Her demekê ruhekî xwe heye. Heta mirov dikare bibêje, hemin her wext xweyî per û baskên xwe ye û heçî bizanibe bide dû fira wê, ew ê karibe li ber bagera zemên li ser xwe bimîne.
Ez bi xwe, ji zaroktiya xwe ve her dem alîgrekî baş ê futbolê me. Min di her qonaxa jiyana xwe de, li jêr û li jor, li hevraz û nişîv her dem bala xwe daye goganê û ne tenê wek alîgirekî sergerm, min bi baldarî xwendin li ser vê dinyaya han kiriye û her dem, ev gotina “futbol ne tenê futbol e” ji kûrayî ve daye ber pirsê.
Berra jî ma futbol ne tenê futbol e, nexwe çi ye?
Wek tê zanîn, van rojan, li welatê me bayê futbolê rabûye ser tapanê; ev çendek e destaneke nû ji me vê civaka sergerm re peyda bûye: Amedspor.
Van rojên tarî, li dinyaya me ya “germ û biçûk” em baş dizanin ku refteksa sergermiya kurdên me ya li dû Amedsporê, reflekseke hestyarî ye. Terefgiriya futbolê xwe li ser du hêmanan danîne; yek terefgirî ye ku ev di her rewşê de li pişt taxima xwe ne û bi can, bi xwêdan pê re ne, ya dî jî alîgirî ye ku dabaşa me dê hinekî li ser vê be.
Em dizanin ku vê pêlê, civaka me ya Bakur, ev çend sal in bi dijwarî ketiye ber pêleke çewisandinê û hema bêje civak di warê moralê de “hal yemano” rewş pir berkendal e. Moral sifir e.
Ji bo civakeke wehanê derbexwarî terefdariyê dû taximeke futbolê hilmek e. Kurdan hewceyî bi vê hilmê heye. Amedspor li vir oksîjenê dide civakê.
Nexwe em baş dizanin, ya me kurdan, xwendineke pir asan a civakî peyda bûye. Kurd êdî gelek tiştan bi reflekseke weha dixwînin.
Ev partî partiya ME ye nexwe divêt em bidin dû wê. Ev taxim taxima ME ye nexwe divêt em piştgiriya wê bikin. Ev stranbêj stranbêjê ME ye nexwe divê em guhê xwe bidinê.
Ev êdî di civaka me de bûye kirûyek û kesanên ji vê civakê bi awayekî reflesîk xwe li vê hestê dikin xwedan: YA ME YE, nexwe divê em….
Min bi xwe berî bi salan, hê Amedspor nû ava bûyî gotibû, “Divê Amedspor bibe Barcelonaya me kurdan” nizanim, Amedspor dê karibe bibe Barcelonaya “ME” an na, lê ez dibêm qey niha bayek rabûye û bi awayekî enteresan hemû çîn û tebeqeyên civaka kurd; ji dîndaran heta sosyalîstan –ku herdu jî dij futbolê ne- niha bûye terefgirên Amedsporê. Tişta ku siyaseta kurdan nekarî bike, taximeke futbolê va ye kelegermeke weha çêkiriye. Helbet vêga weha ye?
Lê ev baş dizanin, niha serdestên me bi çavên hûr vê rewşê dinêrin û ew ê zû bi zû rê nedin ku ev ba bibe nefeseke şînbûna dara kurdayetiyê, ew ê çepelên xwe yên qirêj dirêjî nava wê bikin, têkvedanê bikin û ji bo ev xewn biherime dê gelek dek û dolaban bigerînin. Hişyar bin!
Çimkî ew çavek dî vê diyardeyê dixwînin. Ji bo wan handana futbolê li Kurdistanê, ji ber hindê ye ku bala ciwanên kurd bi futbolê re ji meseleya neweteyî û civakî dûr bixin lê ku ew bibinin ev futbol, ji bo geşkirina hestê neteweyî yê kurdan dibe agirekî gur ew ê rêbazên din biceribînin. Jixwe tiştên tên serê Amedsporê delîlê vê bi xwe ne. Hema maça Bursasporê bînin bîra xwe, bes e. Xasma ew tenê çilkek ji behrê ye.
Di vê cîhanê de divêt dengekî ME hebe.
Bi futbolê
Bi hunerê
Bi şanoyê
Bi sînemayê
Bi matematîkê
Bi fîzîkê
Bi edebiyatê
Bi ticaretê
Bi dîplomasiyê
Bi ilm û zanistê
Divê ME jî dengê xwe hebe, rengê xwe hebe, navê xwe hebe.
Em hene. Em ê hebin. Em ê di vê tarîtiyê de wek RONAHÎ hebin!
Destxweş Amedspor! Te dilê ME xweş kir. Erê, çiqasî hinekî dereng be jî va ye kurdan daye dû karwanê te; futbol bi rastî jî ne tenê futbol e, ew deng û rengê te ye.
Taxima ME, serçavên ME ye.
Özet çeviri:
"Karanlık günler, Kürtler, futbol ve benzer işler
Her zamanın kendine ait bir Ruhu vardır. Hatta her zamanın kanatları olduğu, uçuşunu takip etseniz her fırtınaya karşı ayakta kalmayı başaracağı bile söylenebilir.
Ben de çocukluğumdan beri futbolun büyük bir hayranıyım.
Hayatımın her evresinde, aşağı yukarı, ötede ve beride futbola her zaman dikkat ettim ve sadece ateşli bir taraftar olarak değil, bu dünyayı dikkatle okudum ve her zaman şuna yoğunlaştım:
"Futbol sadece futbol mudur"sorusuna odaklandım...
Hakikatten futbol sadece futbol değilse, peki nedir?"