Kesk-şîn; hezkirin-viyan di Kurdî de şîzofren in
Di kurdî de rengê hezkirinê “şîn” e, her weha “şîn” “kesk” û “kesk” jî “şîn” e.
Hezkirin û diviyan, di aşê xwezî û daxwazê de têne hêran. Di hişê kurdî de, rengên şîn û kesk û têgehên hezkirin û diviyanê, heman tişt in; hem heman tişt in hem jî ji hev cuda ne.
Em piçekî dî mijara xwe veçirînin.
Bo nimûne: Gava kurdek dibêje, min divê te bibînim daxwazê tîne pêş, gava dibêje, min tu divê(y) hezkirina dilê xwe dibêje û gava dibêje, divê tu biçî jî, pêdiviyê/hewcehiyê tîne ser zimanê xwe.
Heman demê, peyva “hezkirin” jî, di devok û şêwezarên kurdî de, bi awayên weha tê bikaranîn; Ez hez dikim te bibînim, hezkirin li vir daxwaz e. Ez ji te hez dikim, li vê derê hezkirin “dildarî û evînî ye”.
Her weha kesk û şîn jî di kurdî de weha ye. Di kurdî de “şîn” rengekî pir taybet e û ji bo vejîn û geşedanê jî bi kar tê. Bo nimûne, dol û newal şîn bûne, ev şîna vê derê ne reng e, çimko rengê giya kesk e, lê çu carê di kurdî de, xweza kesk nabe, daristan bi rengê kesk venabin, di kurdî de, ev bişkuvîn tev “şîn” e. Ava kûr şîn e, asîman şîn e, daristan şîn e û ligel van hemiyan “nihar, tazîye” jî şîn e. Şûna derba kulman a li rû û laşê mirov jî di kurdî de, “reşeşîn e” ev reşeşîn, rengê mor e. lê nayê gotin ber çavên wî mor kirine, tê gotin ber çavên wî reşoşîn kirine.
Heçî kesk e, di kurdî de zêde rengekî li pêş nîn e. Heta ji bo çavên keskî jî çavên “şîn” tê gotin, gava hate gotin “çavên wî/wê kesk bûne” hingê wateya ku fera çavî vemiriye û ew êdî miriye, tê fêmkirin.
Di kurdî de “kesk” an jî “çavkeskî” mirin e.
Rengê xengîriya piştî mirinê jî “şîn” e, kurd şînê digirin û şînê radikin. Şîn, li vê derê bi jîyin hiştina bîrhatina kesê/a koçkirî ye. Lewre gava kurdek “şînê” digire, koçkirina wî hezkiriyê/a xwe, ji xwe re weke dilgiraniyekê radigire û wî/wê di jiyana xwe de “zindî” ango “şîn” dihêle.
Ez bawer im, hişê we jî wek ê min tevlihev bû.
Bila dilê we tim “şîn” be lê çu carê (bi)“şînî” nebe.