Komara Kurdistanê ya Mehabadê
Komara Kurdistanê ya Mehabadê, yan jî Komara Otonom a Kurdî ya Mehabadê, komareke Kurdî bû ku serbajarê wê Mehabad bû.
Komar, di 22'ê Çile’ya sala 1946'an ji aliyê serokê wê Qazî Mihemed ve hate damerizandin.
Di nava sedsala 20'an, Komara Kurdistanê ya Mehabadê, di warê dewletbûnê da, ji bo kurdan bû tecrûbeyeke mihim.
Ew, komara dûyem bu ji bo Kurdan vê sedsalêda. Çimkî berî wê Şêx Mehmûd Berzencî li Silimanîyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê îlan kiri bu.
Jina Qazî Mihemed, Mîne Qazî Xanim axiftineke xweda wehe dibêjîtin: ‘Ez wê rojê bi sed salan nagûherim’.
Lê ez jî dibêjim: Li gor min jî ew roj ji hizar salên bindestiyê qîmettir e.
Wekî tê zanîn di 22'ê Çile’ya sala 1946'an da, bi alîkariya Yekîtiya Sovyetê, li Meydana Çarçira ya şehrê Mehabadê, Komara Mehabadê ji aliyê Qazî Mihemed ve hate îlankirin.
13 wezîrên ku di komara Mehabadê da cih girtin, piştî demekê destûra bingehîn a komarê aşkera kirin.
Komara ku li Mehabadê hate sazkirin, ala netewî ya Kurdistanê hilda û gel jî, artêşa welat sazkir.
Hikûmeta Komarê, herwiha rêxistinên aborî, civakî, edebî, hunerî û rêxistinên leşkerî jî saz kir.
Rojname û kovar derketin. Sistema rêvebir ya Komarê jî hate sazkirin. Hewl hate dayîn ku sistema perwerde û ziman were pêşêxistin.
Zimanê kurdî bu zimanê fermî. Şanoya kurdî hate ava kirin.
Komara Mehabadê, her çend demek kûrt berdewam kir jî di wê demê da, kurtahî, bû navenda siyaset û ronahiyê û rewşenbîrîyê.
Ji bo jin di aliyê siyasî û civakî da pêşbikevin, di wê salê da 14'ê Adarê, Yekîtîya jînên Kurdistanê hate sazkirin.
Jina Qazî Mihemed, Mîne Xanim, di xebatên jinan da, roleke mezin leyist.
Herwehe hewl hate dayîn ku têkiliyên diplomasî jî bêne xurtkirin.
Piştî îlankirina Komarê, Yekîtiya Sovyetê desteka ku dida Qazî Mihemed, paşve kêşa û di 16'ê mijdara sala 1946’an da, hêzên Artêşa Îranê Paytexta Azerbeycanê destêxistin û çûne ser Mehabadê.
Hêzên Rejîma Îranê, bi desteka Brîtanya’yê di 17'ê Kanûna sala 1946'an da, Komara Kurdistanê ya li Mehabadê hilweşand.
Li Mehabadê merasîma sazkirina Komara Kurdistanê da, Qazî Mihemed wehe sond xwaribû
"Bi mezinahîya Xudê, Rumetîya Kurana Kerîm, li ser Welat û ala min, ez sond dixwem, heta dilopa dawî ya xwîna min û nefesa min a dawî, bi can û malê xwe, di rêya azadiyê da, ji bo alên me li asimanan bihejin, ezê têbikoşim".
Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê Seyfî Qazî û birayê wi Sedrî Qazî, li meydana Çarçira ya ku lê Komara Mehabadê hatibû îlankirin, di 31'ê Adara 1947’an da hatine dardekirin.
Rehma xuda li ser wan bît û serê Kurdan saxbît.
Lêkonin û amade kirin: İskender KAHRAMAN