Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Devê min tijî xwîn be jî…

Devê min tijî xwîn be jî…

Ev çendîn çend roj in, weke pelgeke payîzê yê ji darê weşiyayî û ber xezeba bagerê ketî, ruhê min, hişê min geh li vir e, geh li wir; ter radikim ziwa datînim lê dikim nakim nikarin ser vê helkeftê tiştekî bêjim.

Hema bêje devê min tijjî xwîn be jî, neşêm tif kim û xwe ji wê ezabê rizgar bikim. Kêm û xwîna dilê xwe bi tahlî dadiqurtînim heta bi kezebê û neşêm tif kim…

Erê, ez behsa hatina Mesûd Barzanî û Şivan Perwer a bo paytextê Kurdistanê Amedê dikim.

Erê, dilê min dikizire û dikim nakim, neşêm peyvekê ji nav devê xwe derxim, ho binêrim rih in, hê binêrim simbêl in… xwedêwo, ez çi agir e wisa; Kurdbûn çima hinde zor û giran e!...

Erê, helwesta serok Barzanî ya bo Rojavayê Kurdistanê bêhna min teng dike û xemgîn dibim, lê ev e ne karê zarokan e, Mesûd kurê Mela Mistefa ye, Serokê Herêma Kurdistanê ye, birazayê şehîdê mezin Idrîs Barzanî ye, neviyê Şêx Ebdilselamê Barzanî ye ku Osmaniyan darda kiribû… Ew e, yê ji binemala wî di Enfala 1989ê de 8 hezar kes hatine bêseroşûnkirin, ew e, yê… n ana, nizanim çi bêjim, devê min tijî xwîn be jî neşêm tif kim, neşêm ma bi xurtî ye!

Barzanî, serokekî kurdan e, bibêje were hêre, ez ê bêjim kerem ke eve serê min û ew şûrê te ezbenî… ez ê qefesa sîngê xwe kelêşim û bêjim, kerem ke dil û mêlaka min bike pêlav û bide serê; Ha nebêjin tu serokekî digirî, ez bo Ocalan jî qet û qet kêmtir nakim, an bo her çi kesê di ber doza Kurdistanê de kevirek danîbe ser kevirekî…

Pa Şivan!

Kewê zinara asê, dengê axê, ez di hemû dengbêjên Kurdistanê de tenê ji dengê du kesan têr nabim û heta mehê carekê guhê xwe nedimê ruhê min sêwî dimîne; Yek ji wan Şivan e, yê dî Mihemed Arifê Cizîrî…

De îja ez çawa tiştekî bêjim bo Şivano; ez çawa bêjim… Bi xwedê ji dilê min nayê, dil nadim heyran, dil nadim û erê, we rast bihîst, bîskek dî ez ê dîsa ruhê xwe bi strana “hekîmo” ji dengê Şivanî bişom…

Min got, devê min tijî xwîn be jî ez neşêm tif bikim…

Ez ji tecrûbe û serhatiyên xwe dizanim; Bon emir Mehmed Uzun jî wisa kirin, piştî “talîmat hatin”, eynî kesan îjarê ew ji pesn û methên şûşt… Ev siyaset, tiştekî wisa ye, weke nanê sêlê ye; ne ber e ne pişt!...

Ne min got, devê min tijî xwîn be jî ez tif nakim…  

Ne ku ez rexne nakim ha, ne ku hin helwest, hin tişt pirsan li serê min çênakin, lê ez neşêm, dilê min nagirît ez tiştekî bibêjime van kesan!

Kurmanciya Barzanî gelekî zelal bû, kêfa min pir anî… Lê xwezî me kurdan piçekî dî jî bikariya tehamula hevdu bikira û nanê xwe di tenûra xwe de bipata! Ax xwezî!

De were hekîmooo!...

Lê ez dixwazim ji tiştekî bawer bikim; Mesûd kurê mela Mistefa ye, ew mişkeke kurdan –çi bakur, çi başûr, çi rojava, çi rojhilat- bi hemû tiştên dinyayê, bi şêrên xelkê nade!...

Min divêt bawer bikim ku Şivano, hekîmê ruhê Kurdistanê ye û bihosta axa wê nade bi hemû dinê; de were hekîmooo!

Na na, devê min tijî xwîn be jî ez neşêm tif kim…

Neşêm, nakim, divê nekim!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
7 Yorum
  • levent ürün / 17 Kasım 2013 Pazar 11:04

    sehet xweş hevalê heja, min iro hemû rojname têkvedan, gelek guncenivîs xandin lê rastî nîrxandinek wek ya te ras min nedit. Te kurt nivîsiye le te rast nivîsiye. Bi kurtasî Eger derse herfek bes e.

    Yanıtla (0) (0)
  • Perwerdekar / 17 Kasım 2013 Pazar 12:13

    Nêrîneke di çarçovaya wijdan û însafê de ye.Mi xabin gelek tif dikin belê bager tifa wan vedigere ser rûyê wan.

    Yanıtla (0) (0)
  • mervan / 17 Kasım 2013 Pazar 15:32

    na na bila devé te tiji xwin nebe-ma gelo eger ser rojava bi nakokiye navxo saleke heye qurban alaka xwe ne erdogan u tc.eger kemeki derziye di xwe raki tefahmkirin.ba$ur Kabul nake hic hezek Kurdi pi$ti federe devletek ketiye dast Kurda parceyen dike diji federesyon an devlete be.jiyankirina develeta federe ba$ur giredayi parceyek di ji bibe federe u bi firset 4 perce bibe.ija firset u derfek despek duvayyi ba$ur hat ber deriye rojava.keko Pkk nahele ma bizore ? cima Kabul nakin?heger ser peymana hewler bima u hemu braye xwe rojava Kabul bikirina gelo iro ji Esad ji rizgar nedubu?milyona Kurd avare nedubu?hej hereme kansi di bin deste hpg hevkas di bin deste ceteyene.ji afrin kesek nikane here kamislo kubane srekaniye navber qute keko

    Yanıtla (0) (0)
  • mervan / 17 Kasım 2013 Pazar 15:43

    atifiyet u hest gelek ba$e heger di bin kontrola meji u akil de bit.raste $ereki kahramani heye rojva 40 sal bakur ji hebu Ka ?? le ked u renc nakeve kanala netewi kekemin.Hukumeta demki rojava dereve ne mumkune xapandina Kurdaye hezek nehini nahelin ser rojava xwudan deskefti bo hukumeti dibe pewiste Esad nemine cete nemine.merovki afrini te bakur nusabin dare kamislo kubane Kubani ser bakur antep dahri afrin.ne dereve keko bipirse.til kocer Kurd sedi 5 heye,. e Kurda gre sipi (arabi til ebyar)gre sipi kandi kamislo mazina til aran u til hazbe navceyen mazine dast ceteyaye gelo ma eger ev hez heye rojki 60 gund til kocer digre cima gre sipi nagre u wan se navce rojava kiriye 4 perce ija barzaniji ma bi dereva beje ere welleh azade?

    Yanıtla (0) (0)
  • muzaffer sipan / 17 Kasım 2013 Pazar 18:00

    dest xwes her tu biji niviseki makul û cida biji kurd biji kurdistan

    Yanıtla (0) (0)
  • HEVAL / 18 Kasım 2013 Pazartesi 16:53

    rojava bu ROJAVA.derd u elem e barzani u erdogan u sivan ev e.mesele ROJAVAYE.40 sale digotin ka pkk ci kir.yani duxwestin hemu kurda bixin bin kontrola dewleta amerikaya bicuk(basur kurdistan).insaniyet nikare biji li pergala KAPITALIZME DE.nabe ve pergalede jin te firotin.yek musluman ter radeze,muslumane dine birci radize.exlaq nemaye.nabe.ji bo veya ARTESA EXLAQ(pkk-pyd-pjdk-pcdk) ketin rojeve nezi 40 sale.bila kes xwe nexapine.ROJAVA plan projeya xayinan silopilokir.barzani dewlete cawa ilan kir.bi wesile amerika nebu.amerika ji bakure kurdistane ket u saddam nexist.bi kijan aqle talabani dibe seroke irake.barzani seroke basure.xosyar zebari seroke karen derve.necirvan barzani seroke nizam ci.vana bune kurme dare.de bese lo bejin rast

    Yanıtla (0) (0)
  • rêwî hêvîdar / 18 Kasım 2013 Pazartesi 19:30

    belê hevalê biqedir û birûmet mamoste dilsoz.wellehî bi gotina te ye.ne kêm û ne zede ye.her gotinên te wek zinarekî dile meriv digivêşe mirov nikare di bin wan hestên neteweyî de xwe berde ber delavê wan kedxwerên heval têne nasîn...her hebî.dilê te û pênûsa te serkeve her tim

    Yanıtla (0) (0)
Omer Dilsoz Arşivi