Adar
Hevok bi hevokê didim ber tejê hişê xwe; peyv wisa çir, wisa ko û wisa himbiz in, dikim nakim bi ber şehî nakevin.
Têm û diçim li dor heman pirsê digerim, “gelo ez ji ku derê dest pê bikim?”
Adar hat, bi ser çavan bê. Ev heyva xêr û şahî, serhildan û berxwedanê ye. Stranên me bi vê heyvê mişt in, serhildan û berxwedanên me jî.
Em adarê bi “vejîn” dinasin.
Gava dibe adar, xwîna me dikele, em dixwazin ji kovilê zivistana reş derkevin û serê xwe li ber jiyanên nû bihilînin.
Em bi adarê şa dibin û ji bo tevayê sala me xweş û serkeftî derbas bibe em adarê dikin bûka salê û dixwazin xemla herî xweşik bo wê bineqişînin û bînin li ber wê bigerînin.
Adar hat; bayê şoreşên yasemînî li bakurê parzemîna zer Efrîqayê digihêje ber balayên Kurdistanê. Xelkê Tûnis û Misirê serê fîrewnên xwe çemand ber, niha dora Lîbyayê ye, pêl bi pêl agir û kelvedana şoreşê belav dibe.
Welatê me di rûna xwe de dikizire.
Belkî li pişt deryayan bi hawara “twitter û facebookan” em nikaribin bi carekê textê zilmê li welatê xwe sernişîv bikin lê ez dibêjim qey dawîya hemû zalim û kedxwaran ji her kesê ve ronak û zelal e.
Adar dibişkive,
Ji niha ve bila li ser xêrê be!