Em dizanin nal çi ye. Nalbendo nalan bade..
“Badan”, lêkereke balkêş e. Hêzeke qewîm tê de heye, nexasim badana nalê ne karê her kesî ye, jê re zend û bendên xurt, qeweteke pir lazim e.
Ji vê giringtir jî, “badan” heman wext şarezayî û hostekariyeke serwext jê re divê. Nalbendo nalan bade.
“Badan” çalakiyeke berdewam e. Heke nalbend hebe û karibe nalê bade nexwe hespê me dê di rê de nemîne. Ew hesp dê barê me sivik bike, me di asteng û dertengan re derbas bike. Me bi sax û silamet bigihîne qonaxê.
Heke nalên me bikevin û nalbend tunebe, em ê di rê de bimînin.
Ev strana “nalbendo” her çend bi wateya xwe ya rasterast mîna behsa nalbendekî bike bête xuyanê jî, di esasê xwe de çîrokeke xwe ya taybet heye.
Tê de peyamên sergirtî, xîret û xîretkêşîya bo domandina dozeke mezin heye.
Ev doz, jiyan bi xwe ye. Nalbend, rêwîyê vê jiyanê ye û bi keda xwe; xwêdana enîya xwe dav bi dav çîroka xwe dirêse.
Nivîskar jî di rastiya xwe de nalbendê karê xwe ye. Heke tenê şiyanên wî bo mîxkirina nalan hebin, ew ê li cem nalbendeke şareza şagirtîyê bike.
Heke şîyanên wî tenê jêvekirina nalan li kab û simên dewaran be, dîsa zêde şansê wî nîn e bibe nalbendekî baş.
Ji bo nalbendiya baş, berî her tiştî divê karibe wan nalan “bade”, huner di “badanê” de ye. Heke na, lêdan û radana nalê tenê dê wî bike şagirtê ber destê nalbendekî.
Ha bade bade bade, nalbendo nalan bade.