Konferansa Kurdî ya Amedê
Li Amedê di navbera 2-3-4ê Adarê de, bi navê “Konferansa Ziman a Neteweyî” kombûneke dorfireh dest pê kir.
Ji her çar parçeyênKurdistanû diasporaya kurdî Ewropayê, gelek beşdarên naskirî di vê konferansê de amade bûn.
Yek ji vana jî ji Zanîngeha Amsterdana Hollandayê Dr. Michiel Leezenberg bû. Ligel wî Îbrahîm Seydo Aydogan û Dr. Lezgîn Çalî, Amed Tîgrîs, Kakemam Botanî û gelek zimanzan û mamosteyên kurdî yên Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê div ê komcivînê de bi panel û axaftinên xwe cih girtin û li ser polîtîkaya nêzîhevkirina diyalekt û zaravayên kurdî yên ‘jêr û jor’ nîqaş û goftûgo hatin kirin.
Cihê pûkepêdanê ye ku di kombûnên Bakur de cara pêşîn, “Sirûda Ey Reqîb” hate xwendin.
Vê konferansa ku bi malovaniya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hate birêvebirin, bi axaftina Hevserokê KCDê Ehmed Turk a bixêrhatina mêvan û beşdaran dest pê kir.
Turk, têkiliya ziman û siyasetê bi bîr xist û got, “Serkeftin bi tifaqê çêdibe.”
Ji rojhilatê Kurdistanê Mesûd Şemsnijad bi helbesteke xweş rengekî cuda da kombûnê û germahiya vî parçeyê Kurdistanê tê de da berçavkirin.
Li ser navê rojavayê Kurdistanê jî Îzedîn Evdila axivî û bi kelecaneke mezin behsa pêşketinên vê dawiyê yên vî parçeyî kirin û daxwaza yekgirtinê dubare kir.
Ji başûr jî Kakemam Botan jî bi kurmanciya xwarê axivî û bal kişand ku kurdî ber bi “duzimaniyê” ve diçe û got ku sinyalên vê yekê êdî bi aşkereyî berguh dibin.
…
Ez bi xwe wek mêvan di vê konferansê de amade bûm.
Bi vê wesîleyê, delîve bi dest min ket ku min gelek zimanzan û dostên kurdîhez dîtin û me pişta çend gotinan bi hev re şikand.
Me qelûneke kurdî pêxist ser xatrê vê konferansê.
Plan ew e ku bernameyek bo polîtîkaya zimanê kurdî bête danîn; Li gorî vê her zarava û diyalekt li gorî xweseriya xwe û devera lê serdest, derfet li ber bêne vekirin û bi taybetî, ji bo bakurê Kurdistanê zemîna perwerdeya kurdî bête pêşxistin…
Ev konferans bi min wisa hat ku bû me bû derfet ku em bişên li hevdu guhdarî bikin û derdê xwe bi hev re parve bikin.
Stêrka kurdî dibiriqe: Ez vê ne ji ber vê konferansê dibêjim, gava min ciwanên kurd ên ku dixwestin ligel hemû bêderfetiyan jî, dengê “Hawara Botan” bilind bikin, ev hêvî li gel min geş bû.
Ev tenê mînakek e.
Ez wisa dibînim, dermanê me her li gel me bi xwe ye.
Kurdî geş dibe…. Ma we got çi?