Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Destarê hizrê robarê hişî-n

Destarê hizrê robarê hişî-n

Pa çi kesî ji me bizmar li felekê nedane, lê nekutane.. em hemû rêwiyên ‘wê rêkê’ ne. Wê rêka nehatnaveyê..

Li ser serdera goristanê ev nivîs hebû.

Rêzika morîyan dadabû ser kitêba wê û mîna şirîdeke dirêj dikişîyan. Bû pinepina lêvên wê yên ji tîhna mîna deştekî zuha terikî û tîş tîş bûyî, “gelî morî moristanan. Hêdî hêdî hilkişin ji ser van banan. Barê vê malê giran e, ji kerema xwe herin malek dî; barê vê malê giran e hewara xwe bibin ber xanek dî..” paşê bi kenîn ve, “qey we dil heye mala kitêba min bar kin?”

Nivîskarek di cihaneke 'xêlî xerîb' de dijîya; digot, ev qiseya min ne gazin e, diyarkirina rewşê ye û pê de dibir; li texma me heke çêlek jî bizê hemû kom dibin diçin pîrozbahiyê, heke mêşek bimre hemû pêkve hevxemîya xwe jê re diyar dikin, lê çu kes, nabêjê kitêba te ‘ser xêrê be’ destxweşîyekê jê re ‘gelek gelek’ dibînin! Helbet dilê wê zîz e û nîgeran dibe bi van tiştan.

Çavên wê mîna çavên mambizê bûn, reş belek. Gelek babe egîdên simbêlên wan wekî şaxên şiviran badayî dil di kora wan çavan de dax dabûn û sotibûn bûbûn xwelî.. lê wê xifş û xezala kovî xwe nedabû ber dilê çu dilekî.

Hin dil mezin in dest teng; hin dest fireh in dil teng..

Dilê wê bihûjî bû, tîqûtîq bi neynikê re dikenî, “jehr tê be!” tu dibêjî qey min “ya kovî” vexwariye.

Bi pirqînî dikenî bi vê gotina xwe; îja ya kovî çi ye; qey av û dew kedî ne lê mey dibe kovî! Wişş! Dilê wê mîna qajîna teyra kurte esmanê rûyê wê dagirt.   

Wê go, çîroka me çîroka marê Ouroboros e begê'm.. Mar bi carekê de dûvê xwe dixwe û xwe ji 'xwe' xilas dike lê em çîrrê dirêj dikin û hey û hey dûvê xwe vedikarin..

Di destê felekê de demûdar bû hêviya ku li keviya dilê xwe veçinî.. bi dem û dar rahişte dilê xwe û got: ez ê bizmarê li felekê bikutim gava di çarmîxê de bizmar di zend û gozeka wî re dibûn pelît; ez ê feleka wê bidorînim.

Go, gotiye, wexta min kitêbên wê xwendin min got: ev ne kurdî ye lê piştî ser bi ser ve bûm, ez têgihîştim ku ya ez dibêjim kurdî "mantiqê wergera zimanên dî ye" esas ya wê, xas kurdî ye.

go, gotiye...

(Kêfa min bi vê qalibê hat) Weha fikirî û qalibê dilê xwe di neynika çavên wê keserê de asê kir.

Çav mîna çavên mambizan bû, askeke kovî ji kerîyên xwe vemayî.

Li ser kanîka xezalan tî mabû û hemû xwezîyên wê di pesarên jiyanê de gêr bûbûn binê dolê.

Digote xwe, “ax ji derdê van gundîyan! Çi dibe çi nabe, nabin cindî, heyran nabin cindî; gundî heta ber pere Xwedê rindî, lê hemû rindî nabin cindî”

Piştî ur û urban ji nêçîrê westîyan, piştî genim û ceh nas kirin, conî û destar saz kirin, wê, li wan pal û pesaran “gundek” ava kir û hemû “mirovên cindî înan lê bi cî kirin”; gündeki cindî çêkir bi rindî; sal çûn cot bi cot, zemanî esr û çax kir benîşt û cût; hê jî kesera ber dilê wê çan mambizê bû, gundî nedibû cindî; gundî ava dibû bir indî, rewendî; gundî çendî bibe xwende û dinyadîtî jî nedibû “cindî” ji xêla dilê wê yê ter û nazik ve..

(Serî lê giran bûbû begê’m)

Serê du dîzikan danîn ser stûkura xwe, ew mîrek bû çi dixwest ew li berperên deftera xwe dinivîsand.

Têra sê salan peyvên wî ketibûn ser hev.

-Wê bi kenîn ve digot, îsal jî me gwîzên xwe daweşandin. Heçîr kirin gulaz bi dû ristikan ve.. werin kerikan, werin berikan; kerikan bidin ber berxikan, berxikan vedin ji nav ferxikan.

Moriyan şopeke reş li ser bejna laperan hişt û kişîyan.

Wê, xezala binê berriyê, daw û dahmenên xwe hildan û mîna sîyekê ket dû refên qulingan û çû germistaneke dî..

Wexta zozanan nema. Bênder hatin berdan. Celeb celeb ji hev belav bûn ew ên ji nijda revegurê xilasbûyî..

Xêlî giran bû êşa didanan. Felekê bizmarek qewî zirz li bextê me kuta..

Wê hê jî çavên xwe li berperên kitêbên digerand, heta “a”yê xwendibû. Aaaa! Ahê bizina kol nedima ji yê bizina bi qiloç re.

Gava qiloçên şiviran di ber gerdena wan de xêl dibûn, keriyên gakovîyan ji mêj ve dabûn hevrazan û terka vî warî kiribûn jî.

Ew mambiza kol li dû kerî mabû; lexer û havî..

(Ne min gote te: xeman nexwe mîrê’m xem xirab e)

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi