Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Helal be ji we re (!)

Helal be ji we re (!)

Dê lêxin eşîrno, qira hevdu bînin; weyyy hûn çi xweşmêr in (!), weyyy, hûn çi babeegîd in (l), lawo, hewe Kurdistan rizgar kir(!)

Nizam çi bêjim,

Xwedê mirovî, ji çav, guh, dest, piyê, dev û zar bike, lê Xwedê tu kesî ji 'aqil' neke; Van Colemêrgiyên me 'aqilê xwe' çelqandiye...

Heyfa wan keç û lawên we, ku serî ber dijminên dagirker rakirine û giyanê xwe daye...

Hûn, axano, eşîrno, xwelîno, qurbana pêlava wan bin...

heyf!

Ev çendek e, li Colemêrgê ev girara ‘eşîreşîrkanê’ ji aliyê hin destên tarî ve tête kelandin. Xuya ye, ya ku ev demeke dirêj e, hinekan dixwest biqewime, dawiya dawîn qewimî û ev vêkraberdana eşîran gihîşt armanca xwe.

Kî li pişt vê pîjkirin û zêrandinê ye?

Di serî de, dewlet; lê em rabin hema yekser sûcî hemûşkê qeldin ser pişta ‘dewletê’ em ê nikaribin rastiya meseleyê’ penîçav bikin.

Ev, ya herî hêsan e.

Mebest jê çi ye?

Çima tê xwestin ‘axatî’ dîsa bête şînkirin û otorîteya wan dîsa bête qewîkirin?

Dewlet, ji bo têkvedana vê kulê kîjan zeaf û kêmasiyên ‘me’ bi kar tîne?

Bingehê ‘Pinyanişîtî û Ertoşîtiyê’ çi ye; gelo kîjan eşîr spî, kîjan reş, kîjan ji hêkê derketiye, kîjan leglegan gel xwe aniye?!

Bêlome, hezar carî bêlome!...

Çawa çêdibe, di sedsala 21ê de hê jî “Pinyanişîtî” û “Ertoşîtî” weke nirxek, wek nasnavek dimîne û mirov xwe bi vê “bilind” û “cuda” hest dikin?

Ev çi nezanî ye!

Ev çi xwelîserî ye!

Ev çi rezalet e!

Eşîrno, axano, ji bîr nekin, heçî kesê di nav vê meseleyê de, hezar tif li rûyê wî be, bila ji bîr neke, heta heta dê rûyê wan reş û rûtenî be, şerm e, eyb e, fihêtî ye; bes eeeeeeeeee!

Bo Xwedê, ka bo min bêjin; bavê kîjan ji we ji yê dîtir mêrçaktir e(!) Kîj we xweşmêrtir e(!)

Pinyanişî eslîtir in, an Ertoşî? (!)

Kî ji we, çavreştir e?

Kî ji we serreştir e?

Şerm bikin, ji wan gênc û lawên sînga xwe li ber dijminan kirine mertal û xwe dane rêka azadiyê!, şerm bikin, ji rondikên çavên wan dayikên bo vî welatî, merg û cergê xwe hinartine çiya û keç û kurên xwe kirine bûk û zavayên Kurdistanê…

Ji bîr nekin, hûn tev bira ne, Ertoşî, Pinyanişî, Gûzereşî, Herkî, Gerdî, Doskî, Oremarî; hemû eşîr û êlên Hekara qedîm, hûn hemû kur û keçên dayikekê ne, tenê ya rastîn nasnaveke we heye; Hûn Kurd in û tenê namûseke we heye, ew jî kurd û Kurdistan e…

Ertoşîno, Pinyanişîno; zû aqilê xwe bidine serê xwe û dest ji nezaniyê berdin…

Welehî, bilehî û tilehî, dîrok vê rûreşiya hewe efû nake!...

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi