Gava bihar têt û dol û newal dixemilin, li lalê me kela dilê mirovan radibe û pê li palîyan siwar dibin.
Bayê gelî li mirovî radibe. Bayê çiyayan gava li serê mirovî xist êdî erd bi esmanî bikeve jî çi kes nikare mirovî bigire, îleh divê mirov biçe pincarçinînê.
Bihar, li nik me berî her tiştî terazinên kêrîyan, panavên newalên kûr e. Çimkî li van deran; rêvas û kivark, mendê û siyabo, karî û lûş şîn dibe.
Bêhneke dî ku li salonên dûr, li wan bajarên li qeraxê behran dengê strana “darhejîrokê” tê tefandinê, jinên biskbadayî, mîna dêle pilingên çiyan, parzûnkên xwe dane nav milên xwe û ber mil û palên çiyayên ketine. Xurcik heta nîvro tijî sîyabo bûye jî.
Sîyabo, serbarê hemî pincaran e. Bêyî nan dibe lê bê sîyabo nabe, nexasim jî li deşta Geverê, di nav xelkê Geverê de serpişka hemû pincaran her ew e. Ew ne tenê serpişk heman wext şêrpişk e jî.
Ji aliyê din ve li Amedê tîma bajêr, Amedspor di play-offê de têk çû û dilê me mîna belgekî qurmiçand.
Ji bo terefgirên weha bi coş û sergerm bêguman leyîzeke wisa qels, cihê xembariyê ye.
Heçî Colemêrgî ne ji siyaboyê bêhtir kêfa wan bi hingedanê têt, heçî Gûzereşî ne ew mirîye karî û qaşimê ne, lê bêguman hemû jî siyaboyê datînin ser ser û çavên xwe. Heçî Geverî ne, bê sîyabo naçin mala cîranan jî û heke siyaboya wan nebe, çu carê mêvanan qebûl nakin.
Di ber çinîna sîyaboyê re darhejîrok tête gotinê.
Di ber strîna darhejîrokê re sîyabo tête xwarinê.
Di ber xwarina sîyaboyê re maça Amedsporê tête temaşekirinê.
Di ber temaşekirina maçê re hejîr û sîyabo tên rêtinê..
Axir. Çîrok dirêj e.
Aniha li warê me bihar e, gulan e; gulêna erd û esman e. Av rabûne, robar har bûne, newal kemilîne. Sîyabo şîn bûye, rêvas gihîştine. Heliz hatiye ber durûnê. Û darhejîrokan kate daye. Bîşî têr av bûne. Dehl tarî bûne. Zikê xwezayê li ber kepî ye.
Di vê qir û qiyametê de nivîskar bi inyad hê jî di kurdî de israr dike.
Qelemo bêje bêje
Derdê te pir dirêj e
Tu hibra xwe birije
Derman ke ruhê qirêj e
Bi kurt û kurmancî
Em ketine nav dewr û dewranekê
Berê me li pal û kendalekê