişîv Kenanê, pêxemberî ava kir.

Neviyê wî Yusif bû qralê Misrê. Heta dawiyê neviyê wî Îsa rabû, Mûsa rabû, Yehya, Yaqûp, Îsaq rabû û herî dawîn pêxemberê Îslamê Mihemed.  

Bereketa axa pîroz a Kurdistan û Mezopotamyayê tovê xwe li çol û beyarên Erebistana kimkime jê direvin, reşand û medeniyeteke nû li vê derê ava kir.

Ji aliyê dî, neviyên Hurî û Mîtanniyan li pêlên koçberiyê xwe li Atînaya Olimpiyosê girtin û textê mîta Antîk Yewnanê sernixwîn kirin.

Bi ser Talesê fîlozof riya aqilî li baxçeyê rojava çandin û bi ronahiya Zerdûştê kalê me Kurdan medeniyeteke nû li rojava geş kirin.

Heçî ji vê axê çû, bû tiştek.

Riyek nû li mirovahiyê vekir.

Heçî hat vê axê; Asûrên ji Başûr hatin talan û kuştin, dagirkerî û xwînxwarî anîn. Piştî wan Turanên ji rojhilatê hatin, heman tevn û rîs raçandin.

Xelkê xwecihî man di “hikmeta Xwedê da” û nîrê bindestiyê weke toka lanetê ji ser stûyê vî xelkê reben ranebû û çû!

 Ev ax, tenê ji bo xwe bi kêr nehat. Kî hat, dayê; kî hat, jê xwar; kî hat, pê têr bû; kî hat, pê bû lod, lê ew her ma berdewarê dilopek azadiyê, her bû gorepana agir û gelemşa navxweyiyê… Her bû teneşoya darbestên law û keçikên destbihine, çavbikil…

Her bû agir û doj û xwediyên xwe şewitandin.

Îro hê jî ev rastî neguherî ye û hê jî laneta li ser vê axê ranebûye.

Gelo ji bo rabe ma hêj hewceyî çend cangoriyên dî heye?

Ma hinde zor e pêkhatin?

Ma ewende dijwar e vemirandina agirê fitne û fesadiya li ser vê axê?

De bes e lo!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi