Tu bi xêr hatî Dîjle can
Dîjle, çemê Tîgrîsê.. berî bi hezaran salan min tu naskirî... li nav dilê welatê min, te bi hêminî, bêdeng û hêdî hêdî xwe berda xwarê.
Dîjle, tu ji hemû çem û robarên deverê mendtir û bêdengtir bûyî.
Serokaniya te ji ava qudretê, ji kaniyên pîroz diza û xwe bi dilê deştên welatê xêr û bereketê wer dikir û ber û bereketa xwe direşande nav dilê zeviyên dêm î hişkeber...
Dîjle, bi hezaran gund û war, jîn û jîndar bi ava te xwedî bûn, bi hezaran rêwî li ser ava te vehesiyan û bi hezaran tîna xwe bi ava te şikand.
Dîjle, tu ji hin welatan re bûyî nav û nîşan ji hinan re bûyî bax û bûstan...
Dîjle, tu ji bi sedan xelk û şaristaniyan re bûyî war û jiyan, ji bi hezaran zarokan re bûyî nav û nîşan..
Niha, giyanek bi navê te, çavên xwe li jiyanê vedike, niha bi hezaran giyan ji ava te xwedan dibin.
Dîjle, ava mend a deştên welatê talanê, Dîjle, şahida dilerzikên ku berbanga hêviyên xwe li keviyên wê hiştine. Dîjle, navê ji talanên Tîgranan mayî, Dîjle, ava ku ji dilê hêviyê zayî...
Niha, dilek dê bi navê te mezin bibe û dê bi bextê te yê bi hezaran salan ê kûr û mend, ava jiyanê ji tîrêjên te vexwe.
Dîjle, ez ê te wekî Tîjde, tîrêj-de, tîşk-de binav bikim, çimkî, tu, tîrêjka jiyana min î.
Dîjle, tîjka jiyanê, niha, gulek bi navê te geş dibe û bi bextê te jiyanê dibîne. Jiyan, di dilekî de, êdî bi te tîn vedide û bi te şulhe dide.
Erê, çawa dîroka navan, wisa jî dîroka çeman heye, çawa çîrokên çeman wisa jî çîrokên navan hene. Nav, ji bo giyandarekê ne tenê pênaseya (pê)naskirinê ye, naxêr, nav, di heman demê de, dîroka wî giyandarî ye jî, belkî bext û wextê wî be jî...
Ji bo wê jî,
Navlêkirin, an jî navlêdanîn, ne tenê ahenga hin peyvên lihevhatî ye, berevajî, navlêkirin, belkî jî ruh pê kirine, an jî bext tê kirin...
Dîjle, niha, tu bi navê dîrokekê bixêrhatina vê dinyaya gewrik dikî...
Belkî, me neşiya li welatekî azad û serbixwe pêşwazîya hatina te bikin, lê me xwest em bi ava vî welatî, reşînin ser bextê te û belkî “hifz-binhiş”eke wekî Dîjleyê mend ji te re amade bikin.
Xeman nexwe, em bixwazin û nexwazin jî, tu yê her wekî Dîjleyê di cuha xwe re biherikî û tu yê li vî welatê ku pêşiyên me “çu tiştê baş” ji me re tê de nehiştiye, li pey başî û qenciyên jiyanê bimeşî.
Ez zanim, te, niha hay jê heye ku bavê te bi zimanê xwe yê ku vê dema dinivîse jî hêj li vî welatî zimanekî serbest (bi her awayî) nîne, ji bo te bixêrhatinekê germ dike.
Dîjle can, tu bi xêr hatî!
Bextê wekî çemê Dîjleyê mend, jiyana te wekî ava Dîjleyê zelal û bextewar be!