Pîroz be bijartin lawo!
Eve sed sale koletiya axa û bega; bajarê mezin Colemergê ser xwe avêt… Kurdno werin govendê, şahî û dîlanan bigirin keçên bedew.
Koletî û bindestî wekî zincîra jengî ketibûn dest û pêyên me.
Day û babên me koletî derbazkirin lê zarokên me êdî azad in.
Ev gelê bi rûmet, ev gelê nav çiya, nav çel’an, nav rûbar û kaniyan; gazî û hewara xwe gehiştandin xwe û welate xwe û serokatiya xwe.
Carek dî serê xwe bilind kir û qêrî da; “bijî azadî!... bijî azadî!...”
Pîroz be bijartin lawo! Sed hezar caran pîroz be.
Eve kincek nûye, eve avek zelale, kê/kî hezbike berke kê/kî hezke vexwe bila keremke.
Welatê nav û nîşan herêma qedîm rûyê xwe, singê xwe gel sînorekê vekir; ka werin tawa azadiyê tawa aşitiyê wê derêye…
Belê gelo! Wê gerê, we got “axa û maxa paydos”.
Çakiya wê şolê yek bû yekitî, yek bû şarazatî, yek bû qehremanî.
Êdî em bayê xelkê û barê yên din nakêşin.
Kurdistana serbixwe, gelê aşitîxwaz û demokrasîxwaz.
Binêrin deşt û newal tev kulîlkên biharê wekirin. Li esmanan stêrkan çirûsk afirandin.
Levra stêra dilên xort û ciwanan, dilê dayîkan, dilê bav û kalan tev geş û pak e.
Werin em bigirin dîlanê, dîlana mirovahiyê. Erd û esman bila bizane ku “Kurd” heye, “Kurd” rûmet e, “Kurd” aştîxwaz e, “Kurt” mirov e, “Kurd” roj û heyve.
Tev cîhanê agahdar biken, “Kurd” dengê xwe xwedî derketin.
Zincîra koletiyê di nav xwe de şikand, zincira di derdora xwe de şikand, di wî awayî de aşitî bi tenê ji bo xwe ne xwast, ji bo hemû gelên cîhanê yên bindest xwast.
Mafê xwe hemû deman bêtir xwedî derkevt.
Heya niha mirov dişiya mînakek wisa bidet.
Derdorê kurdistaniyan, derdorê kurdistanê pêngav bi pêngav girtî bû, lêbelê niha her der vekiriye.
Êdî, dê pêngavên bi peyt û zana bên avêtin.
Herkes wek parlementerekê, wek rêveberekê, wek dîplomatekê li çar aliyan berpirsyarê projeyên nû, projeyên ji bo pêşerojê, projeyên cîhanê derbêxin û pêşwazî gel biken.
Kesek xwe di tarîtiyê de pêlît jî; gerek em wan derbêxin nav ronahiya welati, nav ronahiya biratî-yekitiyêda.
Her kesek ji bo me weke leşkerekêye, di wî rastiyê de em tu kesan nahêlin dû(pey) xwe…
Cîhan bila bibe şahid.
Dîrok bila yêkitiyê bibîne.
Ew derfete derfeteke kedêye, ked bîna şîrê memkê dayîkê pîroz e.
Zimanê dayîka xwe, îro şûnda bêtir û xortir xwedî derbikevin.
Mêze biken; dîrok me dinêre, kalên me bi hewar û gazîn in, cîhan çavê xwe daye ser me… dibên we mucîzeyek afirand; li we ve pîroz be…
Bijî yekitî, bimre koletî….