Ev çîroka ‘rabûna qiyametê’ demek e di rojeva cîhanê de. A rastîn beşek kêm ji mirovên bawersist û nizanin dê çi bikin, we kirin ku ji xwe re magazînekê çêkin û gelekî baş jî gihîstin miraza xwe.
Piştî ku çîroka ‘qiyametê’ jê negirt û hema mûyekî di ber dinyayê re çû, kehaneta Mayayîyan çem û çem çû, Ufo jî nehatin cîhanê û ji bilî berf û pûka reş çu tişt nebû nesîbê ‘Bapîrê Noêl’ vêca tîra çavên ‘raya giştî ya cîhanê’ dageriya ser Kurdistanê û weha hate şîrovekirin ku mebesta Mayayîyan ji qiyametê ‘rabûna piyan a gelê Kurd e” û ev şîrove ji hemûyan beraqiltir hat.
Niha jî ‘dagirkerên vî welatî’ ketine etrê, ta û girkê avêtiye –bêmane- qûna wan û nizanin dê çi xweliyê bi serê xwe werkin û rê li ‘rabûn û rapeşkîna Kurdan’ bigirin.
-Heft tenûrên nanê cehî bixwin jî neşên bavo; çû, êdî çavkuliya piştî mirinê bêfêde ye-
A rastîn, çu kes nikare dema rabûna qiyametê bizanibe, hema a rast ew e heçî kesê mir qiyameta wî rabû jixwe.
Bo Kurdan kehaneta herî rast ew e ku li dijî bindestî û serşoriyê bi vêkra rabin ser piyan û qiyameke mezin bikin û zaliman ji welatê xwe derxin.
Dirêj nakim,
Kehaneta Mayayiyan negirt, vêca ‘ecdeb û UFOvanên’ me dê niha çi bikin, ez nizanim!
Ez qet tênegihîştime ka çima ‘mirov’ ew qas meraqdarê ‘dawîlêhatina dinyayê’ ne, jixwe me ev dinyaya xweşik bi şer û qira xwe kiriye pawanê xirabiyê, heke rojekê roj çirayê xwe vemirîne û dinya xwe ji qehra bipeqîne, ser û sebebê wê -ma ne- em mirov in!..
Dibêjin, sê tabletên Mayayin hene; Du jê winda ne. Xwedê dizane camêran di wan de çi kehanet lêk anîne; belkî piştî qiyameta ku du war jê xilas dibûn, dinya ji nû ve şên bibe û vê carê Kurd bi miraza xwe şa bibin.
-De bi xatrê we: Berî qiyametê û piştî qiyametê jî zimanê min her Kurdî ye-