Kî pif dike bin çengê 'Hizbullahê?'
Bîr û bîrdanka civakê gelekî girîng e.
Hinek ‘birîn’ hene, hezar sal di ser re biçin jî kevin nabin; ji bîra wê civakê naçin.
Civaka me ev kesên bi navê ‘Xwedê’ ji bin heft çiyayên Qafê (qereqolên kozmîk) ên tarî de, reş reş derketin û hemû tiştên bi navê kurdîniyê ‘tekfîr’ kirin û dane ber satoran, qet û qet ji bîr nekirine.
Jixwe ev civak têra xwe birîndar e.
Jixwe bi salan e, di bin nîrê zilm û zordestiyê de dinale; Girtin, kuştin, talan, îşkence û tirs bûye parçeyekî jiyana wê.
Jixwe ji canê xwe bêzar bûye.
De bes e lo, ma Hezkirina Pêxemberî weha ye?
Ma qey kîjan pêxemberî gotiye we, polîsên dewleteke xwînxwar bidin ber sîngê xwe û bînin ser xwendekaran ku ew jî ji xwîna we ne û belkî ne hûn, lê dayik û bavên we bi heman zimanî diaxivin.
Bes e lo, hûn hinde xwe li pişt navê Xwedê û Pêxemberan vedişêrin; Ma qey ew ‘pismamên’ we ne, dibêjî qey ‘tapo’ bi ser we lêkirine û hûn kirine paleyên vê pirsê.
Navê wê li ser e; Roja Hezjêkirina Pêxemberî, qenebe di vê rojê de wê RIK û KÎNÊ negirin… Bo xwedê, di kîjan qanûna HEZKIRINÊ de hildana SATORAN heye?
Kîjan dîn,
Kîjan exlaq,
Kîjan wijdan vê nîşanî WE dide?
Qebûl bikin,
Çu eleqeya we bi Xwedê û Pêxember nîne; Ev weke roja nîvro rohn û zelal e.
Hûn pale ne, paleyên ‘OPERASYON’eke kozmîk a tarî û tarîsan!
Hûn kurmên darê ne.
Hûn nezan û xwelîser in, heke wisa nebûna we nedihişt DEWLETa Zalim hinde we ji bo xwe bike pêsivik û bide ber sînga xwe û PÎSATIYA xwe bi we bide paqijkirin.
Bes e!
Kurdino, bextê we me, nebin gêskê destê neyarên xwe.
Li êkûdu ranebin!
Demokrasî, kultûra tehamulê ye; Bo xelkê koç bo hev bi qiloç nebin!
Tehamulê hev bikin.
Xuya ye, hinek kes li dûv têkvedanê ne; Divê ciwanên me yên xwîngerm xwe berze nekin û nebin hestîvka destê ‘dijmin û neyaran.’
Bila vê carê ‘nezanî’ bi ser nekeve;
Bi salan e, dewlet bi OPERASYONên tarî ‘hesasiyet û diltenikiyên me’ bi kar tîne,
Bi salan e, li ser mecbûriyetên me, OPERASYONên Kozmîk ên Balansê li ser me dabîn dike,
Kurdino,
Xwe nekin gorî hêrs û rika kelekelê
Û xwe neavêjin nav agirê ŞERÊ NAVXWE; eman ha, BIRAKUJIYÊ nekin!
Ron û aşkere ye,
Baskeke dewletê a neteweperest dixwaze agirê aloziyê li ser axa Kurdistanê her hil be; Ji bo wê ev karta ku berê dîsa hatibû ceribandin, dixwazin dîsa dubare bikin.
Ji bîr nekin, DÎROKa zanayan xwe dubare nake!
Mirov du car xwe di heman avê nahilîne…
Me gelek kişand, bes e!
Raste
Yanıtla (0) (0)Brako dıbe em gele kurdistane bı wıjdanbın, tahammülame jı herkesire hebe. do mewluda muhammed hat diyar kırın dı zanengaha amedede mın bernamede tışte hatın gotın gohtarikır. dı gotınada hem zılma ku dewlete lı pkk u hizbullah kıriye hat zıman u gazi insana kırın ku nebın alet. ama jı alemede xetta iro tışteki wılo ne hate zıman. her daim ew insane ku ne wek me bı fıkırın me go zılame dewletene ez ji dıbejım maqe ne bese.
Yanıtla (0) (0)mamoste di salê 90 da kî pif kiribe binê çengê van xwefiro$a irojî disa ew pif dikin binçengê wan.her wekê tê zanin ker dema ku di cihek bi herî da derbasbibe cara duyem rêyaxwe diguhurîne lê mixabin ev kerên xwefiroti vê carêjî dibên na em dizanin ev rê herîye lê disa emê divê rêyêde herin.xwedê kesî $e$ neke
Yanıtla (0) (0)ti kes li diji mewluda resulê XWEDA tune lê divê pêvajoya nazikde insan biva buyera diêse.yek jiva camêra dibê zilma li hizbullahê u li pkk hatiye kirin hatiye gotin. lê mixabin. dibe hatibe xeberdanji lê iro dixwazin cardin wek 90 , 95 carekedin bira bi bira bidin qirkirin ew failê MEHUL ku di pista serê wade tek guleyek dihat teqandin bi usula OSMANIYA dihatin infazkirin li bercavê hêji sopawa li kolanê ÊLIHÊ li bira gelin . lê wê demê bi hezara zaruk yetim histin bi seda dayik bi histin u katilji dihatin parastin .ew roj cardin wek mexdureki dibêjim ew roj tên bercavêmin. LÊ BIRA HERKES VÊ BAS ZANIBE EV DEM NE DEMA 1995 ye. tucara em tekoserê xwe nekin sirikê zilm u zordariya dagirkrra.dibe ne bihemd em hevalê zilmêbin.
Yanıtla (0) (0)Ahmet hüseyin Ki wi gotê kıriye derew kıriye Hizbıllah maşıka devletê bu u şerê qırıj bı destı wan kar dı ani u ew jî jı vî encamı u bı yekitiya xun xwaranre gele bextewar bun.İja iro derketıne dıbıj ujdan.Xwina hezaran Kürd,a lı deste weye WUN Kİ UJDAN Kİ.Trşıkçiler.
Yanıtla (0) (0)Dücle Üniversitesi Rektörü :"Bir grup yapmak istediği konferansa ilişkin bildiri dağıtmak istedi. Diğer grubun müdahale etmesi sonucunda olaylar büyüdü.diyor yani olayları başlatan buraya getiren malum solcu gençliktir. Altan Tan bile bu gün herkesi fikrini açıkça ortaya koymalı diyor siz hala suçu başklarını atıyorsunuz hizbullah diyorsunuz gerçekleri görmek lazım
Yanıtla (0) (0)Demokratbûn divê taybetîyeke me hemîyan be.Dema em azadî demokrasîyê bixwazin divê em bixwe nabeyna êkûdu de demokratbin.Bi navê welatparêzî hine kesan ji komekî din re astengdarî derxistin ku belavokên xwe belav bikin.Mixwabin buyer hate vê derecê.Bê tehemulî dê bibe sebebê belayên mezintir.Divê em vê çendê jî bizanibin ku mmkin nîne ku Kurd hemî ser hizr û bîrekê bin.Madem wisaye dive welatparêz tehamula piştegirên Mustezaf-Derê bikin.An Komek din tehamula ya din bikin.Nexwe bela û teşqele ji me dûr nakevin.
Yanıtla (0) (0)