Hevalê Wehîd
Hin kes hene, bêdeng in, belkî nizanibin gelek bi peyvan bileyîzin û nikaribin gotinên hilû û teyîsok darêjin ser textê axaftinê û weke canbazekî bi wan bileyîzin.
Ew mito ne û belkî jî pir kêm tiştan dizanin, lê bi wî tiştî jî heta bo mirinê baweriya xwe pê tînin. Hema mirov dikare bêje îmanê pê tînin.
Hin camêr û canik hene, ne bi gotin û pirbêjiya xwe nexş û kexş lê bi kiryara xwe li meydanê ne; Temet bejna gotina xwe jidil in û temet giraniya peyva xwe yekrû û rastgo ne.
Hin kes hene, bi hebûna xwe ya bêdeng, bi dilê xwe xwe didin xwe barê giran û weke aveke mend di bin wê bêdengiya xwe de gelek cewheran vedişêrin wek çawa ku durr li binê deryayê ne.
Hevalê Wehîd, dergevanê ber deriyê Keleha Azadiya Welat –Ne keleha Şener Ozmen e ha- ew ê ku bi hatina xwe rengê keskî jiyanê daye derdobera avahiyê û her çar doranên wê bi dar û kulîlkan xemilandî… Herî dawîn gava min dîtî, li ber derî dar diçandin, dara hevristê bû…
Piştî wê roja paştir min bihîst, hevalekî got, “Welle hevalê Wehîd hate girtin, va ye polis wî dibin.”
Min bawer nekir, min got, “De here lo, qey ev dîn bûne ku hevalê Wehîd bigirin bin çavan, camêro tu zirara wî nagihêje moriyekî jî!”
Tenê piştî çend mehan, eynî hevalî got, “Ez ji cenazeyê hevalê Wehîd têm”, min got, “De here lo, êdî çi!”
Min ne ji girtina wî, ne jî ji barkirina wî ya ji vê dinyaya gewrik bawer kir…
Li gorî hin gotinan, “tê gotin ku hevalê Wehîd bi xwe dawî li jiyana xwe aniye, ji bo ku serî li ber zilma gardîyanan netewîne!”
Hey gidî dinya, dêmek însan çawa bijî mirina wî jî wisa ye; Ew, bêdeng bû, pir nediaxivî, weke masiyekî di nav dilê deryayê wisa bi karê xwe û kiryara xwe şa û dilxweş bû. Wî, bêdeng ji vê dozê hez kir, bêdeng hate girtin û bêdeng cenazeyê wî ji girtîgehê derket.
Koça wî jî weke jiyê bû; Ku min hêj bawer nekiriye ku ew miriye.