Bi roj payiz e,
şev zivistan
Erd diheje,
sirebayek tê tu dibê qey gwîzan
Zîz e erda Wanê,
her der goristan
Mirin
Bêhna mirinê,
tirseke giran
Bêçaretî, serma û perîşanî
Bi mirinê re digirin dîlan