Kurdofobî
Belkî nexweşiyeke wisa tune be, em ê hema jê re bibêjin ‘Nexweşiya “xwetunedîtinê”... wateya kurdofobiyê jî em ê wekî; Tirsa kurdan a ji kurdîniyê pênase bikin.
Kurdofobî, nexweşiyeke ku di navbera pirsa “hebûn û tunebûnê” de wekî kewara mêşhingivan, hişê mirovî dixwe...
Ew, nexweşiyeke “entel” e, û piranî di “nivîskar û rewşenbîrên” kurd de, peyda dibe...
Van rojan, em dîsa, dibin şahidê çend ji nexweşên bi vê nexweşiyê vegirtine û wan, (şerê wan ê hevxweriyê) li ser malperan temaşe dikin/dixwînin.
Van rojan, moda ye, heçî radibe wek “entêlê vî xelkî” qelemşorê vî zimanê xwe li ber dekleşorên fotogir û zoomên kameran dibîne, hema çavên xwe digire û bi vê nexweşiya “kurdofobî” dikuxe, piştre dibênişe û herî dawîn jî vedireşe...
Ji bilî vegirên bi vê nexweşiyê, li ser rûyê erdê çu kes serokaniya avê jê vedixwe, nahedimîne, haşayê xwendevanan nake navê...
Çi ye, “wele kurdî heye lê romana wê tune ye”, “kurd hene lê ala wan tune ye“, “ala wan heye lê welatê wan tune ye”, yanî, ev nexweşiya ku îlla tiştekî wê tune be, rasterast ji serdestên me li hişê me “monte” kirine...
Hema tenê gotinek min heye bo vê pirsê; Bi rastî jî, bi xwe bawer bin!...
Divê ji bîra me neçe, gava em romana xwe tune dibînin, em ‘ramana’ xwe jî tune dikin, em xweziya xwe bi xelkê tînin û bi wê, xwe tînin ber ‘tunetiyê’.
Bila mesela me neşibe mirîşkê; Pêşiyên me di metelokekê dibêjin, “Mirîşkê çav bi qazê kir da ku hêkeke wek a wê mezin bike, haşa q..na xwe dirandd”...
Vêca, ji bo pîvana bejn û bala kurmanciyê, ji bo “pirsa ka heye an tuneye a roman-ramana kurmanciyê” tenê, bi xwe bawer bin. Bi peyva xwe, gotina xwe, nivîsa xwe... hebûn û tunebûn, ji zêdeyî û kêmbûna ’hejmaran’ nîne.
Carina kitêbek, tenê, berhemeke dikare rûyê milletekî “spî” bike û berdêla bi hezaran ên xelkê bigire. Nexwe, tenê divê em ‘bi rastî jî bizanibin ka çi dikin.’
Polemîgên bêbingeh, ku tenê ji bo ku “hema bê gotin gotineke cuda gotiye” tenê, qedr û rûmeta mirovî tîne pênc qurîşan nexwe, berê bi berhem jixwe li cihê xwe xuya ye.
Kurdofobî, nexweşiyek e...
Wekî hemû “fobî/tirsan” tenê çareyeke wê heye; Pê re hevrû bibin!...
Bi hêviya rojên tavîn û xweziyên avîn...