Hin rast hin xewn, hin jî wekî yariyekê.. hêdî hêdî mîna beqa di ava germ de em jî wisa hînî vê rewşa nû dibin.
Hezkirî, pîr û kalên me; hinan jê dapîr û bapîr, hinan xal û mam, met û xaltî, hinan dayik û bavên xwe dan ber diranên dir ên vê nexweşiyê û yeko yeko çûn ji nava me. Ji nav destên me dahesîn û a ji hemûşkê dilsojtir me nekarî ser kêla wan têra dilê xwe bigrîn jî.
Me şîna xwe avête hinavan û hindî çû em hûreyî vê kambaxê bûn. Mirinên bê şînî..
Bi vê nexweşiya kambax re car hat em bi halê xwe kenîyan, lê pirtir em girîyan û car jî hat me bawerî pê neanî me got: ev rewşeke demborî ye û zêde nakêşe. Lê malneketê sal gihand salê; car sist car şidyayî lê mixabin çu roj di ser me de neçûn ku me hinekan jê, berdiliyên xwe, ezîz û nazdarên xwe bêdeng oxir nekirin û rondikên xwe venemalîn hinavan bêdeng, bi keser û di gêjahîyeke ecêb sar de.
Destpêkê em gelek jê tirsîyan lê hindî pêleltir em hînî vê tirsa xwe bûn û em pê re hêwirîn. Gelek helûmercên me, gelek hînbûnên me yên jiyanê hêdî hêdî reng guhertin û em jî bi awayekî adapteyî wê bûn.
Hinan ji me xwe avêt ser bextê xwendinê; kitêb ser kitêbê.. Di nav rûpelên wan de belkî li rêyekê gerîyan da ku xwe ji vê kambaxê xilas bikin. Roj hat me bîrhatinên xwe yên borî mîna fîlmeke nîvçemayî bi bîra xwe xistin û bawerî pê anî ku ev rojên reş dê derbas bibin û em ê careke din “derkevin derve”
Xasma “em” berê jî, li hemû “dervehiyan” jî, di rastiya rastî de her di zindana xwe ya takî tenê de bûn. Me ya rastî tenê bizarî “jiyankirinê” dikir, lê niha jiyanê rûpoşa xwe hilanî û tinazên xwe bi me dike. Ji ber virûseke biçûk a kone, em hemû bi dest û pê hatin qefilandin. De were û xwe nekuje!
Belkî jî di rastiya rast de ev rewşa me ya nû, tenê bazeberek e em xwe ji xewa xwe ya tarî xwe gav didin nav xewneke dî ya hêj tarîtir.
Bi mirina her pîr û kalî re çîrokek ji ferhenga vî warî diqurmiçe û peyvek ji zimanê me dimire. Dûmahîkê em ê bi xewneke çawa hişyar bibin ez nizanim, lê ez dizanim ku çu tiştek dê wekî berê nebe.