Li meydana Kurdistanê hê jî şîara “siyaset berkendal, edebiyat berpesar!” deng vedide. Ji ber wê jî, min xwest vê carê piçekî siyasî, piçekî edebî çavgeranekê li kawdan û pêşveçûnan bikim.
Serê pêşî;
Em hinekî rojevê binirxînin heval:)
-Tirkiye, -ku bakurê Kurdistanê jî li xwe digire – di kûstana siyasetê de, li serê duçerxekê e; duriyana siyasî ya bi kort û kendal dihêle ku hevseng bi carê de serobinê hev bibin.
Li rexekî kasêtên bin navtengê yên doxînsistiya Cubbelî Ehmed li ser medyaya civakî (twitter û facebook) neqiş neqiş belav dibin ku ev wek encama “şerê navxweyî yê Cemaetên Tirk tê nirxandin”, ji aliyê dîtir pirsa Şîke û Sextekariya di Futbolê de ku tovê dubendiyê di navbera Serokomarî û Serokwezîrî de çand û wekî liqiyan û derizîna bircên AK Partiyê hate nirxandin, ji aliyekî dî ve li ber behs û gotina medyayê ye.
Li ber çav e, ji zimanê meydaya tirk xuya ye ku di qewareya kurdî ya siyasetê de, pêngaveke nû li ber e û konsepteke taze tête vehûnandin.
Li ser hin malper û ajansan tê ragihandin ku hevdîtinên di navbera PKK û MÎTa Tirk de dîsa dest pê kirine.
Ji ber vê, hikûmetê bi hevdengiya CHP û MHPê qanûna daxistina cezayê ji şîkeya di sporê de ji parlamentoyê derxist.
Ev ceribandinek e. Heke bazara sûk û malê li hev hat, çavlê ye ku pêvajoya nû, li ser dikar û behsên girîngtir saz bibe û “efûyeke giştî” ya ji bo çekdarên PKKê dibe ku di çarçoveya gavên çareserkirin/tepeserkirina bizava kurdî de bête ber behs û guftûgoyê.
Siyaset bi govenda “çep lêxe rast vegere” li ser sêla xwe dikele û kîjan alî, bi bername û vizyona xwe, bi proje û helsengrandina xwe destheltir/pratîktir be, xuya ye, ew ê zûtir û çêtir hespê xwe li meydana desthilatdariyê bibezîne.
Jixwe AK PARTÎya ku li ser stûnên lîberal û cemaetan, wekî derzinka xîjok pêl bi pêl, pêpeling bi pêpeling “taqiye”ya xwe rajortir dike û wekî pramîdekê xîmên xwe datîne û wekî axtepotekê (kêvjalê hesfserî) jî penc û lepên xwe di her derê re diçikîne.
Niha jî piçekî nava malê:
-Gava siyaset û kelvedana wê ya rojekê du danan ne wek hev, yekî ewrawî yekî sayî, hilmê li mirovî biçikîne, bêhemdê xwe mirov hinekî pirs û kêşeyên nava malê paşguh dike.
Mebesta min jê, meydana me ya edebî ye.
Vê payizê, hejmareke baş -ku qurtika didanên mirovî yên kursî bikaribe dagire- pirtûkên kurdî derketin, lê mixabin hêj gelek ji wan bi destê min neketine û min derfet nedîtiye ku wan bixwînim.
Me ji meydayê seh kir ku weşangerên me bi Fuara Stenbolê ya meha borî kêfxweş bûne. Di qewareya xwe de wêjeya kurdî karîn û şiyan bi dest anîne ku hinekî dengê xwe bilindtir bike û xwendeyan bala xwe daye ser û pê re têkildar bûne.
Hejmareke hêjayî pûkepêdanê pirtûkên wêjeyî/edebî yên kurdî gihîştine ber destê xwendeyên kurd.
-De bila bi ser xêrê be!