Nêrîneke gelekî berbelav e ku her tiştê kurdî û aydê kurdan û kurdîniyê “biçûk” tê dîtin.
Zimanê kurdî, wêjeya kurdî, siyaseta kurdî, kelepora kurdî, tev hûrik in û bo “begler û efendiyên cîhanê” bi buhayê “qurtek avê” bûn/ne.
Her tiştê li vê taxê çêdibe, dûreçav, veder û hêjayî paxavlêkirinê nayê dîtin. (mixabin hê jî we ye)
Ger tu kurd hatibî dinyayê ew e ku tu çend pileyan di bin ‘sifirê’ de dest bi jiyanê dikî.
Tu êdî “moriya li nav şerê fîl û kergedanan î”, ha dê bo –berjewendiyên xwe pê li te bikin, ha kirin; bi ser de jî dibêjin, “Ma çi bûye, çend kurdek hatin te-laf-tin…”
Îja şerê kurdî ew e ku di meydana nebûnê de tê hebûnê; a rast tu tune yî û hewl didî hebûna xwe pêk bînî, ango ji neyiyê bêy heyiyê…
Navê vê jî têkoşîn e, berxwedan e, kar e, xebat e û nezanîn westan çi ye, nezanîn rawestan çi ye, nezanîn bêhnvedan çi ye… Kurd mecbûr e di xewa xwe de jî bo kurdîniyê –bo ku xilolehiya di dîrokê de li keviya jiyana me vebûye bê dagirtin- bixebitî.
Ji bo ev “biçûk” mezin bibe, divê barên giran bêne hildan û kêşan. Jiyan “seknê” qebûl nake.
Ji ber ku kurd li ber çavê cîhanê giştê “biçûk e” bi ser de welê bûye, em bi xwe jî qayil bûne ku erê em biçûk in û çu carê nagihêjine bejna xelkê dîtir.
Ji ber hindê ye, axaftina nav malê kurdî, ya kolanê tirkiyeka bêserober û ya li ser dikê û sehneyên siyasetê jî, tirkiyeke hilûsk û xemilî ye.
Kurdî biçûk e ya, ji ber wê, têra vegotina “felsefî û zanistî” nake (!)
Bi zimanê “biçûk” ancax dikare kar û barê “sivik” bête kirin.
Erê, heta radeyekê mirov dikare vê xwejêrdîtinê têbigihêje jî, lê ma heta kengî? Diviya ev pirs bête kirin û dubare dubare li ser bê rawestandin, heta kengî?
Heta kengî “giyayê hewşê tal” xebata kurd û kurdîniyê jî “biçûk” dê bête dîtin?
Heta kengî kurdîniya me ji “sloganan” naçe wêdetir û ked û zehmeta bo vê doza kurdîniyê dê cihê “difinlêbadana” me be.
Ez pirsa xwe piçekî dî bînim ser rewşa me;
-Li Başûr navê asayîşê li ba me “asayîşa KDP û YNKê” ye; li Rojava navê asayîşê û kantonên ava dibin li ba Başûr “kantonên YPGê û asyîşa YPGê” ye.
Gelo çima em bi “çavê biçûk” li destkeftiyên hevdu; a rast XWE dinêrin?
Heke bersiva vê pirsê hate dayîn, bawer im her tişt dê zelaltir û baştir bibe; yanî, heta em hevdu “mezin” nekin, em “mezin” nabin û hindî ku em hevdu mezin nekin dîsa em gur û gur nabin…
Kurdno, ne ku ji hev re bibin sinc û strî, ji hev re bibin pal û pişt û pire…
Bi hêviya roja ku em pêkve “MEZIN” dibin.