Hatina Pêşmergeyan gaveke ‘dîrokî’ ye
Kobanî, destanek nivîsand û hesab û planên her kesê serobin kirin. Hemû hêzên xwedan gotin mecbûr kirin ku ‘hesabên xwe’ ji nû ve bikin û bi ser Kobanî û rastiya wê re careke dîtir li kawdanan binêrin.
Ji Kobanî û wê de êdî tevgera kurdî li her çar parçeyan û ser maseyên çarenivîsê ya cîhanê, ji pozisyona “min”, “bo min jî”, “ji kerema xwe min jî bibînin dê baş be” derket û kete pozisyona “Ez jî heme û bêyî min hûn nikarin çu hesab û kitêban bikin.”
Kobanî, kelha Dimdim a hemdem e û di dîroka şoreşa Kurdistanê de pêpelingeke nû ye. Kobanî, şikandina wî nîrê bindestiya bi ser stûyê milletê kurd e. Bi Kobanê re cîhan tev bi kurdan hesiyan; a ji wê jî girîngtir kurd bi xwe jî bi şiyan û qudreta xwe hesiyan. Ji ber vê, ber bi “netewebûnê” ve gaveke girîng bi vê destanê hate nivîsandin û giyan û ruhê azadiyê ji nû ve bişkûvî û şax veda.
Mirov dikare bêje,
“Kobanî; wa Kobanî/
Her tu zanî/
Te giyanê Kurdistanê/
Ji gorê deranî/
Kobanê, li cîhanê îmaja kurdan guhart û ker û lal, kor û qurom tev bi derdê me hesandin. Di vir de ev tişt aşkere dibe; Gava tu bibî hêz, dinya dê te nas bike, gava tu xwedî rê û rêbazek bî dinya dê dengê te bibihîze/ bibe xwe. Îja heke tu yekrêz û xwedî hizr û raman bî, wê hingê dinya tev dê te bipejirîne.
Ji ber hindê, Amerîkayê îro polîtîkaya xwe ya hemberî me guhart, Tirkiye mecbûr ma ku rê li hatina pêşmergeyan veke… Tu kes vê bi xêra bavê xwe nakin, ev berhema berxwedana destanî ya kurdan e; Ya YPG, YPJ û îdeolojiya ku ew jê tên PKKê ye. Divê em qebûl bikin ku mîmarê vê serkeftinê rê û rêbaza Abdullah Ocalan e.
Ji îro pê de tiştekî ron û aşkere heye ku êdî pişta kurdan nakeve erdî. Ez jidil bixêrhatina Pêşmergeyan dikim, çi tişt ji biratiyê, yekrêziyê, tifaqê xweştir nîn e.