Vê havînê çi bikin?
Ev pirs, ez zanim wekî min belkî ji bo we gelekan meraqek be. Gelo, mirov dikare çi bike? Bixwîne, bigere, razê, bixebite, biçe geştê?
Heta, vê kelegerma tebaxê, belkî dilê we ji bo bi hezaran keseran bikele û hûn xweziya xwe bi zozanên jorî, li ber keviyên berfê, li nav mêrgên sosin û beybûnan bînin, an jî bixwazin berê xwe bidin bajarekî li keviya deryayekê û kela dilê xwe bişikênin.
Welhasil, gotinê dirêj nakim, van rojan, pirtûkek çîroka ji Weşanên Lîsê derket, ‘Varjabed`a Amed Çeko Jiyan…
Varjabed, nave lehengekî çîrokeke vê pirtûkê ye, pirtûk ji 60 rûpelan durist dibe û ji 13 çîrokên “kin” pêk hatiye.
Lê nebêjin “kin” û hema herin, çîrokên kin û xwedan hafizayeke kûr û dirêj, zimanekî pehtî, zelal kito kito û di tehma çîrokên Çexovê rûs de…
Wek şêwaz, Amed Çeko Jiyan, gelekî serkeftî ye û xuya ye ku çîrokên xwe gelekî baş krîstalîze kirine.
Em çavekî li berga Varjabed a dawîn binêrin, piştre em dîsa vegerin:
....”Dema di Deriyê Mêrdînê re derbasî derveyî bajêr bû, berê xwe meskenê reva ji bîreweriyê, pala xwe da Birca Bizinê. Varjabêd qasekê guhdariya der û dorê kir, pê bawer bû ku bi tenê ye, bêhna ku bi bayê hûnik re ji Baxçeyên Hewselê ji nav spîndaran dihat mîna ku ji nav baxçeyê bavê wî yê li hemberî Quleteynê bê, kişand hundirê xwe û bi dengekî nizm, bi îskeîsk dest bo strana gorî û qurbaniyên fermanê kir.”
Ez bawer dikim, piştî we ev rêzikên jorî xwendin, we jî heq da min ne wisa?
Hêjayî gotinê ye, ku Amed Çeko Jiyan, di van 13 çîrokên xwe de, awirekî kûr li bîrmendiya “çîrokên axa me” xistiye û bêhneke xweş, hinekî kulên vê axê pelandine.
Çîrok, wekî xelekên yek çîrokê bin, wisa di pey hev, belkî serbixwe, lê têkildarî hev, wekî dîmenên cuda yên yek tabloyê hatine dariştin.
Şêwazeke modêrn, zimanekî nerm û zelal...
Heke hûn bixwazin di vê kelegerma havînê de, bixwazin hinekî xwe bi têhna kurdî hênik bikin, ez dibêjim diviya hûn xwe ji vê pirtûkê mehrûm nekin...
Çîrokên bajarî û gundî yên têvel, tirs û şikestinên hiş û binhişê me yê civakî, hûn, dikarin bi zimanekî wisa ku wekî lorikên dayikekê bê ber guhê we û hûn qet pê nealiqin, neêşin, di bêhnekê de, serdana cîhana Varjabed bikin...
Çeko, bi çîroka “Şikeft” bi hevoka, “Xwedê qehra xwe bide” deriyê Varjabedê li ber me vedike. Wek destpêk, bo pirtûkeke çîrokan, ev hevok, xwedevanan dibe nava wê dinyaya ku bi “nifirê”, bi “qehrê” mişt e û dihêle, ku xwendevan hêdî hêdî fêrî “sedemên qehran” bibe û di hemû çîrokên ji hev cihê de, li çîroka “qehr û jehrê” bihese.
Ji aliyê din, nivîskar, qet xwendevan newestandiye û ziman têra xwe rewan, hevok sade û zelal û kurdiyeke pehtî û têra xwe zelal e. Her kurd dikare bi rehetî têbigihêje.
Li vir, dikaribû navê pirtûkê jî “di vê sadetiyê” de hilbijarta ji bo ku tablo bi tevayî yekrêz biba, belkî jî tercîheke “tevde”tir bûya.
...
Bi hêviya rojên xweş!...