Yekîneyên Parastina Gel, nanê rojê û strana ser zarê her kurdekî ye van rojên kelegerma havînê.
Zarok, bi awazên qehremaniya wan di xew re diçin vî welatê agir û rojê.
Van rojan, ji nav 31 tîpên elfabeyê herî pir çav li van hersê tîpan digerin: YPG.
Navê berxwedanê. Navê raperînê. Navê hêvî û ronahiyê.
Wextekê li Başûr pêşmerge çi bûn, îro li Rojava YPG heman tişt e. Ew mirovên canê xwe daye bin çengê xwe û ji bo avakirina welatê xwe xwîna xwe kirî diyarî.
Gênc û ciwanên bi eşqa azadiyê dilê xwe kirine agir û ber bi asoyên çarenûsa miletekî ve diçin pêş.
Herin pêş va ye YPG tê û tovê azadiya welatekî çar parçe li vir diçîne.
Li rojava, vê carê roja Kurdistanê hiltê.
YPG, navê fersendeke zêrîn a dîrokî ye ji bo kurdan.
Îro her kes bi wan diaxive; Bi berxwedan û mêrxasiya wan ka çawa hêzên pêxwazê dewletên derve sernixwîun dike.
Îro, dost û dijmin, her kes bi dilêrî û vejîna vê tîrêja rojavayê Kurdistanê vedibêje û dost û dijmin qebûl dike ku va ye kurd rabûn ji parsûyên Medan, ji pişta Mîtanniyan, ji kezeba Gutî û Luluyan, ji dilê Urartu û Kasîdan…
Her kes êdî bi destanên wan berê xwe dide jiyanê.
Navê Kurdistan ku sedsalek e di defterên dewletan de ‘reş’ û ‘bêyom’ e, xêz û xetên sor kişandine ser, çalên tarî jê re vedane, li ser zarê her kesê ye.
Û her kes bi YPGê dixure van rojan.
Hemû kurd sînga xwe dipelînin û dibêjin, “Erê, ew qehremanên me ne, parsûyê pişta gelê me ne” û dilê xwe pê xweş dikin.
Her kes dixwaze hinekî bibe YPG.
Her kes dixwaze hinekî bi YPGê bihile û bi wê teşe û dirûv bigire.
Di vê rojiya remezanê de, ber bi îd û erefatan ve li ser zarê her kesê duayek dî zêde bûye li vî welatî, “Ey xwedayê şev û rojan, tu zarên me yên xwarê YPGê xurt bike, tu, serê wê li ber zalimên tên zarokên me didin ber agir, malên me dişewitînin, talana me dibin, fetman û fitweya destdirêjiya me û namûsa me dikin, bilind bike û tu dijminên YPGê rûreş û sernigûm bike!”
Ez zanim hûn bi heft dilan dibêjin “amîn” û pê re van rojan, li vî welatî her zarokên çavên xwe li dinyayê vedike; hinekî YPG ye û di xwîna wan de çirûska ronahiya roja YPGê biçirûse.
Kî çi bêje bila bêje, ev tev berê keda salan e.
Ev tev berhemê hosteya mezin e ku niha di nav çar dîwaran de ye.
Ev hemû, xwî û xwîndana ciwanên tolyaz e ku îro biharek nû pê dibişkûve.
Îro, hemû kurd bi sed dilên xwe YPG ne.
A mayî giş çîrok e; Nizam Kurd çi naxwazin, nizam çi û çi… Tev çîrok e, hûn ne li gotegotan li destana van mêrxwasan binêrin, hûn ê bibînin ka çi çi ye.
Roj bi bêjingê nayê zeftkirin û va ye hiltê şewqa azadiyê ya ronîdar.
Îro dilê min bi sed carî dibê: Y P G !...